MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 61, reşemeh 2005

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Nesrîn Rojkan: Pirsa jinên kurd li welatên pêşketî
  • Kemal Burkay: Pirsa Kerkûkê û Dewleta Tirk
  • M. Şerîf Muştak: Tirk ji tirkmenan û Kerkûkê bêhêvî man
  • Birûsk Çiwîr Reşvan: Mîrê dengbêjan Karapetê Xaço
  • Konê Reş: Osman Sebrî 1905 - 1993
  • Bêwar Îbrahîm: Qehremanên digihin rêza pêxemberan
  • Mihemed Eren: Zarokên kurd serê dewleta Tirk diêşînin
  • Ciwan Bajeng: Mihrîcana Helbesta Kurdî li Başûr-Rojavayê Kurdistanê
  • Fuad Sîpan: Lehengên kurd yên efsanewî - yên rast û yên sexte
  • Haluk Öztürk: Heştem Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Stockholmê
  • Lokman Polat: Çima rexne
  • Metîn Kewê Dilxêrî: "Rojbaş" û "Gelek Spas"

  • Osman Sebrî (1905 - 1993)
    Konê Reş


    “Ziman zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane,gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin.Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.

    Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan,ev ne tiştekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin.Belê helbest tiştekî ji edebê ye,lê ne tevaya edebê ye.

    Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne,lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin...

    Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane,bi erebî jî xweş dizanin,dibêjin:( Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..)Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin,û ezê dê çawa ji wan bawer bikim... ?!!”
    Osman Sebrî
    Kovara Hêvî, hejmara 7an, sala1990 / Parîs

    Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çênabin, dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê ji wî nifşî derbas neke, ew nifiş stewir bimîne.Û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin..

    Gel jî mirovên ne leheng nake leheng.Heger teraziya dîrokê gele, teraziya gel jî, ji zêre, gel bi wê teraziya xwe ya zêrîn, lehengên xwe dibijêre û navê wan di bîr û baweriya xwe de tomar dike û bi demê re xebat û bizava wan lehengan jêre dibe dîrok.

    Ne gereke ez navên lehengên gelê kurd bibêjim,ewên ku navê wan di huşê her kurdekî dilsoz û xemxur de hatiye tomar kirin,ewên ku di zindanan de, di bin şert û mercên dijwar de li ber xwe dane.. Lê wek nimûne, bi helkeftina ku 100 sal di ser roja zayîna Apê Osman Sebrî re derbas dibe,ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê Kurd dibînim..û vê panorameya kurt ji jiyana wî, wek wefadarî ji xwendevanên zimanê kurdî re pêşkêş dikim

    . Wek ku me got di roja 05/01/2005 an de 100 sal di ser roja jidayikbûn Apê: Osman Sebrî re derbas dibe.

    Gelo! Kî bû ta ku ez wî wek lehengekî ji lehengên gelê kurd dibînim ? Osman Sebrî navekî sereke û belûye di nav tevgera rizgarîxwazî gelê kurd de li suriyê û di tevayî Kurdistanê de. Mirovekî Kurd bû di tevayî kurdistanê de wek:têkoşerekî, torevanekî û rewşenbîrekî hatiye naskirin. Ji mafê wî û zarokên me ye ku bi bîr were û nifşên nû wî ji nêzîk ve nas bikin,nexasim di sedsaliya jidayikbûna wî de,wek vê sala nû 2005,ku sal bi navê wî “Sala Osman Sebrî” di nav rewşenbîrên gelê Kurdistanê de hatiye nas kirin. Vî lehengî bi tev şiyanên xwe bervedêrî di ber mafê gelê Kurdistanê de kiriye.ji destpêka xortaniya xwe û ta bi rojên xwe yên dawîn,ango di 88 buharên xwe de, bi vîneke ku nayê tewandin li ber xwedaye û ranewestiya ye.. Ew jî li ser vê rêbazê, gelek caran ji rex dagirkerên kurdistanê ve hatiye girtin û sirgûnkirin û tev jiyana xwe di mişextî û zîvariyan de derbas kiriye. Ew di roja 05/01/1905an de li kurdistana bakur, gundê Narincê, qeza Kextê ji wîlayeta Semsûr (Adiyeman) çêbûye, bavê wî wek axayê hoza Mirdêsan dihat naskirin.

    Di 11 saliya wî de bavê wî koça dawîn kiriye, di peyre dayka wî, vêca mamê wî Şikrî bi kar û barê hoza Mirdêsan ve rabûye, hem jî biraziyê xwe Osman bi delaliyeke mezin xwedî kiriye.Di wan salan de Osman Sebrî xwendina seretayî li ber destê mamoste Îsmaîl Efendî bi dawî aniye, pêre pêre jî hez pirtûkên dîrokî û helbestsn kiriye,belê dûrî dibistanê çûye û li kêleka mamê xwe Şikrî bi kar û barê hozê ve rabûye.

    Osman Sebrî, wek dîdevanekî bû ji şoreşa Şêx Seîdê Pîran re,di sala 1925andi,di vê şoreşê de, dû apên wî bi tewana beşdarbûnê li Amedê(Diyrbekirê )hatine bidarvekirin,ew jî bi gunehê şoreşê dû carî hatiye girtin û zindankirin..

