Min îro xeberekî rêş bihîst û ew xebera dilê min pir eşand. Apê Karapetê Xaço ku bi salan pir direj xîzmeta çand û dengbejîya Kurdî dikir, ji vê dinê koç kirîbû. Piştî bihistîna ev dengûbasê reş min yekser telefona Yerîvanê, rewşenbîrê heja Keremê Seyyad kir. Apê Kerem pir xemgîn, dengê wî jî tijî keser bû. Got, erê Bruskcan, heyf e lê rast e, Apê Karapet çu dilovanîya xwe! Ez kelgurî bûm û deng ji min derneket çimkî Apê Karapet ku dengê xwe ya delal hundira mirovan germ dikir, terka vê dinyayê kirîbû…
Apê Karapet bi eslê xwe Ermenî bû, lê ew xwe xwe tim wekî Kurdek hesiband û ta dawîya emrê xwe xîzmeta muzik û kultura Kurdan kir. Apê Karapet 103 salî bû û demên dawî de rewşa wî xirab bû. Gava 4-5 Kurdên dilsoz li peytaxta Qeneda Ottawa, biryar dabûn ku jibo sipasdarîyê xîzmetên Karapetê Xaço ji muzîka Kurdî re û taqdîr kirina ked û xebatên wî yên direj li ser dengbejîya Kurdî, alikarîyekî mutewazî birê kin, Keremê Seyyadê heja, çubû gundê Apê Karapet û diyarîya wan Kurdan şandîbûn bigehine Apê Karapet. Ew, nexweş bû û tixtor hatîbû ser wî û derzî li wî dikir. Standina diyarîyên wan Kurdên ku li Qenedayê dijîn dilê Karapetê Xaço gellekî şa kirîbû. Kurd wî jibîr nekirîbûn û taa ji welatên zehf dur ji wî re hez kirin û silavên xwe yên germ gihandîbûn.
Em wekî Kurd, heyf û mixabin qedr û qinyata dengbejên xwe, hunermendên xwe, rewşenbîrên xwe nagirin. Di saxîya wan de, em wan jibîr dikin û piştê mirina wan hestirên xwe diborînin. Hesenê Cizirî, Meryemxan, Eyşa Şana Kurdî û gelekî din li nav xizantî û tenê bûnê de koça dilovanîya xwe kirin. Milletêk, bi qinyat û qiymet dayîna nirxên xwe yên netewî peşvê derin, lê mixabin, em di vî warî de gellek paşde mane. Li nav Kurdên Qafqasya taybeti û Sovyetê gîştî, zehf dengbej, nivîskar û rewşenbîrên Kurd hene ku di şert û mercên pir jijwar de jîyan dikin û bê kes û bê xwedî ne. Şuna ku em Kurd, alîkarîya wan bikin û wan tenê nehelin, heyf û mixabin, em li hember wan gellek xemsar in yanî bê alaqa ne.
Wekî mînak, em dikanin li rewşa Karapetê Xaço dinerin: Apê Karapet dirokekê zindî bû û bi sedan kilamên Kurdî dizanî. Gelo çi qas ji wan hatin parastin? Ew qas sazîyên Kurd hene li Ermenistanê, Gurcistanê, Rusyayê, Qazakistanê û li welatên din, gelo çi kar û barên kulturî hatin kirin, çend çîrok û destan hatin xilas kirin, çend kilam, stran û zargotina me hatin tomar kirin?
Rojnameya Rîya Teze ku [di nav rojanemeyên kurdî de /Mehname] xwedî direjtirîn jiyanê ye, niha bi mirinê rûbirû maye, bi tenê hewl dana rewşenbîrên heja Emerîkî Serdar û Karlenê Çaçan li hember mirinê liberxwe dide. Her wiha, Para Kurdîya Rodyoya Yerîvanê, niha tenê niv seet xeberdan dike û rewşa wana aborî pir xirab e û çi qas xemgînîyê lê rastîye tahl heye ku, piştî hilweşana Sovyetê ti kilamîn teze nehatiye tomar kirin! Radyo bi saya xebata Keremê Seyyad û qiza wî Leylê û lawê wî Tîtal jîyana xwe didomîne û kesek nizane heta kengê radyo vekîrî be.
Gelo, jibo destek dayîna Rîya Teze û Rodyoya Kurdî û kesayetî û sazîyên wisa heja, em li benda mirina wan bin? Gelo em nikanin ji destê me tê, alîkarîya wan bikin? Eger ne li rojnamevanê heja Mehmed Aqtaş, ku bernameya delal Ronahî amade dikir, û Salihê Kevirbirî bûna, milleta me çawa ji Apê Karapet agahdar bibûya. Birastî her çend, em li hember nirxên me gellek xemsar bin jî Kurdên mina Mehmed Aqtaş û Salihê Kevîrbirî liyaqê taqdîr û sipasîyên me ne. Dest xweş kekê Mehmed û Salih jibo xebatên we…
Milletê Kurd, îro kurekî gellek hêja û ezîz hinda kir. Ez li ser navê hezkirîyên Apê Karapet dibejim “bila xudê ware te bihuşt bike”. Tu li nav dilê hemi Kurdan bê mirîn î û bê goman be, di paşerojê de, qîz û lawên te, nave te tim bi rêz û hez kirin bibîr bînin. Ez bi vî helkeftina xemdar bangek li birêvebirên Hikumeta Heremîya Kurdistanê, dikim ku nave Apê Karapet, bi nav kirina dibistanek yan jî navendekî dengbejî, bê mirin bike û hurmet û rêz girtina netewa kurd pêşkêşî hemî cihanê bike.
Ax lê lê lê wayê
Lê lê Eyşanê malxerabê
Min ji te re got
Kirasekî feleknazî li xwe meke
Li kambaxê gundê me re megere
Min ji te re got kirasekî feleknaz
Bi xwedê îro li gundê me zeynet e
Herê çi bikim
Fesad û ewanên gundê me gelek in
Îro wê ji Eyşana Elî bidin îşaretin
Sîngê Eyşana Elî mîna baxçeyê gul û şêva yê
Bi şefeqa sibê re tavê lê didayê…
Uxir be Apê Karapet, uxir be denjgbejê bê mirin, uxir be hevalê Filitê Quto, Evdalê Zeynikê, Zembilfiroş, Lawikê Metînî, Dewreşê Evdî. Uxir be kurê Bileyder(Beşîrî)ê. Uxir be mîrê dengbejan…