Piştî rejîma diktatorî ya Baas ruxî, û jinûveavakirina dewleta Iraqê ket rojevê, Gelê Kurdistanê bi vînek hevgirtî û hevpar bo dabînkirina mafên xwe yên siriştî û rewa, ku bi dirêjahiya dîroka xwe û ya Iraqê bo xebitiye, îro xwe bo hilbijartinên qonaxa duyem ya Perlemana Kurdistanê amade dike. Bi wê mebestê pirraniya hêz û aliyên serekî û pêkhateyên siyasî, neteweyî û olî yên Kurdistanê bi lîsteyek bi navê Lîsteya Niştimanî ya Demokratîk ya Kurdistanê tevlî hilbijartinan dibe û bi hemî şiyanên xwe bo van armancên jêrîn tê dikoşe:
1. Çespandina sîstemek federalî di makeqanûna berdewam ya Iraqê bo dabînkirina çarenûsa xwe li ser bingehek Yekîtiya Dilxwazane di vê qoanxê de.
2. Yekkirina herdu îdareyên hikûmî yên Herêma Kurdistanê û parastina destkeftiyên Gelê Kurdistanê.
3. Vegerrandina Kerkûkê, Xaneqînê, Zimarê, Şingalê, Mexmûrê û hemî bajarr û bajarrokên erebkirî, ku piştî hilweşîna rejîma diktatorî ya Bexdayê rizgar bûne, bo nav Herêma Kurdistana Iraqê.
4. Diyarkirin û çespandina sinorên cografî yên Herêma Kurdistanê bi paldariya rastiya dîrokî, siyasî û cografî.
5. Jihevveqetandina hêzan û serweriya dadê; guherrandina desthilatê bi aştiyane û xweseriya dadgêrriyê.
6. Rêzgirtin li taybetmendiyên civaka Kurdistanê, li pirralîtiya siyasî, olî, mezhebî (di nav de misilman, file, şîî, sinî, êzidî, kakeyî, şebekî û ermenî).
7. Dabînkirina dadîkirina neteweyî û siyasî, îdarî û çandeyî ya tirkemenan û kildûaşûran (aşûrî, kildanî, siryanî) û erebên xwecihên Herêma Kurdistanê.
8. Nehêlana şûnên siyaseta erebandinê û paqijkirina nijadî û şopên wêrankariyê li Kurdistanê û qerabokirina hemî gorî û ziyanlêbûyiyên Enfalê, gelkujiyê, kîmyabarandinê û awarekirinê.
9. Berxwedana dijî hemî cûn tundûtûjî û terorê û pevçûnan li civaka Kurdistanê û têkoşîn bo nehêlana sedem û serekaniyên wan.
10. Çespandina desthelata dadî, rêzgirtin li mafên mirovan, berfirekirina sinorên azadiya takekesî, xurtkirina rehên civaka medenî û berfirekirina û bingehê pişikdariya siyasî li Kurdistanê.
11. Berfiretirkirina azadiyê di biwarê raderbirinê, çapemeniyê û weşandinê de.
12. Pûtepêkirin, piştevanîkirin û pêşxistina ronakbîriyê, hunerê wêjeyê û zanistê.
13. Yekkirin û rêkvexistina Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê wek hêzek hevdem û bicihanîna pêdiviyên wê hêzê.
14. Pûtekirin bi pêşmergeyên kevnare û bicihanîna pêdiviyên wan
15. Baştirkirdina jiyan û jiyara welatiyan bi rêya sûdwergirtina zanistiyane ji beranîna serwet û samanên Kurdistanê û pêkanîna projeyên stratejîk; adilane dabeşkirina dahat û projeyên li Kurdistanê bi awayek wisan ku hejariyê nehêle û delîvên wekhev yên kar û beranînê bo welatiyan peyda bike.
16. Zêdekirina mûce û miza fermanber û karmendan û malnişînan, bi taybetî yên dahatên wan sinordar e, bo bicihanîna civakek dadperwer.
17. Pûtekirin bi malbat û kesûkarên şehîdan û kesên kêmendam û enfalkirî ûgoriyên çekên komkujî, awareyan û zindaniyên siyasî; qerebokirina wan hemiyan yên ji encamên siyaseta nijadperestî ya rejîma berê ya Beesî ziyandar bûne.
18. Pêşxistina civaka Kurdistanê li hemî biwar û astan, bi taybetî nûjenkirina binesaziya aborî.
19. Danîna bernameyek lezgîn bo çarekirina pirsgirêkên av, karebayê û sotemeniyê li Herêma Kurdistanê, û terxankirina budceyek pêdivî jê re.
20. Danîna bernameyek pirralî bo çareserkirina pirsgirêkên niştecihiyê; asankirina damezrandina malbatan.
21. Pûtekirin bi çandiniyê, gundan û varêgehan; bilindkirina asta jiyan û jiyara cotkarên Kurdistanê; pêşkêşkirdina her cûn xizmetan bi awayekî ku cudahiya navbera bajar û varêgehan kêmtir bibe.
22. Çêtirkirina perwerdeyê, nûjenkirina zanîngehan û fêrgehên bilind.
23. Bilindkirina rêjeya beşdariya jinan di hemî biwarên siyasî, aborî, civakî, çandeyî û hwd; têkoşîn bo çalakkirin û asûdetirkirina rola dayikaneya jinên Kurdistanê.
24. Çespandina mafên zarrokan di biwarê civakî, tendiristî, perwerdeyê de; parastina wan ji her cûn tundûtûjiyê; û desteberkirin û çavdêrîkirina wan di dema pêdivî.
25. Pûtekirin gencên Kurdistanê di warê perwerdeyê, tendiristiyê û civakî de bi sûdwergirtina ji derhatiyên nû yên zanistî di warê pergal û têkiliyên kompûterî, Internetê de.
26. Pûtekirin bi çalakiyên werzişî û bizavên dîdevanî, û piştevanîkirina korr û yaneyên werzişî bi dabînkirina yarîgeh û kelûpelên pêdivî.
27. Xurttirkirina xizmetên bajarvanî û rêban û coyan.
28. Baştirkirina xizmetên saxlemiyê bi avakirina nexweşxaneyên pirsporî î bingehên saxlemiyê li bajar, bajarrok û gundên Kurdistanê, û dîtina rêyên nûjen bo çareserkirina nisaxiyan.
29. Damezrandin û xurtkirina bingehên turîzmê; handana sektorên taybet yên hindirrîn û derveyî.
30. Parastin û vejandina jîngeha Kurdistanê; danîna qanûnên taybet bo parastina jîngehê û siriştê.
Listeya Niştimanî ya Demokratîk ya Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê; Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê;
Partiya Komunîst a Kurdistanê; Hevgirtiya Îslamî ya Kurdistanê;
Partî û kesatiyên siyasî yên tirkmenan;
Partî û aliyên siyasî yên kildanî, asûrî û siryanî;
Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ya Kurdistanê;
Bizava Cotkar û Çewsandiyên Kurdistanê