MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • LEHENGÊN KURD YÊN EFSANEWÎ - YÊN RAST Û YÊN SEXTE
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Hingiya Leyla Zana û hevalên wê, Hatip Dicle, Selim Sadak û Orhan Doðan piştî 10 salan ku di 09.06.2004an de ji hepsê serbest hatine berdan, û ji ber ku pir roleke xerab bi navên Kurdan dilîzin û mixabin ji ber ku ew hê jî ji aliyê pir kesan ve wek qehremanên efsanewî yan jî wek Lehengên Kurd têne naskirin û binavkirin, loma hewcyî gotinê ye, ku li ser vê mijarê gotarekê binivîsîm, da ku her kes baş bizanibe, mafê Leyla Zana û hevalên wê nîne, ku bi hest û hîsê gelê xwe bilîzin û têkevin roleke wisa xerab, ku dijminên Kurdan ji wan îstîfade bikin, û Kurd jî wek her dem, wek reben û matmayî bê bersiv li wan binêrin. Kî dibe bila bibe, gava mirov nikare mafê rola xwe bidiyê û ji binê rola xwe derkeve, diivêt zêde hilweşandinan neke û here di mala xwe de rûnê.

    Di dîroka cîhanê û di dîroka Kurdistanê de pir lehengên efsanewî yên bi nav û deng hene, û pir mixabin, hin lehengên efsanewî jî hene, ku nav û dengê wan yan nehatine bihîstin, yan jî bi zanetî bi qurbana hin îdeolojî, terîqet yan jî bi qurbana hin hêsabên şexsî hatine kirin û ew kesana wek lehengên efsanewî nehatine binavkirin. Felek wisa xayîn e, ku pir kes jî hene wek lehengên efsanewî têne binavkirin, lê bi rastî wan ev navê pîroz ti carî heq nekiriye.

    Ew jin û mêrên “lehengên efsanewî” yên bi vî navê pîroz hatine binavkirn û naskirin, ku ew bi kirinên xwe yên bi rûmet ji bo mirovatiyên li dijî zordar û kedxwaran herdem têne bibîranîn û wan lehengên efsanewî wisa di nava civatan de kok girtine, ku ramanên wan çi dibe bila bibe, êdî di nav gelan de ti rolê nalîzin. Çimkî ew kesên ev navê pîroz heq kirine, berî her raman û îdeolojiyê ji mirovatiyê re kar û xebat kirine, loma laîqî lehengên efsanewî hatine.

    Xwezil bi wan kesan, ku ev navê pîroz li wan hatiye kirine û bi vê xelata lehengên efsanewî di nava gelan de bi rûmet, şan û şeref têne bibîranîn.

    Lehengên efsanewî yên Kurd û Kurdistan

    Ger lehengên efsanewî yên Kurd û Kurdistan bêne rêzkirin û binavkirin, bê guman navê yekem ji bo me Kurdan û di cîhanê de navê wî yê pîroz Melle Mistefa Barzanî ye. Melle Mistefa Barzanî him lehengê efsanewî ye û him jî mîlada ramana (fikra) Kurd û Kurdistanê ye. Loma di dîroka Kurd û Kurdistanê de ji wî mezintir ti kes nîne. Ne hewce ye, ku ez di vê gotarê de li ser jiyana lehengê efsanewî yê Kurd û Kurdistanê Melle Mistefa Barzanî bisekinim. Min berê li ser wî gotareke dirêj nivîsîbû û kesên bixwezin dikarin him gotara min û him jî di çavkaniyên din de, ku ez li jêr didim, li ser efsanewî û lehengiya wî bixwînin.

    http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/melemustefabarzani.html

    http://www.pen-kurd.org/kurdi/kakshar/JiyanaMustefaBarzani.html
    (Çavkanî malpera Pena Kurd)

    Bê guman, lîsteya lehengên efsanewî yên Kurd pir dirêj e, mirov nikare di gotarekê de li ser hemûyan yeko yek bisekine û jixwe armanca vê nivîsê jî ne ew e. Lê hewceyî gotinê ye, ku lehengên efsanewî wek Qadî Mihemed, Şêx Saîdê Palo, Seîd Riza, Elî Şêr û Zarîfe Xanim, Leyla Qasim, Dr. Abdurrahman Qasimlo û hwd. bi bîr bînim û serê xwe li ber wan bitewînim.

