Bi maxûlê xwe
Xwe berda
Pişta zinaran
Kabokên wî bûn
Fît fîta bayê Hovvv
hêlana nav birihên wî
qetiya
û newalekî bihurî
di sînga qadê De
qelaşt.
bi zengîniya maçek birçî
li pêş lehiyan
bû lêvek
û mirq
xwe keland
birihên wî
berve hev civiyan
û qoçên xezebê
Di enyê De
Birûsk çirisandin
Nema zelal bûna pêsîran
Wî dighên makiyê
Ji loma benîştê kurbayê
Da bin diranên xwe
û ji lalbûnê
hate xwar
haaaaaaaaaaawar
de gêjo
qelqana jînê
bi hewara xwe
bi çirîne
bi omîda penceran
nekeve deryan
gêjo
rojên oflaz
di eniya kalekî
tentelîzî re
cotê xwe ajot