MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Hoşeng Broka: Derengî helbestê weha navê min û te...
  • Hisên Feqe: Sekana sawêran
  • Paul Eduard: Azadî û du helbest dî
  • Zara Delibro: Parseker
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ey Felekê!
  • Aram Dihokî: Hevgirtin û dengvedan
  • Bertolt Brecht: Ji alînegiran re
  • Welat Kaljîn: Bêm ber bi te
  • Diyarê Kurd: Ka ew viyan
  • Konê Reş: Doda
  • Abdallah Osman: 1) Hekarî, Hekarî 2) Xemdiyarda nebînem
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd ji hovîtiya wan mezintir in
  • Louis Aragon: Sorgul û xamekgul
  • Pentti Saarikoski: Di pencereya vekirî re
  • Metin Altiok: Ne li mal in
  • Jyrki Kiiskinen: Kû ve çûn ji xewnên min
  • Katri Vala: Şevîn
  • Tuomas Anhava: Du helbest
  • Teemu Hirvilammi: Em ji kû hatine
  • Markus Jääskeläinen: Dar disekinin bi şev
  • Eeva Kilpi: Gur devê xwe li benê alayê dide

  • Azadî û du helbest dî
    Paul Eluard (1895 - 1952)


    Azadî

    Li deftera xwe ya dibistanê li darên maseya xwe li xîzî li berfê navê te dinivîsim Li hemû rûpelên nivîsandî li hemû rûpelên vala li kevirî li xwînê li kaxezê li xweliyê navê te dinivîsim Li wêneyên zêrrkirî li çekên şerrvanan li taca paşayan navê te dinivîsim Li çolistan û dehlistanê li hêlîna firrindeyan li nokan li dengvedana zarrokiya xwe navê te dinivîsim Li seyriyên şevê li nanê sîs yê rojê li demên dezgirtî hev navê te dinivîsim Li zeviyan li qeraxa esman li çengên çivîkan li aşê siyan navê te dinivîsim Li her hilma elindê li deryayê li keştiyan li çiyayê şeyda navê te dinivîsim Li kefa ewran li dilopên xuhokî yên bahozê li barana tund û bêtam navê te dinivîsim Li dirûvên dibiriqin li demjimêrkên rengan li rastîniya fizîkî navê te dinivîsim Li şiverêyên haybûyî li rêyên vebûyî li meydanên di ser kinarên xwe re berfire dibin navê te dinivîsim Li lampeya hildibe li lampeya ditemire li xaniyên hatî hev navê te dinivîsim Li fêkiyê awêneyê û odeya parvekirî li doşeka xwe ya vala navê te dinivîsim Li seyê xwe yê hesûd û sernerm li guhên xwe yên durhîkirî li destê wî yê goc navê te dinivîsim Li nêrdewana ber deriyê xwe li tiştên nas li hurmîna bayê pîroz navê te dinivîsim Li rûyê pencereya surprîzan li lêvên hişyar li raserî bêdengiyê navê te dinivîsim Li stargehên xwe yên ruxandî li bircên xwe yên hilweşî li dîwarên bêriya xwe navê te dinivîsim Li dûriya bêbêrîkirin li tenêtiya tazî li gavên mirinê navê te dinivîsim Li saxiya vegerrî li xeteriya rê lê hatî girtin li hêviya bêbîr navê te dinivîsim Û bi hêza peyvekê dîsan dest bi jiyana xwe dikim hatim dinyayê daku te binasim daku nav li te bikim Azadî

    Dildar

    Ew li ser qepaxên çavên min radiweste, pirça wê di pirça min re ye, wê dirûvê destên min heye, ew danoqiye nav siya min, wek kevir nav esmanan. Çavên wê vekirî ne herdem û ew rê nade min binivim. Xewna wê li taveroja tevav rojê dike xwîsar; min dikenîne, digirîne û dikenîne ew, dipeyivîne bêyî ti gotin hebe.

    Tu radibî

    Tu radibî av belav dibe ji qatên te tu xwe pal didî av dipişkive dibe gul Tu av î ya ku pişta xwe dide kûriya xwe tu erd î yê ku rehan digire û yê ku her tişt lê tê damezrandin Peqikên bêdengiyê diafirînî li çolistana dengûdoran sirûdên şevîn distirî li ser kevanên keskesorê li herderê yî her tiştî diruxînî Gorî ciwaniya herherî dikî agirê bêkêmasî yê demê yê radipêçe siriştê û wê nû dike jinê tu diwelidînî bedenekê ya herdem eynî ya te ye tu nûbûn î

    Wergerandin: Husein Muhammed: [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1