MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Helbest
  • Hoşeng Broka: Derengî helbestê weha navê min û te...
  • Hisên Feqe: Sekana sawêran
  • Paul Eduard: Azadî û du helbest dî
  • Zara Delibro: Parseker
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Ey Felekê!
  • Aram Dihokî: Hevgirtin û dengvedan
  • Bertolt Brecht: Ji alînegiran re
  • Welat Kaljîn: Bêm ber bi te
  • Diyarê Kurd: Ka ew viyan
  • Konê Reş: Doda
  • Abdallah Osman: 1) Hekarî, Hekarî 2) Xemdiyarda nebînem
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd ji hovîtiya wan mezintir in
  • Louis Aragon: Sorgul û xamekgul
  • Pentti Saarikoski: Di pencereya vekirî re
  • Metin Altiok: Ne li mal in
  • Jyrki Kiiskinen: Kû ve çûn ji xewnên min
  • Katri Vala: Şevîn
  • Tuomas Anhava: Du helbest
  • Teemu Hirvilammi: Em ji kû hatine
  • Markus Jääskeläinen: Dar disekinin bi şev
  • Eeva Kilpi: Gur devê xwe li benê alayê dide

  • Doda

    Konê Reş

    Ji Abdulmecîd Melek re hevalê biçûkaniya min li gundê Doda

    Nizanim çilo vê nîvrojê
    Huşê min firiya çû Doda?
    Gundê ji hezarê salan ve,
    Bi xanîk û manîk ava,
    Dîdevanê bûna min
    Û jiyana sereta...
    Gundê bi dewar, sewal û
    Keriyê pez;
    Bi car, newal û
    Dar û rez;
    Gundê ku li ser
    Du şivên hesin
    Maye raketî;
    Ji jor ve bi nav bûye
    Serxet
    Ji jêr ve bi nav bûye
    Binxet
    
    *   *   *
    
    Doda;
    Bêndera kul, êş û janên min...
    Stirana:
    (Bavê Syero û Derwêşê Evdî )
    Û evîna min;
    Hêlîna pîr û kal, jin û mêr,
    Keç û xort û tev
    Gundîyên min.
    
    *   *   *
    
    Doda;
    Ji pêncî salî ve,
    Xwe di nava min de
    Dipêçe;
    Ji danheva pûş, qîvar û şoqilan...
    Ji ser ( girê Qereçe );
    Ta bi henek û laqirdîyên
    ( Seyid Xelîl û Şêr Elî )
    yên ku tew ji hiş naçe...
    
    *   *   *
    
    Doda;
    Tirabêlik û xwêdana
    Ku ez pê hatime şûştin...
    Bêhinvedana şivanan
    Li  ( guhera Ademo ) û
    Rawestandin;
    Leza bêrîvanan ta bi
    ( Guhjîka Ehmê ) û
    Pez dotin;
    Xwêdana xebatkarên
    ( Besta zixur û Duavê ) û
    Qûm   firotin;
    Civata her êvar
    Li ser banê gir
    Û şor û gotin;
    Çîrokên jin û jinbiyan
    Li ser tenûrê
    Û qal û qult û şerkirin;
    Serpêhatiyên apê min ( Birko )
    Û şev buhirandin...
    
    *   *   *
    
    Ji Doda re,
    Ji girê Doda re,
    Ji sax û mirîyên Doda re,
    Û ji ( Kevrê Birûskê ) re...;
    Destan li ser hev datînim,
    Temene û xûz dibim,
    Xweşî, geşî û pêşketinê
    Ji tev gundiyan re dixwazim.
    

    1-Doda: Gundê ku ez lê çêbûme, li ser herdu şivên hesin dikeve di navbera Amûdê û Mêrdînê ji baxerb ve û Qamişlo û Nisêbînê ji bareş ve. 3-Seyd Xelîl û Şêr Elî: Du gundiyên henekçî û feqîr bûn,çi bigotina kesî îşê xwe ji wan ne tanî.

    4-Guhera Ademo: Cihê mexelbûna keriyê pez bû.

    5-Guhîjka Ehmê: Cihê ku bêrîvanya lê pez didot.

    6-Besta Zixur û Duavê: Cihê ku gundiyan lê kar dikir.

    7-Birko: Hecî Îbrahîm an sofî Birko,apê bavê min bû,her êvar ji me re çîrok û serpêhatî di gotin.

    8-Kevrê birûskê:Kevirekî girovere,li bakurî gund dikeve,çi kesê/a ku birûsk dikeve pişta wî/wê,di roja çarşemê de,çengek xwê,nanekî û pîvazekê bi xwe re dibe û diçe bal wî kevirî,wan datîne ser kevir û pêlekê pişta xwe dide kevir..dibêjin birûsk ji pişta wan derdikeve..

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1