Kefikên destê min tim û tim xwûdan didin,
Derîyên ku tê da derim û têm
Li dû min digîrin.
Trêna min bi derengî tê, dilteng im,
însanên ku jê hez dikim yek bi yek dûr dikevin.
Çi wext bixwazim herim cem dostekî,
Ne li mal in.
Li wan deran digerim û disekinim.
Tirale pisîka min, kulîlka min pel diweşîne,
Dikim nakim reqîya min spî navê.
Mifta min zor digere di koçka xwe de,
Cixarên ku min girtine bitên in.
Çi wext bixwazim herim cem dostekî,
Ne li mal in.
Car caran zarû me,
Li ber serê min qutîke muzîke
Û çavê hîva min zelal e.
Car caran di garê de me
Bawûla min li cem min, bizdonek û kal.
Çi wext bixwazim herim cem dostekî,
Ne li mal in.
Li ber derîkî disekinim,
Bi nameya hîn nehatiye nivisandin a ku di bêrîya min da.
Li paþ derîyên ku min lêdixist
Ez derketim hemberî xwe
Min vekir, ez ketim hundir
Cara yekemîn me hevdu silav kir.