MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • Gelo sembol dighêjin pileya Pêxemberan?!
    Sed sal li ser çêbûna Apo Osman Sebrî derbas bûn
    Bêwar Ibrahîm / Qamişlo


    Li bajara Qamişlo, di şeva /05/01/2005 ê de li mala nivîskar û helbestvan Konê Reş mûmek ji sala nû re hate vîxistin û komcivînek ji yadiya çêbûna Osman sebrî re hate li dar xistin.

    Di wê komcivînê de pirsek ji zikê pirsekê derket, û dîmenek li kêleka dîmenekî hate neqişandin, sedema şevê Osman Sebrî bû lê pirsgirêkên kûr xwe belû û eşkere kirin wek:

    - Emê çawa sûdê ji serbûriyên sembolên xwe wergirin û piraniya wan serbûriyên xwe ne nivîsandine û ne tomar kirine?

    Di wê şevbuhêrkê, de bi rêka têlên telefonê Birêz Şêx Birimce û xanima xwe Kewê birazya Osman Sebrî gotina malbatê ji peşdarên şevbuhêrkê re xwendin.

    Seyda Rezo Osê bi devekî pelê pêşîn ji şevbuhêrkê xwend, hinekî sîstema rêbaza Osman Sebrî di nav rêzên Partî de şirove kir, derbasî nav ketin û vêketina Şoreşên Kurdan bû ta giha bajarên bîranînên xwe dema li zankoya Mosko şagirt bû û bi alîkariya çend xortên Kurd û Misrê simînerek li hola Zankoyê li darxistin, hingê nivîskar û rexnevan Ehmed Xemîsî jê pirsî:

    - Xwedê mala we xera bike we ji piraniya van şoreşan sodeyek jî negirt??

    Di dawiya gotina xwe de got:

    - Bê çawa em li ser şopa pêşiyên xwe dimeşin û em dibêjin xwezî wisa kiribana, yan bîranînên xwe nivîsandibana? wê sibe di pêşerojê de zaroyên me jî bidin ser şopa me û pirsên wisa bikin... vêca cegerdarî ewe ku em karibin rêka van pirsan ji ber zaroyên xwe bigrin û karên çê û pozîtîv bikin.

    Seydayê Keleş bîranînên xwe bi Apo Osman re anîn zimên û bi helbesteke xwe ku li Ser Osman Sebrî nivîsandibû ew bîranîn bi dawî kirin.. Pişter seydayê Konê reş li dirjahîya du rûpelan kurtejiyana Osman Sebrî xwend:

    (Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çênabin,dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê ji wî nifşî derbas neke,ew nifiş stewir bimîne.Û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin..

    Gel jî mirovên ne leheng nake leheng.Heger teraziya dîrokê gele,teraziya gel jî,ji zêre,gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn,lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jêre dibe dîrok.

    Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim,ewên ku navê wan di huşê her kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin,ewên ku di zindanan de,di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane..

    Lê wek nimûne,bi helkeftina ku (100) sal di ser roja zayîna Apê Osman Sebrî re derbas dibe,ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê Kurd dibînim..û vê panorameya kurt ji jiyana wî, wek wefadarî ji xwendevanên zimanê kurdî re pêşkêş dikim.)

    Û min jî gotarê xwe yê bi navê (Osman Sebrî: Serhişk mîna Sasûnê, Nazik Mîna Evînê),di vî gotarî de helebesteke xweş ji helbestên Apê Osman derbas dibe dema dike dike qêrîn û dibêje:

    Armanca milet
    Bête vejandin
    Azadî...
    Ji bo te
    Ku bi tu kesî,
    Bi tu ramanî,
    Neyê girêdan,
    Yek armanc,
    Yek rêzan,
    Yek raman,
    Xebatê bikî
    Ji bo Kurdistan.

    Mamoste Derwêş Derwêş jî di gotina xwe de basa cegerdariya Osman Sebrî kir li Serxet û Binxetê û got:

    - Heger em bixwazin rêber û berpirsyaran rexne bikin, bela bi şêweyekî şaristanî be, bi dijun û siqêfan kar û xebat winda dibe û civak li paş dimîne êdî em nikarin bi barê şert û mercên cîhangêriyê rabin di vê dema ku dinya bûye gundekî biçûk.

    Çîrok nivîs Ehmed Ismaîl di gotina xwe de pirsek balkêş kir:

    - Gelo! çima em nikarin kesên sembol bikin leheng li ser depê şanoyê? min şanoya li Barzaniyê nemir nivîsand û min xwest li ser dikê bête lîstin, her kes bi rola xwe rabû, lê kesî newêrabû xwe bide ser rola cenabê Seydayê Barzanî..Gelo çima?!

    Mamoste Ferhad Seyda, Çîroknivîs Fewaz Evdê, vekolînvan Xalid Mihemed û Şepalê Berzencî û... ku di şevbuhêrkê de amade bûn û bi kurtî nerîn û baweriyên xwe gotin; careke din ez dibêjim:

    Osman Sebrî ku serhişk bû mîna sasûnê û nazik bû mîna evînê, bê dûdilî rahişt xetîra zanyariyê bi destekî û bi destê din ve rahişt tivinga azadiyê, ta ew, çiya, xetîr, pênûs û xewna azadiyê bûn yek di sînga asmanê Kurdistanê de.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1