Ji hovan hovtir in
Lo bexşandinê dixwazim ji hovlawiran
Ew nakin kiryarên wek yên van bêbextan
Bêhiş û bêwûjdan in van xwekujan û siwarên wan
Bêpar in ji şaristaniya dem û dewranan
Ne rojên Xwedê dinasin ne cejnan
Îhanet in bo navê Yezdan
Wer dizanin ew ê biçin behuştê
Lê wek pîsiyê ji hev diçirrin
Hawîrdorê bi xwîn û beşiklaşên xwe gennî dikin
Û jiyana bêtawanan didizin.
Ey mezintirîn newêrekên cîhanê
Di tamarên we de jehra reş dilive
Ne ku evîna bo navê Afirmend
we xwe veşartiye li paş dîwaran
Û bi navê Xwedê û behuştê
Wêrekiyê dixin dilên bextereş û bêçareyan
Da ku şermezariya we bi xwînê bişon
Lê Xwedê destê xwe ji we şuştiye
Li behuştê şûn bo gemarê niye
Xwekuj û hertiştkuj in hûn
Ji hovan hovtir
Ji mêşan nezantir
Kujerên zarokan
Keç û jinan
Pîr û kalan
hûn in neyarên Gewreyezdan
hûn ê her bimînin şermezar û riswanav:
Xwedê jiyanê dide
hûn kujerên jiyanê ne
Xuda çavkaniya evînê ye
hûn evînê disotînin
Yezdan çemê rindiyê ye
hûn tenê nerindiyê dikin
Xuda meraqdarê mirovahiyê ye
hûn mirovahiyê qirêj dikin
Xuda evîndarê aramiyê ye
hûn aramiyê dikujin.
Xwedê ne dîktatorê bo pesnê birçî ye
Xwedê ne bendewarê “bimre” û “bijî” ye
Xwedê gewre ye dizane Mezin e
Ne li dû “allahû ekber’a” we’yên derewîne
Fesad di nav de bêsînor dimîne.
Ey neyarên qenciyê!
Ey efareya nijada însanan
Dem her diçe hûn her li par
Bi Kurdan re her man neyar
Kurd namire mirovhej e
Dixwaze xwe ji rûreşiya we azad bike
Ji gora nezantiya we derîne
Sed sal in bizava tunekirina wan di rê de ye
Lê ne rijandina xwîna wan
Ne şewitandina gundan
Ne xaz û jehra dewletan
Nikaribûn ji holê rakin Kurdan.
Ey xwediyên hevsarê xwekujan
hûn kujerên xwe û navên xwe ne
hûn rûreşiya mirovahiyê ne
Yezdanî hûn ji deftera xwe çekirine
Çiqa hûn rakin ji nav me kesên li ber dilan giran
Mezintir dibe di dilên me de evîna bo niştiman.
Hûn jî bi sernakevin:
Kurd nemir e
Ronahî ji şevreşiyê bi hêztir e
Û Kurd ji hovîtiya we mezintir e.
Kurdino!
Mexapin êdî bi peyva “bratiyê”
Li welatê xwe têbikoşin bo zanistiyê
Mehêlin neyarên mirovahiyê li bêhişên me siwar bin
Da ku Xwedê bo amancên wan bikin qurban
Bikujin xwe û yên xwe bo xewneke bi derewan.