Rojnameya rojane "Ozgur Gundem"(*)ê bi xwediyê çar weşanxaneyên kurdan
yên
ku li Stenbolê ne û carna pirtûkên kurdî diweşînin re li ser rewşa
weşanên
kurdî hevpeyvîn çêkiriye.
Xwediyê weşanxanan xemgîniyên xwe tînên zimên. Ew dibêjin : "Pirtûkên
kurdî
nayin firotin. Xwendevan tunin. Bazara pirtûkên kurdî tune. Dema
weşanxane
pirtûkên kurdî derdixin, tê de zirarê dikin. Tu dibêjî qey nivîskarên
kurd
pirtûkên kurdî ji bo çûkan dinivîsin." Û herweha gelek tiştên din
dibêjin,
lome dikin, xemgîniya xwe nîşan didin.
Xwediyê weşanxanên kurdan rewşa firotin û nefirotina pirtûkên kurdî baş
dizanin. Lewre jî gotinên wan rast in. Lê, divê ev rastî nivîskarên
kurd
bedbîn neke, bêhêvî nehêle. Nivîskarên kurd ji ber vê rastiyê, ji
nivîsîna
kurdî sar nebin û dev jê bernedin. Her nivîskarê kurd ku bi kurdî
dinivîse,
divê vê baş bizanibe ku; bi kurdî nivîsîn, pirtûk weşandin ji bo karê
bazirganiyê nîn e û di dema niha de tu nivîskarekî ji pirtûkên xwe pere
-dirav- qezenc nake. Nivîskarên kurd bi fedekarî û berpirsiyariyekî
neteweyî
erkên xwe yên welatparêziyê tînin cih. Konjuktura welatê me û rewşa
gelê me
wisa ye ku, divê nivîskar ne berjewendiyên şexsî, berjewendiyên netewî
bifikirin. Kar û xebata ku ew îro dikin, berhemên ku diafirînin ji bo
pêşketina ziman, çand û edebiyata kurdî xizmeteke bêpayan e.
Nivîskarên kurd îro ji bo çûkan binivîsin jî, ev nivîsên wan di demên
pêş
de, di sibêrojê –pêşerojê- de, dê di xizmeta gel de be. Dinya û civak
her
digehurin. Tu tişteke herdem wekî xwe namîne. Rewşa civaka kurd jî dê
hertim
weha nebe. Xeyalên me yên ji bo azadiya gel û rizgariya welat pîroz in.
Divê
em bi hêvî bin û ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên pîroz bi dil û can
bixebitin.
Nivîskarên kurd yên ku îro bi kurdî dinivîsin ji yên doh pirtir in û
sibê,
di pêşerojê de jî dê ji yên îro pirtir bin. Dema Ahmedê Xanî, Melayê
Cizîrî,
Feqîyê Teyran berhemên xwe bi kurdî afirandin, ew dem belkî bi qasê
nivî
niha xwendevanên kurd tunebûn. Lê, wan bi afirandinên berhemên xwe ji
bo me
hîm danîn. Berhemên wan bûn dewlemendiya edebiyata kurdî, bûn hebûna me
ya
neteweyî û ji bo pêşveçûna netewa me bûn bingeh. Berhemên ku îro têne
nivîsîn jî dê ji bo pêşerojê bibin dewlemendî, bibin pêngava pêşveçûnê.
Helbet ez nabêjim ku berhemên kurdî yên ku di vê dema me de hatine
nivîsîn
hemû baş in, bi rêk û pêk in, bi kalîte ne. Na, weha nîn in. Lê, hinek
berhemên edebî yên ku niha hatine nivîsîn, hene ku sed sal, du sed sal
paşê
jî dê bêne xwendin. Ji xwe berhemên bi kalîte dê herdem hebûna xwe
bidomînin.
Nivîskarên kurd yên ku bi kurdî berhem diafirînin bi rewşê zanin. Ew
dizanin
çima û ji bo çi armancê bi kurdî dinivîsin. Ez li ser navê nivîskarên
kurd
yên din nikaribim tiştek bibêjim, lê li ser navê xwe dikarim vê
bibêjim; ez
tu car bi mejiyê bazirganiyê û ji pirtûkan pere qezençkirinê nefikirîm.
Heger ez weha bifikiriyama, min ê bi tirkî binivîsandana. Tirkiya min
ji
kurdîya min baştir e û ez ji gelek nivîskarên tirk baştir dikarim bi
tirkî
binivîsim. Lê, ez nanivîsim. Her pirtûkên ku min weşandiye bi kêmanî
ketine
destê sed xwendevanên kurd û ew sed xwendevanên kurd ji bo min hêjayiyê
bi
hezaran xwendevanên tirk in.
