Histir
dilopanî ji hinavên wî diherikîn
Ne parîk nan...
ne kulmek xwê, ne jî şekir... dêmên wî geş dikir
Ne gazek caw...
ne buxçeyek pot, ne jî perpol
pîne dikirin
çavên xwe dadimirandin... û
pêjna xwe bi asoyê re
vedidizî
bêyî kesek hest bike
ku ew parsek
dozdarê mistek bihar bû.