    Lehengên efsanewî yên Kurdan ku nehatine bi navkirin

    Gelek lehengên efsanewî yên Kurd û Kurdistan hene, ku mixabin nehatine binavkirin. Hêvîdar im, ku rojekê derfet li her çar perçên Kurdistanê çêbibe, da ku gelê me li ser kar û xebateke zanistî bike, ku çiqas lehengên efsanewî yên Kurdan nehatine binavkirn û çiqas jî bûne cangoriya siyaseta partiyên Kurdan, ku ji bo hêsabên şexsî veşartî mane.

    Lehengên efsanewî yên sexte

    Ez bawer dikim di cîhanê de mînak nîne, ku mirov li ser efsanewî û lehengiya sexte ya Abdullah Öcalan bide. Hingiya ew ketiye nav lepên Tirkan wî hemû daxwaz û pirensîpên xwe û pirensîpên gelê Kurd dane bin lingê xwe, ku bi awayekî çavsorî û bê perwa dipelixîne.

    Roja ku Abdullah Öcalan bi destê zorê li Nayrobî, paytextê Keniya hate revandin, hên di 15.02.1999an de ber bi Tirkiyê ve, di balafirê de li hewa xizmeta xwe ji bo Tirkan pêşkêş kir û di kamara îstixbarat û generalên Tirka de, ku li teveya cîhanê hate weşandin, bi Tirkî wiha got, "Benim annem de Türk’tür, ben Türkleri çok seviyorum. Eðer bana fýrsat verilirse hizmet etmeye fazlasýyla hazýrým" (Diya min jî Tirk e, ez ji Tirkan pir hez dikim. Eger ji bo min firset bêye dayîn, ez ji xizketkirinê re zêdetir amade me). Lê ti kesî di destpêkê de fêh nekir ku ew di gotinên xwe de ji bo Tirkan çiqas ji dil de samîmî ye.

    Beriya ku Abdullah Öcalan li girava Îmralî derkeve pêşiya qaşo mehkema generalên Tirkan, wî di pey ku berê çend caran îfada wî hatibû stendin, dîsa bixwe gazî sawciyên Tirkan kir, ku ewê îfadeke nû jî bide wan. Li ser daxwaza Abdullah Öcalan sê sawciyên Tirkan, Talat ŞALK, Nuh Mete YÜKSEL, Hamza KELEŞ û nivîsyar (katib) di 03.04.1999an de bi balafirê çûne girava Îmralî ku îfada Abdullah Öcalan bigirin. Abdullah Öcalan li hemberî(hizûra) sawciyên komara Tirkan îfadeke dirêj li ser kar û barên xwe yên qaşo ji bo Kurdan kiriye da û di îfada xwe de li ser damezirandina dewleteke Kurdî wiha dibêje, ”Kürt devleti kurmanýn mümkün olamayacagý ilmen de sabittir. Gerekli de degildir.” (Bi awayek ilmî jî hatiye tespîtkirin ku damezirandina dewleteke Kurdî ne mimkûn e; ne pêwîst e jî).

    Û Abdullah Öcalan di eynî îfadê de di dereke din de jî dibêje, ku wî gotina Kurdistanê wek xeyalî bi kar aniye û ew ne otonomî û ne jî federasyonê dipejirîne. Ew di wê baweriyê de ye, ku her tişt di komara demokiratîk de çareser dibe û heyraniya xwe ji bo Mistefa Kemal tîne ziman û dibêje, ku ew Mistefa Kemal ji xwe re wek rehber dibîne. (çavkanî Kovara Serbesi Stenbol 1999 Belge: 4 ji dosya parêzerên Abdullah Öcalan).

