MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • DEWLETA TIRK JI TIRKMNAN Û KERKÛKÊ BÊHÊVÎ MA!
    M. Şerîf MÜŞTAK: [email protected]


    Xwe hilavêtina dewleta Tirk a şowen û dagirker bawerî neda Tirkumana. Tirkuman ji bo hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, heroj bi qûfla tên xwe tavêjin gelê Kurd, xwe têxin di bin bazkên Kurd û kurdistanê de. Bawerîya xwe bi gelê Kurd tînin û ji tirkîye paş di kevin. Terorîstên bi navê islamî û netewa Ereb derketine holê baweriya gelê ereb li wa nemaye, ji wan tejî bûne, pêwiste ew jî bêne hişyar kirin, di tarîyê de mane, ji bo wa ronahî gelê Kurde.

    Heftiyek ma ji bo hilbijartinên Kurdistana federel û Iraq. Rojev hilbijartine, bila hemû Kurd kar û barên xwe baş bi zanibin. Kî bi pênûsa xwe, bi şexsîya xwe û heger ko yek li kurdistanê bê, bi la bi kolan û mala bi kevin, ji bo kurd beşdarî hilbijartina bibin arîkar bin. Xwe bighênin hemû insanên kêmnetewa, wa li xwe bi pêçin û dengê wa bistênin. Tirkuman ne li gel dewleta Tirkin. Tirk fêr bûne tiştên piçûk mezin dikin, şeng û şepala xwe mezin nîşan didin. Şowenin, kultura wa inkar kirine. Dewleta wa di kevê ber hilweşandinê ko kesê wa nasnakin di bêjin qey xwûrtê dinya yê ewin. Em virên wa jî işkere bikin û giranîya xwe berdin ser hilbijatina. Bila kes nebêjê ez li derveyî welatim ti ji mi nayê, ev ne rastê. Xwe bighênini cîranê xweyê kurd, ereb, asurî, kildanî û tirkuman wa rehnî bikin. Bi telefona, name, internet û tevayê rêyen bersiv û agahdarîyê bi kar bînin û bi din pêk anîn. Kesên li Kurdistana başûr û Iraq, roja hilbijartinê pêşîvanîya ser sindoqên denga bikin. Kesên ku hun bi zanibin wê dengê xwe ji bo feyda gelê Kurd bi kar bînê wa bi kişînin ser sindoqên denga. Herkesê ko xwe welatparêz û berpirsîyar dibînê bila şev û rojên xwe bikin yek. Wextê dîroka kurdistan-Kerkûk û polîtîqa dagirkera rexnekirin, lêkolîn kirin zehfe. Li hilbijartina vegerin û bila herkes bi fikirê ka çawa dikarê dengekî li dengê gelê kurd zêde bikê. Her dengek fetihkirina cebhekêye,dest xistina peymaneke dîplomasîye. Em dev ji edebîyatê berdin li hilbijartinên Kurdistana azad vegerin.

    Rojên kevin tên bîra kêmnetewên li Kurdistana Başûr dijîn. Di zanin dewleta Tirk ji boyî wa bi Iraq û Sedamê dîktatör re ti problem çênekirine û li ba xwe nedîtine. Ew Îro bi saya berxwedana gelê Kurd û Kurdistan azad dijîn. Pêwist e ku Tirkman dengê xwe bidin lîsta Kurdan.

    Kurda li Kurdistana Başûr mafên demokratîk û insanî daye tevayê kêmnetewan, herkes xwe azad dibînê, Tirkuman bi qefla xwe tavêjin nav çeng û perên gelê Kurd. Bi deng danê jî li gel gelê Kurdin. Dengdana Kerkûk a gelê Kurde û wê bi bê azadîya hemû kêmnetewan.

    Azadîya kêmnetewên li Kerkûk bi Kurd û Kurdistana Başûr ve girêdayî ye. Tirka ticara arîkarîya Tirkumana nekirine. Ew bi xwe birçîne û heroj li ber deryê xelkê di gerin, bi perê faîzê û karê mafya yê dewletê di meşênin.

