MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • Pirsa Kerkûkê û Telaşa Dewleta Tirk
    Kemal Burkay: [email protected]


    Çend roj berê li Hewlêrê mûşekek teqîya. Medyaya Tirkan, bi taybetî CNN-Turk, SKY-Turk û NTV, ku beşên medyaya Amêrîkî yên Tirkî ne, gotin li pêş Parlamena Kurd teqîyaye, gelek kes hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

    Lê Kurdan eşkere kirin ku ev xeber derew in. Belê Mûşekek teqîyaye, lê ne li pêş Parlamenê, gelek li dûrî Parlamenê. Dijminên Kurdan xwestine wê bavêjin meqerê PDK, lê mûşek ne gihîştîye hedefa xwe, li malekê ketîye, lê kes ne hatîye kuştin, tenê çend birîndar hene.

    Piştra TRT-Ýnt jî tevî van derewan bû. Heya gotin, çend roj derbaz bûye “ji mesût Barzanî û Talabanî tu xeber tune. Ev herdu çend roj e xuya nakin û dernakevin pêş medyayê. Dibe ku tiştek hatibe sarê wan. Hin dibêjin di dema teqînê da Nêçîrvan Barzanî jî hatîye kuştin..."

    Belê Tirk derewên usa bê endaze belav dikin. Dema TRT-Ýntê ev derew belav dikir, çend saet berî wê, Kurdistan TV axaftina Mesût Barzanî nîşan dida li Selaheddîn, di civîna xortan da.

    Gelo Tirk çima usa dikin? Xuya ye, ew bi xeber û gotinên han hêvî û daxwaza dilê xwe eşkere dikin. Dema tiştekî usa bibe ewê gelek kêfxweş bibin, cejnê bikin. Li himber Kurdan ji dijminahîya wan ra sînor tune. Li alî din, hîn eşkere nebû, gelo ev mûşek, ku dibêjin mûşekê katyûşayê bû, bi destê kîjan hêza xirab hate avêtin; Baasî bûn, mirovên El Qaîde bûn, yan hêz û cîheteke din?

    Yê min, berî herkesî hêzên taybetî yên Tirk tên bîra min. Mehkî berê çend tîmên wan ên taybetî li hêla Musalê hatine kuştin û generalekî wan ê bilind, bê doz û delîl, curm avête ser Kurdan û li Kurdan laf û gef xwarin.

    Gelo, hedef û armanca wan tîmên taybetî, ku çekdar bûn, çi bû? Ew bi rastî diçûne Bexdayê ji bo parastina seferata wan, yan ji bo kar û xebateke din? Piştra eşkere bû ku ev tîm bê hayê wezareta derva, ango bê hayê hukumeta Tirk û bê hayê Fermandarîya Giştî ya Tirk (Erkanê Herbê yê Giştî) derbazî Kurdistanê û Iraqê bûne. Xuya ye ew ji bo karekî dizî, bi êhtimaleke mezin ji bo karên terorîstî hatibûn şandin.

    Herkes jî pê dizane ku, Tirkîye, belkî ji Sûrî û Îranê zêdetir, dixwaze Iraqê tevde. Derdê Tirkan Kurdistana Başûr e. Bi taybetî “dewleta kûr a Tirk” di vî warî da seferber e. Dibêjin generalê Tirk Welî Kuçik û peyayekî wan ê bi navê “Yeşîl” (Mehmûd Yildirim) ku bi qetilkarî û komplo bi nav û deng e, ew jî li Kurdistana Başûr in, bi nav û nasnameyên din xwe li wir vedişêrin û karên xirab dikin. Herdu jî endamê cihaza JÎTEM ýn. Û kî zane wekî din çiqas curmkar û provokator li wir, li ser kar in.

    Divê Kurdê me di vî warî da gelek hişyar bin.

    Çend roj berê, dema nûnerên Kurdan û yên hukumeta Bexdayê li ser pirsa Kerkûkê li hev kirin, û Parlamena Kurd biryar da ku tevî hilbijartinê be li Kerkûkê jî, hingê Tirk careke din gelek aciz bûn, şemata dinê kirin. Gotin “Kurd Kerkûkê wê bikin bin desbtê xwe û em vî tiştî qebûl nakin!"

    Gelo, tiştê ku dewleta Tirk qebûl nake çi ye?

    Tiştê ku Kurd dixwazin ev e: Bila benda 58 ya Qanûna Miweqqet bi kar bê. Gor vê bendê, divîyabû rewşa Kerkûkê bê rastkirin. Ango Kurdên ku bi destê Saddamê zordest ji Kerkûkê hatibûn derxistin û hatibûn qewirandibûn wê vegerin û Erebên ku Saddam ji derên dinê anîbûn Kerkûkê jî vegerin warên xwe yên berê. Her usa jî, bo xirabkirina demografîya Kerkûkê, ew qeza û cîyên ku ji Kerkûkê hatibûn veqetandin, cardin pê ra bên girêdan. Da ku ev zulm û neheqî ji ortê rabe, gelek dereng be jî edalet bi cî bê. Bona rêvebirina vî karî komîteyek jî hatibû çêkirin.

    Lê va ye salek derbaz bû û êdî rojên hilbijartinê nêzîk bûn, di vî warî da tiştek ne hate kirin. Herçî Baasî û şovînên Ereb ku di vê komîtê da cî digrin, sexte li karê komîtê xistin, tiştek ne kirin. Amêrîkîyan jî, bi taybetî ku Ereban aciz nekin û kêfa Tirkan bînin, serê xwe pê ne êşandin. Kurd ji vê yekê helbet gelek aciz bûn. Gotin eger bendê 58 bi cî neyê ewê di hilbijartina Kerkûkê da cî nastînin û dawîya hilbijartina vî bajarî nasnakin. Hingê amêrîkanî mecbûr man civateke teze serrast bikin di navbera Kurd û Ereban da li Bexdayê. Sefîrê Amêrîkê û yê Ýngîlîzan jî tê da beşdar bûn. Li dawî biryar hate girtin ku benda 58 di dahatû da bi cî bê. Kurdê dûrketî bikaribin roja hilbijartinê bên Kerkûkê û dengê xwe bidin û Erebên ku di dema Saddam da anîbûn û li vir cîkiribûn, heqê wan tune ku li bajarê kerkûkê deng bidin.

    Lê tevî şovîn û Baasîyên Ereb ku plana wan pûç bû, şovînên Tirk jî ji vê yekê gelek aciz bûn. Tirk naxwazin ku benda 58 bi cî bö. Dixwazin ev neheqî her berdewam be. Tilîya xwe dikin nav kerên Iraqê û dibêjin “bila ev tişt bibe û ev tişt nebe!” Wek malxoyê malê ne...

    Hin dezgeyên Tirkan, wek eskerî û muxaberat di bin serokatîya Wezîrê Derva Avdilla Gul da civîyan. Medyaya wan got “Tirkîye vî tiştî qebûl nake û hin biryar hatine girtin ku pêşî lê bê girtin”. Ev biryar ne hatine eşkere kirin..

    Gelo nebe ku, qismek ji wan biryaran ji bo terorê bin?.. Eger ew mûşek berhemê hêzên Tirk be ne ecêb e… Ji van kesan her texlît xirabî çêdibe. Li himber Kurdan ji dijminahîya wan ra sînor tune.

    Divê Kurdê me li himber xirabîyên wan gelek hişyar bin. Divê çavê Kurdan tim li ser wan û peyayên wan be.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1