    Mahkema Abdullah Öcalan li girava Îmralî di 31.05.1999an de dest pê kir û wî di destpêkê de got, ku ew roja hatiye Tirkiyê ti carî nehatiye îşkence kirin, wî lêborîna xwe ji qaşo şehîdên tirkan xwest, wek bilbilan bû zirezira wî û çi ji destê wî hat ji Tirkan re xizmet kir; û çi jî ji destê wî hat Kurd biçûk xistin.

    http://www.ozgurpolitika.org/1999/06/01/index.html
    (Çavkanî rojnama Özgürpolitika. Ö.P. wek çapemeniya PKKê tê hesibandin)

    http://www.milliyet.com.tr/1999/05/31/haber/hab00.html
    http://www.milliyet.com.tr/1999/05/31/haber/hab01.html
    http://www.milliyet.com.tr/1999/05/31/haber/hab02.html
    http://www.milliyet.com.tr/1999/05/31/haber/hab03.html
    http://www.milliyet.com.tr/1999/06/02/haber/hab02.html
    (Çavkanî rojnama Tirk Milliyet)

    Bi taybetî Apocî û hin kesên din jî bawer dikirin û hên jî bawer dikin, ku Abdullah Öcalan bi gotin û kirinên xwe ve taktîkan dike, ku dewleta tirk bixapîne. Lê niha her tişt qasî ava kaniyê zelal bûye, ku ew di xwizmeta generalên Tirkan de ye, ku hewl dide kokê li tevgera Kurd û Kurdistanê bîne. Ne hewce ye ku mirov zêde li ser Abdulah Öacalan bisekine, çimkî hemû daxwûyaniyên wî yên ku ew bi parêzerên xwe re dide raya giştî eşkere ne. Abdullah Öcalan di wan daxuyaniyên xwe de raste rast dijminhiya Kurdan dike û aqil dide Tirkan, ku ew çawa Kurdan bixapînin û jiyana dewleta xwe dirêj bikin.

    Her kes, Apocî jî û yên din jî rastiyê dizanin, lê mixabin dem dema tirsonek, newêrek û xwefiroşên rantçî ye. (Rantçî = mirovên malperest, ku ji bo çend qurişan bê rûmetî jiyana xwe didomînin). Ez van gotinan ji bo kesên ku bi zanetî li pê siyaseta Abdullah Öcalan û generalên Kemalîstan diherine dibêjim.

    Ez li jêrê çavkaniyekê didim, ku ji aliyê nivîskar Cemîl Demîrcan ve li ser “Tirs û Mêrxasî” hatiye nivîsandin û hewceyî gotinê ye, ku ji aliyê xwendevanan ve bêye xwendin.
    http://www.kurdinfo.com/nivis/cemdem3.htm

    Beriya ku ez vegerim ser mijarê, hêjayî gotinê ye, ku li ser derew û îftirayên Apociyan çend gotinan bêjim, bila rewş baş zelal bibe da ku Apocî û ti kes êdî nikaribin angaşt(îdîa) bikin, ev tiştên bi îspat û bi çavkanî (ew çavkanî, ne tenê çavkaniyên biyaniyan e û herwiha çavkaniyên PKKê bixwe ne jî) li ser Abdullah Öcalan têne nivîsandin wek antîpropoganda û an jî derew bêne rayêdan. Apocî her dem lê dixebitin, ku Kurdên rojhilat, Başûr, Başûrê Biçûk, Kurdên Rûsiyayê, yên Erîvanê û Kurdên Bakur yên cahîl, ku haya wan ji dinyayê tine ye û Kurdên bi zimanê Tirkî nizanin bixwînin û binivîsînin bi van gotinên vala – ku ezê li jêrê li ser Ahdullah Öcalan bidim – bixapînin.

    1. Apocî ji Kurdên ku bi Tirkî nizanin re û derfetên wan tine ye, siyaseta Apo baş bişopînin, ew hemû gotinên wî yên xerab li ser Kurdan ji carekî ve red dikin û wek antîpropoganda didin xuyakirin.

    2. Ji hinekan re jî dibêjin, goya serokê wan Abdullah Öcalan taktîkan çêdike, ku Tirkan bixapîne, loma tewşomeyşo diaxive.

