Ka ew viyan ya me bi destan ava kirî
Ka ew rondik yên te bejn pê xwar kirî
Çima îro te dil hêla û bar kirî
Te bê dost û kes û heval û yar kirî
* * *
Dil ma bêyî te, xem û kovana talan kir
Soza me dayî hev, yarê, te çi lê kir
Tu çûyî, yarê, te hêla, te bi ya wan kir
Te bê dost û kes û heval û welat kir
* * *
Bizivire da em wan bîrhatinan nû kin ve
Xema bihara vîna me şîn kin ve
Ala vînê û sozdariyê rakin ve
Xem û kovanan ji van dilan dûr kin ve
Luzern, Swîs, 2001
Min nedizanî
Min nedizanî, ey dilkevirê, dê ronahiyê li min kî tarî
Li min û xwezî û bîrhatinên vê evînê dê kî tazî
Da carek dî dest pê bikin xem û kovanên vî dilî
û li ser hizra vê vînê bim nîvsax û nîvmirî
* * *
Tên bîra min rojên berê li ber sîbera evîna te
Çûn, berze bûn tev bîrhatin êdî kes nayê şûna te
Hebûna min jî jixwe ye ger li min hesret be dîtina te
Min negotibû ku hosa tîrê xwe li dilê min dî.
Ma bo çi ye jîna bêyî wê; xem ji vî dilî mezintir in
Xatir ji min xwast wê dilberê; xweşiyên min hemî mirin
Ji min dûr ket û şêland jiyan; hemî rê li ber min berze bûn.
Xeman girt cihê xweşiyan û xewnên şevan li min peyda bûn.