Di ser zeviya hêşîn re dibiriqe heyv
- fêkiyê rengtarî yê çileyê havînê.
Di avê de diheje şewqa wê
wek gurrmija şemalê li odeyek sar.
Û bên ji axa xewdar hildifûre --
Bêyî min hay jê hebe diherrike min
aramiyek seyr ji heyvê.
Wê hind car dîtiye erd dinixime bin gulan
û hişk dibe ku êdî ti tişt wê nalivîne
Û jixwe ew ji her tiştî bêdengtir e.
- - -
Li berahîka min dimeşe siyek tarî -
kitikek gewr di hewşê re dibore
nêçîra çivîkên nivistî
li hêlînên wan yên nerm yên tavheyvî.
Rêya wê ron dikin gul
bi pêtalên biçûk, kiz.
Qîrrînek lerizok bêdengiyê vedibirre --
xwe avêtiye ava zêrrîn
firrindeyek reş yê bizdayî.
1924