    3. Ji hinekan re jî raste rast dibêjin, ku ger ew (Abdullah Öcalan) di îxanetê de be, dê ew jî (Apocî jî) têkevin îxanetê.

    4. Û ji hinekan re jî dibêjin, ku Apo bibe serokê MHPê partiya Tirkan ya faşîst jî, dê bi wî re bin. Çimkî hebûn û tinebûna wan bi Apo re girêdayî ye.

    Yanê bi kurtayî Abocî gorî kesan şerbetê didin ber devê wan û di seriyan de tevliheviyê çêdikin. Loma jî ewqas tevlihevî heye, ku pir kes jî êdî nizanin çi bikin.

    Ezê di vê nivîsê de li ser gotinên Abdullah Öcalan mînakeke din jî bidim. Îfada ku min di gotara yekem de behsa wê kiribû, ku Abdullah Öcalan di 03.04.1994an de dabû sawciyên Tirkan, ku ew di dawî de li ser şewitandina ala Tirkan di Kongra HADEPê de ji aliyê endamekî HADEPê ve pêk hatibû, hêrs dibe, don ji Tirkan re dihelîne û wiha dibêje:

    Yakalandýðýmda da Türk bayraðýna saygýmý öperek gösterdim. (Dema ez hatime girtin, min ala Tirkan maç kir ji ber ku ez jêre bi rêz im/rêzê digrim) (çavkanî Belge: 4 ji dosya parêzerên Abdullah Öcalan)

    Ji ber ku Abdullah Öcalan roja dîl kete destê Tirkan, ji 15 sibatê heta dawiya meha Nîsanê 1999an (û hêjî) wek bilbilan ji sawciyên komara Tirk û ji generalên Tirkan re hemû gotinên ku kêfa Tirkan jêre dihat, ku bi pirensîpên Kurdan dilîst, wîçiya. Loma ji aliyê Konseya serokatiya PKKê di dawiya meha nîsanê 1999an de daxuyaniyek hate belavkirin, ku ew êdî bi gotinên serokê xwe îtîbar nakin, ji ber ku ew di esaretê de ye, loma dê êdî tenê lê xwedî derên, lê dê guh nedin gotinên wî.

    Dema ku ez van rojana di Înternetê de di malpera ÖP de li daxuyaniya ku Konseya serokatiya PKKê li ser Abdullah Öcalan belav kiribû geriyam, ez li rastî matmayiyek din jî hatim, ku Özgür Politika ev daxuyanî û hemû gotinên di wan rojan de, ku êdî Konseya serokatiya PKKê guh nade gotinên Abdullah Öcalan ji malpera xwe ya Înternetê derxistiye. Loma ez mecbûr mam, ku orjînaliya rojnamê peyda bikim, ku wek çavkanî bidim. Ew tiştên di rojnama ÖP de der mafê Abdullah Öcalan de, ku serokatiya konseya PKKê dê êdî guh nede gotinên wî hatine nivîsandin û mirov niha nikare li ser malpera wan ya Înternetê bixwîne, di van rojan de hatine nivîsandin. 26,27,28,29 û 30ê nîsênê 1999.

    Ezê hewl bidim, ku di nivîsa xwe ya dawî de him belgeyên li ser îfada Abdullah Öcalan, ku di Kovara Serbestî de di sala 1999an de li Stenbolê ji aliyê parêzerê (Avûkat) Apo yê berê birêz Ahmet Zeki Okçuoðlu ve hatibû weşandin, him daxuyaniya konseya PKKê di meha nîsanê 1999an de, ku ew êdî guh nadin gotinên wî û him jî hin belgên din, ku ji dijberên (muxalefetên) PKKê di malperên xwe yên înternetê de belav kirine bidim.