Hindikbûna xwendevanên kurd, divê nivîskarên kurd jî nivîsîna kurdî sar
neke. Berevajê wê, divê nivîskarên kurd hîn pirtir bi kurdî binivîsin û
weşanxaneyên kurdan jî pirtûkên kurdî biweşînin. Kurdî nivîsin netenê
çîrok,
helbest, şano û roman nivîsîn be. Divê bi kurdî nivîsên îlmî, zanîstî,
dîrokî, felsefî, aborî, ceribandin, vegotin, portre, bîranîn, meqaleyên
siyasî, nivîsên teorîk û îdeolojîk û herweha bi hemû cureyan bêne
nivîsîn.
Kovar û rojnameyên kurdî divê netenê çandî, edebî bin, divê kovar û
rojnameyên curbecur bin.
Heger di dema niha de rojname û kovarên kurdî yên felsefî, aborî,
dîrokî,
mîzahî û heta magazînî tunin, ev ji bo me kurdan kêmaniyek e.
Dewlemendên
kurd bêxir in, millî nîn in. Yên xelkê şîrket û bankên wan dest davêjin
karê
weşangeriyê û gelek pirtûk, kovar û rojname diweşînin. Bankên kurdan
tunin,
lê gelek şirketên dewlemendên kurd hene. Ew ji bo karê bazirganiyê be
jî
dest bavêjin karê weşanvaniyê dê weşanên kurdî gelek bin. Heydê em
bibêjin
ku ew naxwazin xwe bi vî karî re mijul bikin, wisane bila reklam bidin
kovar
û rojnameyên kurdî ku di hêla aborî de ji bo weşanên kurdî bibe
alîkariyeke.
Mala teknîkê ava û ji mirovahiyê re hezar car spas ku înternetê îcat
kirin û
niha gelek kovar û rojnameyên kurdî di înternetê de weke weşanên
elektronîk
têne weşandin. Weşanên kurdî yên heyî -çi matbu û çi elektronîk- divê
pirrengîn bin, pirdengî bin, bi şêweya demokratîk jîyana xwe ya weşanê
bidomînin. Divê naveroka her yekê ji hevûdu cûda be. Di nav wan de ne
dijminahî, lê reqabeteke demokratîk hebe. Ew ji bo weşaneke hîn baştir,
xweştir û dewlemendtir bi hevre bikevin nav pêşbaziyeke, dê weşangeriya
kurdî pêş ve biçe.
Di hevpeyvîna xwediyê weşanxaneyên kurdan de gelek gotinên balkêş hene
ku
divê mirov li ser bisekine, şîrove bike û ji bo pêkanîna wan tiştan gav
bavêje. Xwediyê weşanên Pêrî Ahmed Onal dibêje : "Pirtûkên kurdî yên ku
derdikevin nayên nirxandin." Rast e. Ji xwe heger bihatana nirxandin,
dê
edebiyata kurdî îro hîn pêştetir bana. Ez bi xwe jî bi salane ku ji vê
mijarê dizarim û di nivîsên xwe de lomeyên xwe tînim zimên. Ez dikarim
navên
bi dehan pirtûkên kurdî, çîrok û romanan li pey hev rêz bikim ku, ji
xeynê
min tu kesekî li ser wan pirtûkan tiştek nenivîsiye, nenirxandiye,
nedaye
danasînê. Heger li ser pirtûkeke kurdî çend kes nivîsên curbecur
binivîsin û
herkê li gor xwe pirtûkê binirxîne, dê nirxa berhemên kurdî derkeve
holê.
Herçiqas di nav me kurdan de rexnegirên edebiyatzan tunin jî, hinek
edebiyatnas dikarin li gor zanîna xwe berhemên kurdî binirxînin. Lê, çi
heyf
ku bêdengî û xemsarî heye.
Herçiqas rewşa heyî ne li gorê dilê me be jî, em xemgîn bin jî, divê em
bê
hêvî nebin û karûxebata xwe ya afirandina berhemên edebî, felsefî,
dîrokî û
hwd. bi kurdî bidomînin. Bila kurd bi kurdî biaxifin, bi kurdî
bixwînin û
bi kurdî binivîsin.
(*) Ozgur Gundem hejmara roja 8 - 2 - 2004ê.