    . Di sala 1930 î de, piştî ku binxetî sûriyê bûye, xwe li mîrekên hoza Berazan girtiye,û bûye endamek ji endamên komela Xoybûn,beşdarî di şoreşa Agrî de kiriye,.di gel hoza Berazan li Kobanî,lê mixabin, desthilatên Fransî di suriyê de dest danîn ser hevalên wî,û hewildana wan têkçû...

    Piştî herifandina şoreşa Araratê berê xwe daye Kurdistana Başûr ku navbera Barzaniyan û Bezenciyan xweş bike, lê mixabin li wir jî tev hewildanên wî beravêtî derketine.

    Osman Sebrî, di navbera sala 1926an ta bi sala 1971ê de,ango di navbera 45 salan de 18 caran hatiye girtin û zindankirin,ew girtin di navbera rojan,mehan û salan de bû.Yekemîn car di sala 1926an de li Amedê hatiye gitin û cezê xwe di zindana Denzlî de derbaskiriye ta bihara 1928an,di payêza 1928an careke din hatiye girtin di gel 26 axayên kurdan bi gunehê ku karê xwe û şoreşekê dikin,piştî 7 heyvan ji zindana Meletya hatiye berdan Li îraqê jî dû caran hatiye girtin,carekê ji zindana Mûsilê reviya ye, cara din karbidestên îngilîzî ew spartine hikûmeta Fransî ya ku sûriya dagirkiribû,wan jî ew xistine bin rûniştina zorê de li Şamê,wek tevayî endamên komela Xoybûn.

    Di sala 1935an de dû carî li Libnanê hatiye girtin û di eynê salê de ew sirgûnî girava Medegeşker, li Afrîqiya kirine û salekê lê maye.. Li Sûriyê 12 caran hatiye girtin, cara paşîn sal û nîvekê di zindana Kelehê deli Şamê razaye, piştî ku vê carê ji zindanê hatiye der di sala 1971ê de, êdî ji nû li mala xwe li Şamê rûnştiye, xwe dûrî karê siyasetê kiriye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye.

    Bi weşandina kovara Hawarê re di gulana 1932 an de, ew duwemîn kes bû, piştî Qedrî Can ku bi berhemên xwe ew kovar xemiland, û ji wê hingê ve berê xwe da warê nivîsandina bi zimanê kurdî, û li kêleka Bedirxaniyan sekinî, beşdarî di tev kovar û rojnameyên wan de kir wek Ronahî, Stêr û Roja Nû.Hêjayî gotinê ye ku Osman Sebrî yekemîn kes bû ku ziman û nivîsandinên wî ji yên tev nivîskarên wê hingê tekûztir, rastir û xweştir bû li gor ku Mîr Celadet Bedirxan gotiye

    . Di sala 1938 an de yanek li Şamê bi navê Yana Selahedîn ya Rewşenbîrî û Werzişî damezirand
    Di sala 1942 an de Yana Kurdistan li Şamê vekir
    Di sala!949 an de Yana Henano
    Di sala 1954 an de Yana Cezîrê
    Osman Sebrî di van kulûb û yanan de xort û keçên kurdên Şamê fêrî xwendina zimanê kurdî dikirin.

    Di 14/06/1957 an de wî di gel çend ronakbîrên Kurd mîna Dr.Nûredîn Zaza, Reşîd Hemo û Hemîdê Derwêş û hin din yekemîn partiya kurdî li sûriyê damezirandin û wî serokatiya wê partiyê kir...

    Ji berhemên Apo Osman Seberî:

    Bahoz: di sala 1956 an de
    Derdên me: di sala 1956 an de
    Çar leheng: di sala 1984 an de
    Di gel ku wî du Alfabeyên Kurdî jî berhev kirine
    Di sala 1981 ê de li almaniya komek hebestên wî ji rex buhiştî Hemereş Reşo ve hatiye çap û belav kirin.

    Di 16 saliya wî de apê wî Şikrî ew zewicandiye, ji wê jinê kurek bi navê Welato jêre çêbûye (Welato di sala 1970 î de li welat hatiye kuştin). Di sala 1944 an de, li Şamê careke din jineke Çerkezî ji xwe re aniye, ji wê jinê sê kur: Hoşeng,Hoşîn û Heval çêbûne û du keç:Hingûr û Hêvî,belê Kewê ya herdem pêre bû keça birayê wî ye.

    Osman Sebrî bi navê APO di nav gelê kurd de hatiye naskirin, ev naznav Rewşen Xanim Bedirxan lê kiriye, ji ber ku wê bi çavekî mezin li Apo Osman Sebrî mêze dikir û rêzgirtinek zor jêre digirt.

    Osman Sebrî, di roja 11/10/1993 an de li şamê, di mala xwe de koça dawîn kir, yadinî rojê termê wî guhestin gundê Berkevirê, navça Derbasiyê, ew di goristana şehîdan de veşartin.

    Sed rehmet li canê wî û canê tev şehîdên rêka azadiya Kurdistanê bibare.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    1