Ho rûreşo
Ya te kirî
Li kela Hevlêrê,
Li roja çejnê
Li roja heciyan
Li tefa Mekeh û Medîna
Li rojên xêr û bêrê
Tif û nelet
Li te barîn
Li tekiya, li kuçka
Li mizgeft û dêra.
Ho rûreşp
Ya te kirî
Li Îslamê,
Li nav berperên
Hedîs û ayatan da
Te cih li cehnemê û bise li Misir
Li nava axînên
Kurdînî da,
Serdaketiyê
Dayikên şehîdên
Helepçê û Enfala yî
Li nav danûstanên
Mirovahiyê da,
Şermezarê milletên
Afirqa, Asyayê
Ewropa, Australyayê
Şermezarê
Herdu milletên Amerîkayê.
Li nav bend û destûrên
Yasa da,
Bêmefer î, teror î û bêpişt î
Gunehbarê hemî mehkem û dadgeha yî.
Ho rûreşo
Ya te kirî
Mêranî nebû,
Serbilindî û curet nebû,
Azadî û aştî nebû,
Marîfet û kemal nebû,
Ciwanî û gul nebû,
Jiyan û bizav ne bu,
Her ci romet û têna germatya
Başiyê tê da nebû.
Ho rûreşo
Ya te kirî,
Kesek nîne, neşêt
Li rojeka,
Cejn û qurbaniyê
Li rojeka
Girnijîn û dostîniyê
Li rojeka
Dan û wergirtina
Çikilêt û şirîniyê
Li rojeka
Helbijartî bo
Peyda kirina tenahiyê.
Ho rûreşo
Bi ya te kirî
Bawer neke ku
Te bawerya me
Herifandibît bi daxwazên rewa
Yên milletekî
Bi serxewbûn û carenûsa federaliyê.
Ne xêr, ne
Kurdan matemîn gêran
Li her çar qulaçkêt dinyayê gêran,
Li kela Hevlêrê gêran
Li her çar parçên
Kurdistanê gêran
Neviyên Kawayî
Li heval Samî, Şêx Yezdînî
Li Şaxewanî û
Li sed û pênc şehîdan û
Li birîndaran bûn xwedan.
Ho rûreşo
Matemîn li nava
Paytext û bajêrên
Frensa, Swedê
Li Elmanya, Japonyayê
Li Rusyayê hatine geran
Li nav befra sipî ya Kenedayê
Hatine gêran
Ho rûreşo
Li nav van matemîn û taziyan da
Mizgîniya hevgirtina Kurdan
Hat bexşîn û dengvedan
Ho rûreşo
Mêze ke kesek nîne bêjîte te,
Dest xweş û her bijî
Lewan baştir ew bû
Tu bi xwe, xwe bi hevalên
Mîna xwe ve biteqinî,
Xwe bisojî, xwe bisojî.