Ax meha gulan meha metamorfosan
gulana bêewr pûşbera şeqkirî
ji bîr nakim sorgulan xamekgulan na
ne wan yên hatin veşartin bin cilên biharê
Ji bîr nakim trajîka îlusyonê
qîrrînên xelkê karwanî rojê
tankan tijî hezkirin diyariyên Belçîkayê
li raserî rêyan mêş lerza hewayan
awazek şeyda ya di cengan de bi ser dikeve
pêşbîniya soriya xwînê di maçan de
û yên li mirinê mehrkirî di bircên topan ve
xamekgulên ser serê cemawerê jilhalçûyî
Ji bîr nakim baxçeyên Frensayê yên min dîtin
mîna nivêjnameyên sedsalên borî
ne bêhedaniya êvaran arîşeya bêdengiyê
ne sorgulan dirêjî tenişt hemû rêya me
çawan gulan bêhişûbîr dikirin wek ba
şerrvanên li bin baskên tirsê derbas dibin
û topên gilover yên bêteşe qerfokî
ew cilên rezîl yên geştiyarên derewîn
Tê nagihim çima ev çerxa dîmenan
herdem min digihîne heman rawestgehê
Saintre-Marthe generalek çeqên reş
xaniyek normandî li tixûb daristanokê
bêdengî li nav tarîtiyê bênvedayî dijmin
ji bîr nakim xamekan sorgulan na
ne herdu evînan yên hatin jidestdan
Gulên roja pêşîn xamekên Flanderê
şirîniya hîlebaziyê ya mirin rûyê xwe pê reng dide
û hûn sorgulên nazenîn kulîlkên şopa vekişînê
rengê agirê dûr sorgulên Anjou.