STOKHOLM/20.12.2004 Pêşangeha pirtûkên kurdî ya 8:emîn, di rojên 18 û 19ê Çileyê pêşin de ji xwendevanan re hat vekirin. Di van du rojan de, du nivîskarên me yên mezin ên ji Kurdistana Bakur, Kemal Burakay û M. Emîn Bozarslan jî beşdarî pêşangehê bûn û pirtûkên xwe ji xwendevanên xwe re îmze kirin.
Bilî raxistin û firotina pirtûkan, di bernameyê de danasina hin pirûkên nûçapkirî û agahdarî li ser kovara VATE hebû. Ji wan pirtûkan yek ya Zorabê Bûdî Aloian "Xewna Dîrokê" bû ya din jî pirtûkeke bi zimanê swêdî "Aylas Saga" ya Pia Hojeberg bû. Ev herdu pirtûk ji aliyê weşanxana APECê hatine çapkirin. Nivîskaran li ser pirtûkên xwe agahdarî pêşkêş kirin û bersîva pirsên guhdaran dan. Li ser xebata kovara "VATE" ku bi zazakî tê weşandin, Malmîsanij agahdarî da û bersîva pirsan da.
Di pêşangehê de, bi sedan pirtûkên kurdî û yên li ser kurdan hebûn. Pirtûkên dîrokê, helbest, roman, şano, destan, folklor, pirtûkên dersên zimanê kurdî û hwd...Alfaba kurdî ya ku di sala 1968an de li Tirkiyê û Kurdistana bakur şemaqeke hişk li ser çavê siyaseta dewleta tirk ya înkarkirin û helandina gelê kurd dabû, li pêşangehê nazenîn û serbilind xuya dikir.
Xwediyê gotina "Edebiyat gula bi stirî ye, siyaset stiriya bi gul e" edîb û siyasetmedar Kemal Burkay, te digot qey di keştiyeke kitêban de li ser behreke har û hov, ji xwe ewle berepêş diçû. Li ser pirtûka wî ya dersên zimanê kurdî "çapa şeşa" nivîsandî bû.
Hartî û hovîtiya dewleta nijadperst sedemê sereke ye ku însanên me ji xwendina zimanê xwe bêpar mane. Helbet jimara xwendevanan ne bi dilê me ye, gelekî hindik e. Ji ber ku zordestî û qedexa li ser zimanê kurdî û weşangeriya kurdî, nehîştiye ku ziman û çanda kurdan di jîngeha xwe de, bi hemdê xwe pêşkeve. Zimanê kurdî yê nivîsandinê sed sal e ku li dervayî welêt şer û berxwedanê dike. Bêguman ked û xebata salan meyweyên xwe dide û wê hîna jî bide. Ne gotineke zêde ye eger em bibêjin ku zimanê me, çanda me wê bi alikariya berhemên vê pêşangehê zû pêşda here. Êdî li nav welêt jî agirekî geş vêxistiye, di serbestî û azdiyê da ew agir dikare bi hezaran car geştir bibe. Tenê kurd baweriya xwe ji bo wan rojan xurt bigrin, bê hêvî nebin. Ew roj ne dûr in.