Li Tirkiyêyê serhêşeke herî mezin rewşa zarokên Kurdan e. Bi dehanhezar zarokên Kurd, li bajarên Kurdistana tirkiyeyê û li şaristanên Tirkiyeyê, di nav rewşeke jar û perîşan de li kuçan dijîn. Her şêwe xerabî tê serê wan, di nava jiyaneke derbeder û koçerî de dijîn.
Ev yek, gelekî serê Dewleta Tirk dêşîne û wan li hemberê dinya û alemê di hûndir û li dervayê welat di nav tengasiyê de dihêle.
Birastî li Tirkiyeyê, ev mesele, pirseke mezin û derdekî giran e. Ev zarok wek xeteriyeke dijwar xuya dikin. Herroj herroj dibin sedemên bûyer û kirinên xirab. Li wan tahda û lêdan, serdestî û eşkence tê kirin. Heta pirên wan, karên sîxurî û mafyan de tên bikaranîn. Tên revandin û kuştin, gurçik û hinavên wan tên firoştin.
Dewlet, xwedê negiravî, dixwazê li gor dilê xwe û li gor polîtikayên xwe yên helandinê û tirkirinê, vê meselê çareser bike. Lê ev devlet qet ji xwe napirse, gelo sedemê vê meselê kî ye? Çima ev çend zarokên Kurd li kuçan jar û perîşan dijîn? Çima ne li ser axa xwe ne, li van şaristan belav bûne û koçer in?
Çarekî sedemê vê yekê, dewleta Tirk bixwe ye. Ev sed sala ku li hemberê gelê Kurd şer û pevçûn, koç û nefîkirin kêm nebûye. Bitaybet jî, vî 20-30 salên dawî li hember gelê Kurd şerekî qirêj û bênav hat kirin.
Di vî şer de Kurdîstan ji binî kavil û wêran bû. Gelê Kurd, bedeleke giran dan; nefî û koçer bûn. Ketin ber derî û dertûnan, bêxwedî û xwedan man, jar û perîşan bûn. Zarok li van kuçe û kolanan bê bav û bê dê man. A ha! Ev zarokên ku qala wan tê kirin, ev zarok, mexdûrê vî şerî û vê dewletê ne.
Ger ev dewlet, dixwaze vê meselê rast binav bike û ji binî safîbike, divê carekî vê pirsa gelê Kurd safîbike, zerar û ziyana wan bide da ku yên koç kirine û bûne paneber, vegerin gund û welatê xwe.
Van rojan, li ser vê meseleyê pênc wezîrê Dewleta Tirk ku di nav wan de yê daxilî, yê dadî û yê perwerdeyiyê jî hebû, civînek pêk anîn. Ev civîn jî, li ser emr û fermanê Serokwezîr Tayîp Erdoxan hatiye kirin. Li gor ku agahdariyên gihîştiye wan, tenê li bajarê wek Stembol, îzmêr, Edene, Mêrsîn û li Diyarbekirê nêzikî 150 hezar zarokên ku li kuçan dijîn hene. Ji vê hejmarê sedî not jî, zarokên Kurdan in.
Li gor van wezîrên navdar, çareserkirina vê meseleyê jî ev e; wê li van bajaran, navendên ji bo zarokan vekin, pêşî, wê van li van navendan, ji ruh û binyata wan a kurdî dûrbixin, paşê jî wan bikin tirk û kurên tirkan.
Çareserkirina wan çawan e? Li gor min di ser de tune ye.! Lê li gor we xwendevana çewa ne Ez nizanim? Ya ku ez dizanim.Ev dewlet û wezîrê vê dewletê, dixwazin vê meselê ji kok û binî safî dikin. Yanî di yekderbî de zarokê me Kurdan bikin tirk, xwe û gelê Tirk rihet bikin.