    Dijminahîya tevayê cîranên xwe dikin, tevayê gelan di bin xwe re dibînin, gelên weke Ermenî Asurî û Kildanî qelandin. Dîrokê salaye li qirkirina gelê Kurd di xebitin. Zilmin, zalimin û dagirkerin. 31 sale qibris vegirtine, kûrê serokê Tirkên qibrisê çû peseporta Rom wergirt. Mezin taxivin piçûk dibin, bilind di firin nivz di kevin û fedî nakin. Her wextê dilopên xwînê ji devê wa di kevin. Tecawizî heyîna neteweyên cîran, sîyaseta cîhanê û tîra tavêjin ezmana.

    Çi problemên Tirkumanên Kurdistanê bi hêvîya Tirkîye ve hene, ma notirvanên Iraqin?

    Tirkmen baş dizanin, ku ne zanibin jî, divê bi zanibin ku dewleta Tirk, di xwazê wa ber qûrbanî xwe, dewleta xweya dest bi xwîn û dev bi xwîn bikê. Tirk ne aşiqê çavên kesêne.

    Rejîma Bees a Sedamê dîktator ku li serê gelê Kurd û kêm netew Aşûrî, Keldanî û Tirkumana kir, li serê gurê çol û çîya nekir. Tirkumana di vê wextê de ji ber zilma Sedam ne di karîn bêjin o xweş bi vê seetê, an bi vê rojê. Gelek kes di hepisxane û îşkencexana de kûştin, seqet kirin, bi dîrokên sala hiştin di heps û zêndana de. Gelek jê bi sêpîyan ve daleqandin, gelek dane ber gûla kûştin, malên wa şewitandin, talan kirin û penaber ketin.

    Karê Tirka ji bo tevgera gelê Kurd û Kurdistan bi ser nekevê. Dewleta Tirk ji bo Tirkumana, ji Iraq û Sedamê dîqtator re, rojekê gotineke ku mêş pê bi êşê nedigotin. Zilma Sedam li ser Kurd û kêm netewên li Kurdistanê dikir, ji bo tirkîye bazirganî û payeke baş bilind bû.

    Bi xwîna deh hezaran Pêşmerge, dest ketîyên gelê Kurd, Tirkuman asurî û Kildanî li jîyanê hişyar kirin. Van kêm netewa di pratîka tevgera Kurd û Kurdistan de demokrasî, mafên xweyê demokratîk û insanî bi tevayî, ji destê gelê Kurd weke dîyarî, perû û xelat wergirtin. Di bînin ku Kurd, ji tevayê gelên rojhilata navîn demokratirin. Ji demoqratîk bûnê, demokrasîyê û azadîya bêhtir hes dikin, modernin. Tirkuman ne dînin ku xwe bikin kevrê qûnê, pêleyîstok û berxwerê Tirkîyê.

    Ji sala 1970-5 û ji sala1991-2005 a kêm neteweyên ku li Kurdistana Başûr dijîn, bi saya tevgera agelê Kurd û Kurdistana Başûr 2 cara bayê azadîyê li wadaye û temijandine

    1-Wexta serokê nemir Mustafa BARZANÎ sala 1970 û bi destxistina Otonomî 2-Îrojî Kurdistana Başûr a Federal.

    Tirkuman mafên ku gihayîn wa, nadin bi şöwenîzm û inkara dewleta Tirk. Bêhtirên Tirkumana di zanin kû Tirkîye ne demoqrate û ti mafa jî nasnakê. Tirkumanê ku ji ber zilma Sedam bazdayîn, bi penabirî hatine Tirkîye ji nêza û birça dimrin. Gelek jê ji birçî bûn mecburî dizî û parsê bûne. Hinek ji wa, ji birça bûne qontra û ji dewleta Tirk re Kurda di kûjin. Dewleta Tirk di qemerîyê qûl nadê bi pîlaxên wa, ji xeyrî wa bikê qatil û bikê Kurd kûj.

