Ez car caran li ser pirtūkźn kurdī (roman, ēīrok ū helbest) nivīsźn danasīnź dinivīsim ū di weşanźn kurdī de diweşīnim. Piştī weşandina nivīsźn min yźn danasīnź, hinek xwendevanźn kurd reaksiyonźn xwe nīşan didin, dītinźn xwe ji min re dibźjin.
Xwendevanekī kurd ji min re mail/nameyeke şiyandiye ū dipirse, dibźje : Te li ser pirtūka filankesī nivīsiye. Ēima te rexne lź negirtiye. Rexne lź bigire.
Danasīn ū rexne du tiştźn cuda ne. Ēerēeva nivīseke danasīnź diyar e. Danasīna pirtūkź ne analīza pirtūkź ye. Di nivīsźn analīza pirtūkan de mirov dikare bi berfirehī pirtūkź binirxīne ū rexne bike.
Mirov li ser pirtūka nivīskarekī/a kurd nivīseke danasīnź, nirxandinź binivīse ū hinek pesnź wī/wź bide, nivīskarekī din aciz dibe. Gotineke gelźrī heye, dibźjin giyayź hewşź tehl e. Hinek nivīskarźn kurd ji hev hez nakin ū li hemberź hev in, ji hev re hesūd in. Lewre jī dema dibīnin yekī pesnź pirtūka yekī din daye, ew aciz dibin, dilreşī dikin. Heger berhema nivīskarekī digel hinek kźmaniyan ve baş be ū bi serketī be, pesnź heq dike ū pir normal e ku mirov pesnī bide.
Ez ne rexnegir im ū naxwazim li pirtūkźn kurdī, anku li berhemźn nivīskarźn ku bi kurdī dinivīsin rexne bigirim. Heger nivīskarekī kurd ji kurdī baştir zimanź dagirkeran (yź ku pź hatiye perwerdekirin ū di dibistanan de xwendiye tirkī, farisī, erebī-) nanivīse ū bi kurdī dinivīse; heger nivīskarekī kurd bi ked ū xebata xwe pirtūkź dinivīse, ji berīka xwe heqź ēapź dide ū bi destź xwe belav dike piranī jī wek diyarī dide , heger piştī ku pirtūk derket kesek li ser wź pirtūkź tiştekī nanivīse, ez ź ēima rexne binivīsim? Ēima li pirtūkź rexne bigirim?
Heger li Tirkiyź di nav salekź de 856 roman bi tirkī bźne nivīsīn ū weşandin ū bi kurdī tenź şeş roman bźne nivīsīn ū weşandin, ēima ez ź li wan şeş romanan rexne bigrim?
Ev hźleke meselź, li hźla din; heger ez rexne li pirtūkekź bigirim ū nivīskarź pirtūkź ji min bixeyide ū bi salan bi min re nepeyive, ēima ez ź rexne bigirim? Heger rexnegirtin dilź nivīskar sar bike ū źdī ew ti tiştekī nenivīse, ēima ez ź rexne bigirim? Heger rexnegir di gel kźmanī ū qelsiyź, başī ū serketina berhemź neyne ziman, ew rexne ēiqas cidī ye? Rexneyźn yekalī ji bo pźşketina edebiyatź ti xizmetź nakin.
Ez dizanim ku edebiyat/wźje bi rexneyź pźş dikeve, dikemile, dewlemend dibe. Lźbelź rexne dive rexneyeke ēźker be, ne ku xirabker be. Rexneyźn rexnekujan, pźnūsşūran ti feydeyź nade edebiyata kurdī. Rexneyźn ēźker, analīzźn īlmī zanīstī edebiyata kurdī xurt dike.
Heft mixabin ku di nav eniya edebiyata kurdī de rexnegir tune ne. Ji bilī ēend kesźn dilpak kes li ser danasīna berhemźn edebī nanivīse. Bi dehan pirtūkźn ēīrok, roman ū helbestan hene ku li ser wan tenź yek nivīsek danasīnź hatiye nivīsīn ū li ser gelekan jī qet yek nivīseke danasīnź, nirxandinź, analīzź nehatiye nivīsīn.