Gur devê xwe li benê alayê dide
ku tê de mirov direqise:
çendî spehî ye mirov
çendî bikêf e reqsa wî
di çerxa ruxînê de
Gur li dor benê alayê dizivirre
bi azadiya guran
û li bilindtirîn dara daristanê dizûre:
ez digerrim, ez dijîm,
dil bi mirovan dişewite!
Wan bibexşîne darê
bi xwîsarê biniximîne şopên wan
bibe çilû li ser gorra wan
bihêle ew ji bîr bikin
bîranînên xwe yên herdemî
hedanê bidiyê
1987