    Daxwaza dewleta Tirk a ji bo Kerkûk, 2 egerên giring hene

    1-Xeyala ku careke dî bibê xwedîyê axa Ereba. E v jî jêre di bêjin „Heyhat“

    2-Gelê Kurd bi mînê lawaz û her bin dest bê. Lê rêya azadî û serxwe bûnê roj bi roj vedibê

    Dewleta Tirk di zanê kelha zilmê wê bi destê gelê Kurd bê hilweşandin. Ji ber ku Kurd aştî xwazin, demoqratin, li gel mafên demokratîk û însanîne. Tirk û dewleta xwe çar bi çar li dijî vê jîyanê ne. Lewma li kîjan perçên kurdistanê ku Kurd ling didin berxwe, Tirk êrîş dikin.

    Tirkîye di xwazê şer ji Iraq xilasnebê, tevlîhev kirin li hesabê wêye, tilya wa di şerde ye. Tevayê çapemenîya wa arîkarîya terora li Iraq dikê. Fihêt nakin di bêjin „Em li dijî terorê ne“.

    Li dijî hemû destketîyên neteweyî ê gelê Kurd derdikevê, dikê û nakê, nikarê li Kurdistana Başûr tevlî hevîya çêkê, bê çare maye. Ji bê çaretî heroj xetên sor nîşan didê û Kurda tehdîd dikê. Hêrs bûna Tirka nîşan didê ko bêhtirên Tirkumena gûh nadin leq, leq û şeq, şeqa wa. Hingî xetên sor nîşandan û hatin heşifandin, bawerîya Tirkumana jî li wan nemaye. Libên ji Tirkmena hevaltîya Dewleta Tirko dikin, gelek ji wa kontra dewleta tirkin, hayê wa ji kûştina Kurda û leşkerên Emerîqan heye. Ev jî bê şik e. Ne vale bû ku telîs ketin serê leşkerê Tirk.

    Alîgirên Partîya Nîjadperest a Tirkman hindikin. Piştgirên dewleta Tirkîye ewin, ew bi xwe behtirên wa kontrane, mafyane û bi navika xwe girêdayî ne bi dewleta ko tarî a Tirkîye ve.

    Tirk dibêjin „Kes nikarê bi rêyên ne fermî mudaxeleyî axa hin dî bikin“ Lê ew bi xwe heroj sînorên Kurdistanê di bin lepên xweyê qirêj de di eçiqînin, guh nadin peymanên navneteweyî.

    Gotina serhatî dibêje „ Ku ecelê bizinê tê diçê nanê şivanê xwe di xwê, an di bezê ser gidîşa dexla xelkê“ Vêca ez hêvîdarim ku Dewleta Tirk dev ji xwarina nanê şivanê xwe û bezîna ser gidîşên dexla xelkê berdewam bike.

    George Bush dûhî roja pêncşemê 20.01.2005 dêlindêzîya wî a sund xwarina serok dewletîyê bû.

    Di axiftina xwede vekirî got „Bila hemû kesên di bin darê zorê de dijîn û bê hêvîne bila bi zanin: Emerîqan ne çavê xwe li zilma li wan têt kirin digirê û ne zaliman efû dikê. Çaxê hun ji bo rizgarîya xwe tê koşîn bikin, emê li ba hewe bin.

    Gelê Kurd dîrokê sala ye ji bo azadî û serxwe bûna xwe li ber xwe di dê. Bi sedhezara şehîd daye. Bi milyarên dolara xesar zîyan bûye. Bi deh hezar gertin, birîndarî çêbûye. Gûnd, bajarok, bajar, dexil, daristan û tevayê Kurdistanê agir dîye û hatîye şewtandin. Berxwedan berdewame. Em gelê Kurd di bin zor û zilmê dene. Zilma li ser gelê Kurd heroj bilindtir dibê.

    Me axa ti gelan ne girtîye bin destê xwe, me kes ji ser axa wa bi darê zorê ne kirîye penabir.

    Em gelê Kurd li ser axa bav û kalên xwene. Li ser axa xwe di bin zorê dene û bi zorê têne penabir kirin. Ez hêvîdarim ku gotina George Bush bi bê tarîx ji bo azadî û serxwebûna gelê Kurd û Kurdistan.