    Leyla Zana

    Leyla Zana jî wek Abdullah Öcalan ne Qehreman e û ne jî Efsanewiya Kurdî ye. Bê guman Leyla Zana jineke pir derdkêş e. Çimkî mêrê wê Mehdî Zana ji bo tevgera Kurd û Kurdistanê 10 salan di zîndana Diyarbekirê de îşkence xwar û wê jî zarokên xwe bi serê xwe mezin kirin û jiyana wê her roj bi zilm, zordarî, îşkence û çûyîn û hatina hepsa Diyarbekir derbas bû. Bi hezaran jinên leheng yên Kurdan hene, ku ew derdkêşiya Leyla Zana dît, hêjî dibînin. Mirov dikare bêje, ku Leyla Zana bi saya mêrê xwe Mehdî Zana gihîşte vê merhelê.

    Bi rastî ger Qehremanên Efsanewî bêne bi rêz kirin, mêrê Leyla Zana, Medî Zana jî ji wan Qehremanan yeke ku bi mêrxasî di hepsa Diyarbekir de li berxwe da û serê xwe li ber dijmin xwar nekir. Loma her kes baş dizane, ku Mehdî Zana mirovekî Qehreman e û jêre rêzê digire. Lê hingiya Leyla Zana ji hepsê derketiye û rolek pir pîs dilîze, ewî heta niha qet dengê xwe nekiriye û rewşenbîr û welatparêzên Kurdistan ji vê bêdengiya wî birîndar in. Hêviya min û hêviya hemû Kurdên welatperwer ew e, ku Mehdî Zana dengê xwe bike û vê rewşa tarî zelal bike, ku xwe jî ji bin hin tawanbarî û tohmetan xelas bike.

    Leyla Zana bar û mîsiyoneke wisa giran daye ser milên xwe, yan jî dane ser milên wê, ku ew nikare ji binê vî barê giran derê. Leyla Zana niha ketiye cohek wisa xerab, ku di dawiyê de ji wêrê jî silametiyek bi xêr nîne. Her çiqas navê Leyla Zana di nav navên rewşenbîrên Kurd de hatibe naskirin jî, dîsa bi bîr û baweriya min li ser kirinên wê yên xerab ew layîqî vî navê hanê jî nîne.

    Him Tirk û him jî gelek Kurd hêjî li ser Leyla Zana dinivîsînin û dibêjin, ku goya wê di parlamena Tirkan de bi Kurdî sond xwariye. Rastî wisa nîne. Leyla Zana di sala 1991an de di parlamena Tirkan de destê xwe da ser Zagona bingehî ya Tirkan û bi Tirkî sonda Zagona bingehîn ji bo mepûsiya xwe ya parlamenteriyê xwar û di dawî de bi Kurdî wiha got, “Ez ji bo biratiya gelê Kurd û Tirk vê sondê dixum” Mesele ewqas e, ne kêm û ne jî zêde ye. Leyla Zana ji bo van yanzdeh gotinên Kurdî 10 salan di zîndana Tirkan de ma.

    Leyla Zana û hevalên wê ne ku Qehremanên Efsanewî bûn, ku wan bi vê cesaretê reaksiyon di parlamena Tirkan de rayê dan. Leyla Zana û hevalên wê baş dizanîbûn, ku him bi mîlyonan Kurd û him jî raya giştî bi wan re bûn, loma Leyla Zana ev cesareta di xwe de dîtin, ku di parlamena Tirkan de bi rengê kesk, sor û zer li ser eniya xwe û bi yanzdeh gotinên xwe yên Kurdî reaksiyon rayê bide.

    Ka binêrn li van sosretan û gosirmetan, ku tiştên Leyla Zana dibêje

    Dinya-Alem dizane û dibêje, ku li Tirkiyê îşkence heye û Mehkema Ewropa ya mafê mirovan heta niha bi sedan biryar Tirkiye di warê îşkencê û warê mafê mirovan de mehkûm kiriye, lê Leyla Zana ji bo ku xelata Saxarov ya aştiyê, ku di sala 1995an de dabûn wê di 14.10.2004an de ji parlamena Ewropa bi destê xwe bistîne û di axaftina xwe de bi zimanê xwe yê lewitî ji Ewrûpiyan re got, ku li Tirkiyê îşkence tine ye. Di pêyî standina xwelata Saxarov re Konferansek ji bo çapemeniyê bi serokê parlamena Ewropa birêz Borrel re hate li darxistin, rojnamegerekî li ser îşkencê ji Leyla Zana pirs kir û wê jî wiha bersiv da:

