Ger du çaw min kurd veçind
Li Hekarî xwey vejind
Ger rûmet min xwe pêvend
Şerm gelê min bin dirrend
Ger li sergû bûd jê gend
Va jin zarên kurd nêwend
Ger serbazên turk pîsand
Li Hekarî kurd pêdand
Ger turk juhan dij me bend
An arab se dor me send
Ger acem re bê me Zend
Mên ser gûyên turk neheng
Ger me kurd re kir ne pend
Ji Hekarî bir ne seng
Ger her per me ket nepend
Va hawar me mê dereng
Ger bihevdin tund me bend
Jêm nabêt yek sist be hend
Ger vewerdin derd me rend
Jêm namêt yek simt be pend
Rev bidê se erk me mend
Ka ço ling me kewt ne kend
Dew na têr êt çay bê qend
Ka ço rû me nas ne xend
Va diyarda nûh debînem ço li ax’ me gund neman
kewn sitara kûr pelînem zor ji bir me niştîman
Va siwara dû êşînem ço li hêz me ma guman
ka dibara zû neşînem kok nemaya va dijman
Va neyarda jor de kînem çû ji zar’ me zîz ziman
ne siyarda doz perînem ho pê gel me bûd raman
Va bêtara tu ne dînem turk jihuyên aleman
ka bêdara hûr kujînem va neyarên lem ferman
Va bijarda sûr dejîmen roj ne roz e zor deman
bû mijarda tûj kişînem şew şewat e ka yaman
Va bizara rût deçînem mêw jê zaye da pêman
ka mitala hûr tiwînem xêw ne daye asiman
Va peyada dol de xwûnem new nedaye ka me xan
da zarawa col debîsem kew nebaye ka hozan
Va şiyara hol gerînem dewl’ nemaye ka dîwan
ka diyara hor lê wîrem ewl’ me daye bên xwedan
Va mişara gul tê şînem xwî cefayem bîhn nedan
ha mezara gur pê şînem xwe birayêm şehîdan
Va hawara torr de bîrêm ço nemaye tollvedan
da seraya dur gihînem jor ebana me kurdan