    Bremen- Şemî, 2005.01.22

    WAWEYLÊ WAWEYLÊ MILKÊ BAVÊ TIRKO JI DEST ÇÛ!

    M. Şerîf MÜŞTAK
    [email protected] Îro şeveqê ji bo hilbijartinên li Iraq û Kurdistana Başûr, min li ajansên Tirko temaşekir, bê ka çi cihan li serê wa xira bûye, çi heye û çi erdheje. Yekemîn didest pêka ajansa CNN-Tirk de go“ Enqere Kerkûkê ji nêzîk ve dişopînê, Kurdên ji derve hatîn Kerkûkê mêzîna hilbijartina digûherînin. Ji bo Meclisa Encûmenê Kerkûk ji sedî heştî û sisêya dengê Kurda zêde dikê. Tirkuman dikevin bin linga, hingî diçê Enqere hêrs dibê“

    Vêca ma ji roja Sedam hilweşayî û virde li serê Tirko nebûwe roja waweylê û heşrê?

    Çawa dîrok wê dibarekê ku, kurd dîsa bibin xwedyê Kerkûkê? Dinav dewleta Tirko de bûwe roja waweylê. Kurdên Basûrê Kurdistan bê tiving, bê rext, bê narîncok, bi sîyaset, bi hilbijartin, bi dengdanên gelek bêhtir xwîya kir ku Kerkûk a gelê Kurde

    Kurd û Tirko ji hev zewicî bûn, nevî û çiçirkên wa ji hev çêbibûn, weke goşt û hestî bi heve mabûn, de ka Kerkûk bi dengdanê, bê xwûn, bi deh hezara dengên zêde û bi fermî weke di neynikê re dixwîyê ku wê bighê Kurda,

    Piştî evqas vir, derew, teşqele û înkara dîrokê, ji bo Tirko ma ev nabê weke roja heşrê û waweyla li ber mêzînê?

    Waizên Tirka dibêjin„Kengî Kurd bi bin xwedî dewlet, dinya wê xira bi bê“ ma bê emrîya xwidê halo çê dibê ku Kurd bi ser kevin?

    Heftîya borî min bi sernivîsekê gotibû dewleta Tirk ji Kerkûkê û Tikumana ma bê hêvî. Eve xwîyakir ku hêvîyên Tirka êdî bi carekê heşifîn, xetên sor jî pere nekirin, tirkumana jî hêvîyên xwe ji Tirko hêdî hêdî qût dikin. Çend qontrayê Tirko li dor Kerkûk hene, bi şîreta Tirko nakevin hilbijatinê. Ji îro pê de dixwazin vê ji bo xwe bikin propaganda. Lê ew jî heyhat e.

    Berî niha bi xeyala û bi xewna petrola Kurdistana Başûr dikirîn difirotin, dixwew de varîlên petrolê dinav cihên razanên wa de diteqan. Ji xwew şîyar dibûn ku didestê wade tiştek nîn.

    Îran vêca bê bomba barankirin, gelo serê Tirko wê li ser kîjan balgehî bê, stiwê wî wê ji kîjan balgehî neêşê?

    Mirovatî û biratîya Tirko„Kevrê qûnê ye“ ev gotin li biratî û hevaltîya Tirko pir dixwê. Tirko difikirê, xwida emir nekirîye ku Kurd azad û serbixwe bin û ku bi karibin, ew jî nahêlin.

    Derf ji bin zikê wa filitî ye, Tirkuman ji refê Tirka qût dibin, hêvîyên wa heroj lewaztir dibin dengên Kurda. zêdebûn, Tirkuman li xwe hişyarbûn ku berjewendîyên wa bi gelê Kurd re ne.