    Ýşkence geçmişte vardý. (Îşkence berê hebû)
    http://www.milliyet.com.tr/2004/10/14/index.html
    (Çavkanî rojnama Tirk Milliyet)

    Û li ser pirseke ku îçkence li Tirkiyê bi sîstematîk e an na? Leyla Zana wiha bersiv dide:

    Li Tirkiyê bi awayek sîstematîk îşkence çênabe.
    http://www.nadir.org/nadir/initiativ/isku/AKTUELL/2004/42/123.htm
    (Çavkanî rojnama Alman Frankfurter Rundschau)

    Leyla Zana ji bo serokê Parlamena Ewropa Josef Borrel li Stenbolê di 05.12.2004an de xwarinek pêşkêş kir û di axarftina xwe de wiha dibêje:

    Biz Türkler çok misafirperveriz (Em tirk, gelekî mêvanperwer in)
    http://www.milliyet.com.tr/2004/12/05/siyaset/siy04.html
    (Çavkanî rojnama Tirk Milliyet)

    Ê baş e, Leyla xanim di kû re bû Tirk û di kû re jî bû mêvanperwera Tirkan? Lê Leyla Zana di rojên dawî de bi tewşomewşo (bi Tirkî dibêjin, zýrlamaya devam ediyor) berdewam dike û li dev û dora xwe direşîne.

    Û Leyla Zana li ser îmze-şûnde-kişandina xwe û hevalên xwe, ku ji aliyê Enstîtûta Kurdî li Parîsê ji bo daxwazên Kurdan û hwd. de di çapemeniya Ewropa de, yên wek The International Herald Tribune û Le Monde de hatibû weşandin û ji bo demgirtina Tirkan, ku muzakerê ji YE bête standin, bi taybetî li ser daxwazên Kurdan di çapemeniya Tirka de wiha dibêje:

    "Bazý Kürtler Türkiye’de Kürt sorununun çözümü için Ýspanya’yý, Ýrlanda’yý, Ýtalya’yý hatta Kýbrýs’ý referans ya da örnek model olarak gösterebilir. Fakat Türkiye Kürtleri’nin ezici bir çoðunluðu ve temsil ettiðimiz siyasi misyon, Türkiye’de Kürt sorunun çözümünde, otonomi-özerklik içeren federatif çözümlerin çaðýmýz ve günümüz koşullarýna uygun olmadýðýný düşünmektedir"

    "Belkî hin Kurd dikarin li Tirkiyê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, Îspanyayê, Îrlandayê, Îtalayayê û herwiha Qibrisê wek referans an jî wek modelek rayê bidin. Lê belê ji bo piraniya Kurdên Tirkiyê û mîsiyona siyasî ya ku em temsîl dikin, di çareserkirina pirsa Kurdî de li Tirkiyê, otonomî û daxwazên federatîv li gorî şertên îro nakevin."

    Û wek mînak ji malpera Avesta Kurd:

    "Belkî hinek kurd bixwazin ji bo çareserkirina problema kurdên Tirkiyeyê modeleke mîna ya Îspanya, Îrlenda, Îtalya di cih de bibînin, û ji Tirkiyê bixwazin weke ku ew mafê Qibrisiyên Tirk dixwaze, bide Kurdan jî, lê belê piraniya Kurdên Tirkiyeyê ku em wan temsîl dikin, ew federalîzmeke otonomî li gora şertên îro naxwazin..."

    http://www.avestakurd.net/Avesta%2075/rewsenbiren%20kurd%20ilan.htm
    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~2@tarih~2004-12-10-m@nvid~508657,00.asp
    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~1@w~1@tarih~2004-12-11-m@nvid~508864,00.asp

    http://www.hurriyetim.com.tr/haber/0,,sid~2@tarih~2004-12-12-m@nvid~509309,00.asp
    Çavkanî rojnama Tirk Hürriyet.

