MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • MIHRÎCANA HELBESTA KURDÎ LI SÛRIYÊ?!
    CIWAN BAJENG: [email protected]


    Gotina “Mihrecan” gotineke dîrokî ye, ji hêla belgedariya xwe ve jî, gotineke têrwate û zengîn e, ji aliyê zimên ve, ev gotin lêkdayî (Hevbeng) e, ji du peyvên xwerû (sade) pêk hatiye : ~ ”Mihr”, ku bi wateya (dostanî, hezkirin) hatiye, ~ ”Can”, ku bi wateya (giyan, rewan) hatiye. Li vê gorê, gotina ”Mihrecan” wateya dostaniya can, yan jî hezkirina can berçav dike. Dema ku em dibêjin, cejna mihrecanê, anku cejna hezkirina canan.

    Ji aliyê dÎrokî ve jî, peyva ”Mihrecanê” belegedariyeke berfireh bi xwe re digire.

    Di dîroka gelên îranî de (Kurd, Faris, Bilûç ...) du cejnên mezin hebûn, wan gelan di wan herdu cejnan, derdiketin himbêza xwezayê û ahengên şahiyê li dar dixistin.

    1~ Cejna Nûrozê, ku di 21ê meha Xakelêweyê (Adarê) de bû, di vê rojê de, dirêjahiya roj û şevÊ dibin bi qasî hev û wekÎ roja sersala nû dihat pîrozkirin û hîn jî tê pîrozkirin.

    2~ Cejna Mihrecanê, ku di 21ê meha Rezberê (êlûnê) de bû, di vê rojê de jî, şev û roj dibin bi qasî hev, ev roj jî wek cejna xweristê, cejna rez û werz û mêweyan dihat pîrozkirin, ji sipêdeyê heta êvarê, gel bi tevayî di himêza siruştê de, bi kêf û şadÎ, aheng li dar dixistin. Bi dirêjahiya demê re, cejna Mihrecanê hat jibîrkirin û navê wê bi tenê, bi têgeha aheng û festÎvalê maye.

    Di zimanê erebî de jî, ev gotin wek peyvek erebkirî, bi wateya festîvalê bi kar tê, lê ji ”Mihrecanê” bûye ”Mehrecan”. Li nik Kurdan jî ev gotin bi têgeha, aheng û festÎvalê tê xebitandin.

    Sala 1993ê, rewşenbîrên Kurd li Sûriyê (li gora pêşinyaza Koma Xanî li Helebê) biryareke tevayî wergirtin, ku roja 22ê meha 10ê, roja koçkirina seydayê Cegerxwîn, bikin roja Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê. Bê guman ew têgeha dîrokî, ya kevnar neketibû bîra wan rewşenbîran, ku navê ”Mihrecanê” li roja festîvala helbestê bikin, lê ya xweş ewe, ku tişt bi xweber li hev bûn.

    Belgedariyên Cejna Mihrecana dîrokî, piştî wiqas rojgarên dirêj, di Mihrecana helbesta Kurdî de hat, vejandin û dîsan nû bû, û bi Nûrozê re, bûn du rojên nîşankirî, her salê bi helbest, mûzÎk, stiranan dihatin pîrozkirin.

    Roja Mihrecana Helbesta KurdÎ li Sûriyê, helbestvan, rewşenbîr û mûzîkar, ji herêma Dêrika Hemo, hatin herêmma şamê, li hev kom dibûn . Gel jî, keç û xort, biçûk û mezin bi hev re, li gasînekê ji bajarê HelebÊ ~ pirrî caran ~ li hev diciviyan. Paşê, karwanê tirimpêlan, berên xwe didan sînga Çiyayê Kurmênc, nêzî Keleha Nebî Hûrî, aheng li dar diket.

    Di mihrecana (7) an de, helbestvanê Ereb Memdûh Edwan ê navdar beşdar bû, Memdûh Edwan helbesteke xweş xwend, lê berô helbestê, gotinek nirxdar got: “Heger siyaset me ji hev dîr bixe, helbest me digihîne hev.”

    Heşt salan ew Mihrecana kevnenû, bi wî şêweyê seyr û balkêş berdewam bû, bêyî ku kes wê jôngeha şaristanÎ şellû bike, ji bilî hindek astengiyên polîsî.

    Di mihrecana (9) an de, lehiya Çemê Ceqceq, bi lêmişta xwe ya kewş û mewş, bingehên wê avahiya Mihrecanê, dan ber xwe û wirde~wirde ew derizandin, gelek rewşenbÎr, seyr û matmayî mabûn û ji xwe dipirsîn: Ma ev tofana reş, ji me re ji kê hat!!! Pir kesan ewrên wê tofanê destnîşan dikirin, pir kesan jî, bawer nedikirin ku Ceqceqê Qamişloka rengîn, wê vê malxerabiyê bike.

    Mihrecana 10ê, sala 2002ê, asîman sayî û zelal bû, berf hiliya û kulîlkên Lîlozên rastiyê serên xwe li ser sîngên Çiya rakirin: Destên rêxistin û siyasetmedarên Kurd, dirêjî yekîtiya mihrecanê bûn, ew ji xwe re (tevô helbestvan û rewşebîrên wê) dabaş kirin, hindek rewşenbôrên matmayî dîsan ji xwe pirsîn: Çima bextê me reş e???, yeka me nabe du, tenê sazî û rêxistinên me ji hev dizên, 1... 2... 3... 8 ..... Di vê pêvajoya bê rûmet de, Cegerxwôn jî bû dirûşmeyeke bêwate, her rêxistinek navê wî dike mertal, ji paş wî mertalÎ, bi dengekÎ bilind gazî dike: ”Kî ne em!?” Giyanê Cegerxwîn jî, ji asoyekî dûr gazô dike: ”Sixtekarî ye!!!” Min gotiye, ”KÎ me ez?”, ne kî ne em ..!! .

    Di vê qîr û qiyamet û rikberiyê de, ew Mihrecana dîrokî, ya berî hezarên salan û ya helbesta Kurdî li Sûriyê ~berÎ (10) salan~ , her du, bi hev re bûn gerdelêlek û li asoyê tavsorka me, pirsek û nÎşandekeke pirsê niqişandin: Bi rastî jî, kî ne hûn??!!

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1