şevên sayî de daliqandî ye wêneyê te
li rûyê ezman
bi tilîyên stêrkan ve.
bi þewla hêvîyên ciwan dimeşim ber bi te
ji min ra bûn per, kuliyên berfê, mîna teyrê
baz difirim ber bi te.
bi mêvandariya te re şev
bi tilîlîya pîrejinên kurda
pîroz dike cejna zarokê xwe a stêrka.
bi kenê rûyê te bi tava kelecanê ketin perê min
û di te ya mijê danê niva
di hêvîya stêrkek rewî de me ez ku min re bibe
rêzan
heta ku berbang hilnehatiye bêm cem te.