I
Ez
û tu;
em yên ku ji girî hez dikin
li girî mikur tên
û ketin û ketin;
toz û toz;
sînor û sînor
û kew û kew,
girî
haşt dikin,
ji wir tên,
ji wir.....;
ji aliyê ku min
û te,
jê sîha xwîna Xwedê
diçinî,
ji aliyê wexta navê
Xwedê,
ku me di îske-îskên wî de,
hesreta navê xwe
dikola!
II
Xwezî...
min bizanîba
ku ev xwîna te;
a bi keser,
mezin
û şêrîn,
çîroka çend hezar sal
derreh
keskên qedaxe
û sînor e!!!?
III
De bila
ev ciyografiyên ku bi êşê
bi ser ve çûyîn,
dîrokên ku di kenarên jibîrkirinê
û yasemînan de,
razayî
û nîvrê mayîn,
ûûûû..... efsaneyên
darbestên ji avê;
destên ji avê;
bilûrên ji avê;
mêyên ji avê
û...
Xwedayên
ji avê,
tev para
tidarka
navê te
û min
bin !
IV
Tava heyvê,
wexta bajarên
dûr
û sar,
tameke din,
dide
pêrgîhevhatina
navê min
û te.
V
Destpêka gunehan e,
sêva poşmaniyê,
a ji keska
herdu navên
min
û te.
VI
Ez,
Ku tu bêriya pêşabûna
navê min dikî,
li ser destên
beybûna
jana te,
aliyê
ji basa
êvarê me
VII
Wê helbestê,
ku min bêriya destpêka
navê xwe dikir,
ez kesk û fereh,
derbasî te dibûm
û kûr
û dirêj
di kernevala
laşê te de
digiriyam.
VIII
Destpêka stiranê ye,
ku tu pencereyên laşê xwe
li tanê piştê,
li ber dilbijokiya
panavên min
vedikî.
IX
Navê te,
ku tu wî li tiştan dikî,
ku tu bîra nimêjan
pê hişyar dikî,
û ku tu
her “çardeh tebeqên” navbera
erd û asman,
pê razî dikî,
destpêka
zûtirîn
keskê
navbera
min
û te ye.
______________________________
* Ev beşek ji pirtûkeke di bin çapê de ye, ku wê nêzîk li jêr navê “Derengî bajêr, weha diniqutim nimêja navê te“, li Istanbolê/ Weşanên Pêrî, were weşandin.