    George Bush roja pêncşemê 20.01.2005 dêlindêzîya wî a sund xwarina serok dewletîyê cara didowa bû. Diaxiftina xwe de vekirî got „Bila hemû kesên dibin darê zorê de dijîn û bê hêvînebila zanibin: Emerîqan neçavê xwe li zilma li wan têt kirin digirê û nezaliman efû dike.Çaxê hun ji bo rizgarîya xwe têkoşin bikin, emê li ba hewe bin.“

    Tiştên serokê Emerîqan got em li gelin. Gelê kurd li ser axa bav û kalên xwe Kurdistan dijî, dixwazê zor û zilma dagirkerîya Tirko, Îran û Surî ji ser xwe rakê, weke hemû gelên dinê em jî azad û serbixwe bin. Xelkê axa me girtîye, heyîna me têt inkar kirin û zimanê me qedexe ye.

    Ji roj ava Cebelîtariq heya bi roj ava bakûrê Îranê û tevayê Balqana 85 salin ji destê Tirko azad bû. Tirko ev cografya hemû Kurd û Kurdistan dinavde, bi xwînê dagir kiri bû. Ev bûyer ji bîrkir. Îro bi wan dewleta re têkilîyên dîplomatîk, ticarî hene. Bi hevre peymana îmze dikin.

    Lê hêja kurd û Kurdistan dibin dagirkerîya wadeye û ji ber zilma inkarê dinalê.

    Lê ku Kurd li Iraqê azad bibin ti dibêjî qey ji kîsê Tirko û bavê Tirko ye. Hey êşa zirav li mejî dano agir ketî anitqebir. Kenan Ewren, Silo, Eco, Bayqal, Bahçelî, Erdogan… bi tevayî tê çûno û şewitîno.

    Ma çima hewe rê li cida bûnê vekir, ku webê em birayê hevbûn, hewe serok û rêberên birayê xwe çima hemû li sêpîyêdan û daleqandin?

    Kerkûk neaxa hewe ye, neya bavê hewe ye. Anatolya jî nemilkê heweye, hun zilm û zalimên ji Asya dûr hatine, axa gelên cida ye. Kurd li ser axa bav û kalên xweyê deh hezar sal dijîn, welatê gelê Kurde û navê vî welatî Kurdistane. Hun çawa nebûn xwedîyê axa ereb û Balqana, roj tê ku Kurdistan jî ji zilma hewe azad dibê.

    Ma hûn çi ji gelê bê zerer, bê zîyan dixwazin, hun ji zilma ser gelê Kurd têrnabin ?

    Biratî bi xwe ewe ku insan ji dêkî û bavekî bin, an dê an bav yek bin. Ziman, Kultur, irf û edet yekbin. Zarok xwedîyê mîrasa dêwbava bin. Bi rêya fermî şirîkê malê bin. Mal û milkê dêwbava dinav zarokên malê de bi şirîkatî bê, meyl nebê û bi netewe bûn jî ziman, dîrok, dîn û cografî yek be. Maltî eve.

    Lê gelo yek ji va esasa di nav Kurd û Tirka de heye, ji xeyrî serok Epo, vê bi xeyala dibêjê?

    Malbata bi tifaq dikarê xwe ji hemû êrîşa bi parêzê. Bi aborî jî dikarin hev hembêz bikin û hevdo li ser linga bigrin. Vêca ev têkilî ji maltîyê bilind dibê ewil dibê malbat, dûv re cîran, gund, eşîr, bajarok, bajar… û ber bi jor hildikişê heya dewletê an tevgera dewletekê.

    Maltî û malbatîya Kurd û tirko dikîjan qonaxêde ye, ji xeyrî qonaxa serê kurda jêkir. Leşkerên dewleta Tirko serîyên ji kelaşan vekirî, kirin dest xwe wênekirin, bi rojname mesaj ji çapemenîya Anatolya re şîyandin, eve biratîya gelê Kurd û Tirk?

    Hin Ereb û Tirkumanê nîjadperestên ku hefsarê wa didestê dagirkerên Kurdistan de dixwazin xwe ji hilbijartina bi kêşin. Ev ji lewzî û kêm dengîya waye. Xwirtbin wê bi kevin hilbijartina, lê ku lewazbin neheqî heye û wê hilbijartina protesto bikin. Ev jî heyhate û bêhtir bû sernikotî bûn.

    Bremen, 25.01.2005

    M. Şerîf MÜŞTAK

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1