    Leyla Zana û hevalên wê di her firsetê de Komara Demokratîk ya Tirkan diparêzin. Ramana komara Demokratîk daxwaza generalên Tirkan e, ku ji aliyê Abdullah Öcalan ve li girava Îmralî hate avêtin û apociyên ku bendeyên(qûlên) wî ne, dixwezin vê mantiqa gemar bi Kurdan bigerînin.

    De ka binêrin, ev karê Qehremanên Efsanewî yên Kurdan e? Bê şik û şûbhe na. Ev tofan e, ku hatiye serê Kurdan. Ev tofana wek tofana Tsûnamî ye. Mirovên bi pirensîpên gelê xwe bilîzin, nikarin bibin Qehremanên Efsanewî. Kesên wek Abdullah Öcalan û Leyla Zana yên xwe wek Qehremanên Efsanewî yên Kurd îlan kirine, dest, dev û lingê xwe li ber Tirkan girêdane, li ber wan bûne wek pepûk û mêşan û ji Tirkan re xizmetê dikin, nikarin bibin serok û rêberên gelê Kurd.

    Û mirov tenê bi xelat û melatên xelkê jî nabe Qehremanê Efsanewî. Xelata herî mezin ew e, ku mirov heta hetayê di dilê gelê xwe de wek Qehremanê Efsanewî bimîne.

    Leyla Zana li halê xwe û belengaziya xwe nanêre, di ser da rewşenbîrên Kurdan rexne dike û dibêje, ku her yek li Ewropa li têlekê dixe. Eger rewşenbîrên Kurd û saziyên wan yên bi salan (herçiqas kêmasî, şaşî û xerabiyên wan hebin jî) kar û xebat li Ewropa nekirana, ne Leyla Zana dibû xwedî xelat û ne jî niha dikarîbû bihata Ewropa cirîtan bavêje û bi pozê lingê xwe derê Ewropiyan vebike.

    http://www.milliyet.com.tr/2004/12/14/index.html
    (Çavkanî rojnama Tirk Milliyet)

    Nivîskarê Kurd Mahmud Önder jî nivîsek gelek balkêş bi zimanê Kurdî li ser Leyla Zana di malpera Kurdistan Post de weşandiye û ez wê nivîsê û 2 nivîsên Selim Ferat ku bi zimanê Tirkî di rojnama ÖP de di 15 û 22.12.2004an de hatine weşandin jî wek çavkanî li jêr didim.

    http://kurdistan-post.com/modules.php?name=Sections&sop=viewarticle&artid=159
    http://www.ozgurpolitika.org/2004/12/15/hab47.html
    http://www.ozgurpolitika.org/2004/12/22/hab54.html

    Wekî din min di gotara xwe ya ku di 13.06.2004 de li ser serbestberdanna Leyla Zana û hevalên wê belav kiribû wiha got:

    Hêvîdar im, ku serbestberdana Leyla Zana û hevalên wê di xizmeta doza gelê Kurd de berdewam be. Eger Leyla Zana û hevalên wê şaşiyan nekin û di xeta Îmralî de nemeşin, dê bikaribin di siyaseta Kurdan de him li Tirkiyê, him li Ewropa û him jî di cîhanê de rolên pir mezin bilîzin. Lê pir mixabin, ku rewş wisa nayê xuyakirin, ku Leyla û hevalên wê serbixwe tevbigerin. Ger ew bi gotina Adullah Öcalan ve siyasetê bikin, dê dawiya qehremaniya xwe bînin. Çumkî rêxistina Apociyan ne rêxistineke demokratîk e, hên jî rêxistineke bi metodên Stalîn û Kemalîzimê kar dike ye. Loma ew qehremanên ku Apocî ji nav xwe derdixin, qehremanên ji bo demekê ne. Çumkî dema qehremanên wan ji xeta wan dertên û ji wan re ne loyal bin (sedî sed sadiq), wê hingê Apocî pir bi hêsanî dikarin serê qehremanên xwe berjêr bikin û karê wan di nav gel de biqedînin. Bi hezaran mînakên wiha hene. Wek Şemo, Osman Öcalan û yên din.

    http://www.yekiti.de/INDEX-Dateien/k6.htm

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1