Dema têkoşerên li dijî neheqiyê
Rûyên xwe yên birîndar nîşan didin,
Bêsebriya mirovên ewle
gurr dibe.
Ew dibêjin;
Hûn çima gazinên xwe dikin?
We li dijî neheqiyê têkoşîn da,
Û hûn têk çûn.
De dengên xwe bibirin,
xwe kerr bikin.
Divê têkoşer têkçûnê jî bizanibin.
Û xeteran jî bidin berçav.
Yên ku zor ê bi kar tînin,
Divê zorê gunehkar nekin.
Wey hogirno!
Çima hûn ewqas li me enirandî,
dijminane dinêrin.
Em ên kû dijminê neheqiyê ne.
Ma em dijminên we ne?
Têkçûna me ya li dijî neheqiyê,
Ma neheqiyê bi heq dike!
Kin û kurt têkçûna me,
Yanê têkçûna têkoşerên dijî namerdiyê,
Bi tena serê xwe kêmhejmariya me
dipeytîne.
Û em dibêjin, hîç nebe,
Ew kesên temaşevan yên alînegir
Bila şerm û fedî bikin ji xwe.