Felekê!
Hezar û yek sal in kesek nikare findên vî xakî vemirîne
Xwîna sed û deh qurbanên li Hewlêr can danî bikelîne
Jê çêke mûmê findekê û findê li ser dîwarê kelaya kevnar bihêlîne
Bila sed û deh salan êvarên wê rohn bike û bajêr bixemilîne
Felekê!
Xweziya te xwîn û hêstirên vî gelî rijandibûna newalekê
Bila bibûna gola avjiniya serdarên cîhanê bo şev û rojekê
Xweziya te jimartibûna çakmerdên bo xatirê rojê can û giyan dan
Da bigota ji me re eger gelekî din dabe bêtir qurbanên bo çakxewnekê
De bilorîne welatê rojê bilorîne
Miriyên xwe dîsa veşêre û hêstirên şînê li ser bibarîne
De bilorîne Kurdistana bedewê bilorîne
Brîndarên xwe dîsa derman ‘ke û brînên xwe bikewîne
Felekê!
Rêzdar im ji Yezdanê mezin û dilovan re
Dipirsim Jê eger dareke li ser erdê bi navê Wî dawî dabe sed û deh daran
Dipirsim Jê eger masiyekî deryayê bi navê Wî brînkiribin masî bi sedan
Eger marekî reş bi sed û deh bêtawanan dadabe û lê bûbe navê “şehîdan”
De bilorîne welatê rojê bilorîne
Miriyên xwe dîsa veşêre û hêstirên şînê li ser bibarîne
De bilorîne Kurdistana bedewê bilorîne
Brîndarên xwe dîsa derman ‘ke û brînên xwe bikewîne
Felekê!
Dilsar nabim ji xebatê lê lomeyan dikim li vê qedera bi tenî:
Çima gelê min bi nemerdan re xiste rê û dawiya rê nehanî
Bo çi li welatê evînê nezantî barandin jê tiji kirin rûbar û kanî
Bo çi evîndarên roja zer her bendewar man lê dereng ma beyanî?
De bilorîne welatê rojê bilorîne
Miriyên xwe dîsa veşêre û hêstirên şînê li ser bibarîne
De bilorîne Kurdistana bedewê bilorîne
Brîndarên xwe dîsa derman ‘ke û brînên xwe bikewîne
Felekê!
Ez ê rûpelan tiji bikim bi peyvên vî zimanî
Ez ê wan bigihînim serokan li Hewlêr û Sulêmanî
Bila bo xatirê mirî û brîndarên îroj û duhinî
Wek yek giyan gavan ranin bo amancên niştimanî
Da ku xakê rojê nema êdî xemgîn bibe û bilorîne
Da ku merd nema bimirin bi şêweyên wa hovane
Da ku şahî û bextiyarî zû vegerin Kurdistanê
Û navê wê bi qencî belav bêt li tevahiya cîhanê.