Kû ve çûn ji xewnên min kulî û vizîn
yên dihesûn
bêwestan kevanên xwe yên tûj?
Dimeşim dîsan hindirrê kevir
û dikevim kûratiya wî,
dûkêlkêşkek dengveder ya diçe
valahiyek tarî ya bêdever.
Belê, min jî di xwe de hebûye fezayek
ya lê pelên germistanê vedibin
daku ba û ronahiyê hemêz bikin.
Niha ez nesiriştî me,
li metbexê rûniştî me, dehlistana makîneyan
dorpêç kirime
û tava rojê
di ronahiya çêkirok re nabînim.
Li derekê ji wan hê jî li deştan şên dibe
giyayê borr lê di min de nîne
cih bo dîmenên berfire.
Destê min goc e
mêze sar e.
Wateyek ji bîr ma dema me
dinya ji nû ve ava kir.
1990