MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • Rewşa Jinên Kurd li Welatên Pêşketî
    Nesrîn Rojkan


    Îsal sala 2005an de, rewşa civakên li rojhilata navîn û deverên din çî ye gelo?Pêvajoya modernizmê, pêşketina teknolojîya bilind ya komînîkasyonê û transport(informasîonan, mirovan û malan) çi da ye me û çi ji me standî ye?

    Gava mirov li pêvajoya pêşvecûna mirovatîyê dinêre, mirov dikare eşkere bibîne ku ferqên navbera welatên rojava (Evrupa, Amerika), welatên rojhilatê, rojhilata navîn û deverên din (Welatên Dinyayê 3.) ciqas mezinin.

    Welatên rojavayê îro ji modernîzmê jî bihorandine, - ku hêj sala 1600 de li Ewrupa destpêkirîye - û gengeşî li ser post - modernîzmê dikin; wek arşîtektan de çanda bilind (wêne, helbest, roman û hwd) û masmedyayan jî de rojbiroj tê bikar anîn. Modernîzmê ji wan re (welatên rojava re) çi anî, çi ji wan bir û wê çi bihêle? Teknolojîya bilind, endustrî, pirbûna komînîkasyona fireh, hêsanbûna transportên mirovan, agahdarîyan (wek Tv, radio, telefon û Internet), yên mirovan, (wek turist, penaber, karker û kar) yên malan û peran (export, import, sermaye) sinurên van welatan ji holê rakirine û ew dinyayê bê dawî picûk kirine, hingê kulmistek. Bi alîkarîya Interntê vê gerdûna mezin û fireh û deverên nenas xist binê pişkokek li binê tiliyên herkesek de. Kelkên globalizmê baş bikar anîne ji bo berjewendîyên xwe bixwe û çawan kêra wan bê, biryarên xwe li ser berjewendîyen xwe jî, bêguman bixwe didin. Jîyanek asûde, bi berjewendîyen tenduristî, zanyarî, ragihendina rê û agahdarîyen gerdûnê pêşkêşê hevwelatîyên xwe kirine. Ê başe ev modernîzma ku hinde ji welatên rojava re bikêr hatî ye, ji civakên din re çî anîye bi xwe re?

    Ezê hinek li ser civakên welatên rojhilatî an ji rojhilata navînî ku jiyana xwe li welatên rojavade dan dikin binivisim; bi teybetî li ser malbatên kurdan. Sedemek ji koçberîyên kurdan bo bajarên mezin û welatên din jî, modernîzm e. Gelek kurdên-ku piranî di welatên serdestî û diktatorî de dijîn (Tirkîye, Iraq, Iran Suriye) berjewendîyên teknolojîyê bikar anîn, hêsantir û zûtir xwe ragihandin agahdarîyên li ser welatên dûr û bi balafiran xwe gihandin van cîyan da ku ji mafê mirovan kelk bigirin (her çiqas rola modernîzme ya ketina civaka kurdan bindestan de, û asimile kirina wan de, mezin jî be vê carê gengeşîya vê pirsê nakim)

    Çawan ku em dizanin kû civaka kurd hêj jî, ji sistema modern gelek dûr e, û di welatên rojavade wek civakên `paşketî / paşvemayî ` an jî adetperest tên nasandin. Civaka kurdan civakek gundî ye, kesên ku dixwazin ji gundîyatîye derkevin û di bajarande dijîn jî, ji bo kû asimileyên welatên dagirtî nebin nasnama xwe û keseyata xwe biparêzin, jîyana xwe wek jîyana gund de dom dikin. Mêr derve kar dikin, jin di mal de kebanîtî dikin. Kur diçin dibistanan, keç cihêzên xwe çêdikin. Ji ber ku bawerîya civaka kurd bi rejima dadgeran nayê zû bi zû xwe adapte yê sistema wan jî nakin. Gelek kesên kû xwe digehijine welatên Ewrupa an welatên din ev kesin; ji ber kû kesên ku bi rastî siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzin, gelek caran nikarin van berjewendîyan bi kar bînin. Kesên hanê, yan di zindanan de ne, yan li ser çîyê nin, yan firarin û nikarin xwe eşkere bikin ji ber formalîte yên burokrasî, an jî dixwazin kar û xebatên xwe di welatê xwe de berdewam bikin. Ev malbatên han, belkê cara yekemîne kû fersend dibinîn, cawên xwe yên kurdî bi “kurdî“ di van welatan de vekin. Baş tê zanîn kû mirov ciqas ji warê xwe dûr keve ew qas jî, ji kesayetî û nasnama xwe ra jî, neziktir dibe. Hestên wan yên gelêrî/netewî gerimtir dibe û gava xwe dikeve sistemek bîyanî de, xwe di bin gefek mezinde dibîne. Çerxa jîyanê jê re diguheze.

