Zimanê Kurdî gav bi gav peresî(pêşketinî dibe) dibe. Gelê Kurd hêdî hêdî xwedîya zimanê xwe dibe. Biborîn ligel vê yekê bi şêweyekî herî hêdî hînbûna zimanê xwe dibe.
Belê raste gelê Kurd ji piştê asîmîlasyonê zimanê xwe bir kirîye. Ev nifş bi giştî ciwan û zaro ye. Ya mezinan jî zimanê Kurdî gelek xweş xeberdide. Lêbelê ev zimanê Kurdî jî Kurdîya herêma xwe ye. Geşe pê nebû ye. Di hûndîrê zimanê wê de ‘zimanê bîyanîyan cirit davêje’. Bi pêşketinî re girtî ne. Lê bi hînbûnê re jî girtî ne. Geşebûnê/pêşketinî naxwazin û qebûlnakin/napejirînin.
Helwesta nebaş zimanê Kurdî ya gelemperî/tevayî re digrin. Kurdîya gelemperî napejîrinin. Carna dibêjin jî ‘ev ziman ne zimanê me ye’.
Belê raste mirov nezan be helwesta dijwartî û neyyartî digre. Loma zimanê Kurdî ya giştî napejirînin. Em dibêjin “rojbaş”(günaydin) ew dibêje “ev çiye?” Li paşê dibêjin “ev ne zimanê me ye.”
Me got di nêv xeberdana wan de hinek bêjeya/peyvika(kelîme) bîyanîyan cirit davêje. Minak: di axaftina wan de car caran gelek “teşekkür dikem” derbas dibe. Em jî dibêjin; “teşekkür” ne kurdî ye. Gere teşekkür rakin gelek “spas dikim” bibêjin. Ev kurdîya herî rast e. Hay lo lo! Em kî re dibêjin, tû car jî banekîya/xûya xwe derbsnakevîn. Carna jî dibêjin; “spas” çiye? Ev ne zimanê me ye, “ev zimanê ermenî ye.” Ji bo hînnebûnî re riq digrin. Ev kesan di nav kurdan de rewşa tevayî digre. (Lê kurdên rewşenbîr derveyê mijarê me ye. Dubare dikim, kurdên/kesên hînbûnî kurdî re vekirî jî derveyê mijarê me ye.) Mixabin e wan di hûndîrê kurdan de herî zehf e. Balkêş e wan/van kurdên nehişyarbûyî ye.
Her netewe û mîlet xwedîya xwe û zimanê xwe derdikeve. Gelo çima kurd dernakeve?
Her xelk û gel hînbûna zimanê xwe û çanda xwe dike. Gelo çima kurd hînbûna zimanê xwe nake?
Her gel û netewe pêşxistina zimanê xwe dipejirîne. Gelo çima kurd zimanê pêşxistinî qebûl nake?
Bêguman bersiva wê gelek e. Her tişt vê yalî madem/mafîr Xwedê me re zimanê Kurdî da ye, bêguman wateyek/maneyek vê jî heye. Lewma xwedî derkevin û hînbîn. Ji piştê vê yekê kes ji bo me nekene.
Ji bo xwendina we gelek spas dikim. Rojbaş…