    Tirsa belavbûna malbatê, windabûna kesayetî û nasnamê, malbatan dixe nav rewsek dijwar de. Ev nearamîya kû li ser kesan an jî malbatan peyda dibe, dibe sedema ”kontrolek” bê zanistî û kontrolek tundî, bi taybetî li ser, jin û keçan.

    Civata kurdan civatek patrîalkal e û mêr li ser jîyana jin û keçan biryar didin. Li gor van kesan mêrên kurd bi jinên neteweyên din re jî bimînin û bizewicin tiştek ji xwe wunda nakin. Ji ber kû sistema patrîalkalîzme ji bab digehije kuran, zarokên wan jinan jî, otomotik dibin kurd û tê watêya ku kurdeyatî zêdetir dibe. Lê belê eger keçên kurd herin mêrên neteweyên din bistînin, – her cikas zimanê zikmakî ji bo kurdewarî herî giringbe jî – zarokên wê otomotik dibe ji neteweyê babê xwe. Bûyerek wehe dibe sedema taswaseyekî di malbatê de û dikare encamên gelek trajik li xwe peyda bike; wek kuştina keçan an jî `paqij kirina namusê`.

    Heya niha gelek keçên kurd ji alîyê babên xwe û birayên xwe ve hatine kuştin û carbicar jî di rojnaman de bûyerên wihe tên hemberên me. Ev kesên kû dikevine di vê rewşa sext de, piranî hêj neketine di nav jîyana xwe ya welatê “ nû“ de. Her di nav xewn û xeyala vegerandina welatê/warê xwe de dijîn û ji bîrva dikin kû ev welata nû û bîyanî, bû ye warê zarokên wan. Xwe fêrê ziman, jîn û sistema vê welatê nakin û piştê kû zarok mezin dibin û berjewendîyen vê welatê bikar tînin, kontrol ji dêûbabên xwe distînin û dixwazin jiyanek wek Ewrupîyan bi awayek individualistî biajon. Ji ber kû civaka kurdan traditionalistin, dixwazin kû urf u adetên xwe bi devkî ji zaroken xwe re ragihenin lê mixabin evana edî zarokan têr nakin. Tv, rojname, dibistan, heval, ciran, û devûdora zarokan hemû ji vê sistema `bîyanî` pêk tê û zarok mecbûrî dikevine vê sistemê de. Ev bûyer jî dibe sedema ji hev dûr ketin û lihevketina navbera zarokan û dêûbavan.

    Gelek ji keçan ku her tim bindestê malbatê de maye, dixwaze berjewendîyen vê sistemê bikar bîne, da kû bikare bibe xwedî biryar û ramanên xwe bixwe. Gelek ji wan diçin dibistanan, karan ku xwe pêşve dibin. Lê mixabin kur bêtir dikevine nav rêyên çewt de û jîyana xwe jî, û yên malbata xwe jî diêxin nav astengîyan de. Le gava mirov ji dêûbavê wan dipirse bersîvên wan hertim yan “zarokên cîranan kurên wan ji rê dertixe“ yan jî “ kurê wan tu carê tiştên cewt nake“. Ji ber kû zarok kur e, toleransek mezin didin nîşanê wan.

    Çawan em dibînin `namus` li ser pişta jinan û keçan ve hatîye girêdan, ne tenê bûye namusa mêrên kurd, her wiha bûye namusa hemû Kurdistanê.

    Namusa kû li ser jinan hatîye pejirandin bûye belayek li ser pişta mêrên kurd. Di rûbalê namusê de tu carê nekarîne bi awayek berfireh û azad ne jin û keçên xwe ne jî xwe bixwe pêşbêxin û xwe bigehijinîn û pêşbêxin. Xwe kirine hêsîrên ”namusê“.

    Lê em wek kurd nafikirin kû namûsa me ya herî mezin Kurdistan bixwe ye! namûsa mêrên kurde jî û ya jînên kurde jî.

    Çûyîna diskotekê tu carê nikare bibe sedema kûştina canekê. Gere em vê baş bizanin kû heya jina kurd azad nebin, mêr jî, civak jî û her wiha welat bi xwe jî tu carê azad nabe. Divê kû jin û mêr, mil bi mil tekoşîna azadîya welatê xwe, bi azadîya mejîyê xwe, azadîya nasnama xwe û yê civata xwe bihevre bikin ku wek civakî û neteweyî serbikevin.

    Nesrîn Rojkan
    Stockholm
    24 Çileya Paşîn 2005

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1