MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • HILBIJARTINÊN HERÊMÎ LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ, Û REWŞA DEHAPÊ
    Fûad Sîpan: [email protected]


    Almanya, 30.01.2004

    HEP, DEP, HADEP û DEHAP, ev hemû partî heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayekî legal, fermî hatine damezirandin û hemû jî ketine ber êrişa dewleta Tirk. HEP, DEP, û HADEP hatin qedexe kirin, lê DEHAP hên li ber xwe dide, dê kîngê? Ji aliyê dewleta cinawiran (Haydut devlet) ve bêye qedexe kirin ne diyar e. Lê ez dikarim bêjim, rojên DEHAPê jî têne jimartin. Ne hewce ye, ku mirov dûr û dirêj li ser sedemên qedexebûna van partiyan bisekine. Lê dîsa jî beriya ku ez vegerim ser mijara hilbijartinê, dixwazim çend mînakan ji hovîtiya siyaseta Tirkan û şaşiyên Kurdan bêjim:

    Sedemên qedexebûnê her dem wek hev in; yan çima? Van partiya ala Tirkan di Kongreyên xwe de hilnedane, yan axaftina Kurdî di çalakiyan de hatiye bikaranîn, yan alîkarî ji bo PKK kirine û yan jî hin slogan avêtine. Û ji ber ku ev partî daxwaza demokirasiyê û mafên Kurdan li Kurdistanê û Tirkiyê dikin, loma dewleta Tirk jî bi derewan bi biryarên dadigehên xwe van partiyan qedexe dike. Baş eşkere ye, ku biryara Tirkan ne hiqûqî, lê belê siyasî ye. Jixwe li ser biryarên dadigehên Tirkan heta niha dadigeha Ewropa ya mafê mirovan bi sedan biryarên Tirkan red kirine û li nav çavên wan xistine. Lê Tirk fedî nakin û siyaseta xwe ya Kemalîzmê a bi qirêj bi îsrar didomînin.

    HEP, DEP, HADEP û DEHAP heta niha di hilbijartinan de li gorî dilê Kurdan pêşde neçûne. Bê guman sedemên wê jî gelek in. Sedema herî girîng jî ew e, ku dewleta Tirk bi çavekî xerab li Kurda dinihêre û ji bo pêşdeneçûyîna Kurdan di warê siyaseta legal (fermî) û demokirasiyê de hemû tengasiyan derdixe. Dewleta Tirk a olîgarşîk naxwaze Kurd bibin demokrat jî û di warê demokrasiyê de mafên xwe biparêzin. Ji ber ku dewlet dewleteke derewçîn e, loma ji hebûn û pêşeroja xwe ditirse. Û Ji ber ku dewleta Tirkan raste rast nikare têkeve nav siyaseta Kurdan û tevlihev bide, loma qaşo çepên xwe kirine nav tevgera Kurdan û bi salan e bi destê wan guhên hin Kurdên di nav siyaseta PKK/KADEK û an jî KGK de girtine, virde dibin, wêde dibin û ji xwe re kirine wek gog û bi wan dilîzin. Û gelê Kurd jî bedel dide. Yanê bi kurtayî mirov dikare, bêje hên ji Kurdan re li Bakur siyaseteke sedî sed ji aliyê Kurdan ve paqij, him di warê legal û him di warê îlegal de çênebûye. Çumkî, ji ber ku Kurdên Bakur yên ku li pê Kemalîzmê û Stalînîzmê diherin her dem ji qiralan qiraltir in û xwe wek qaşo înternasyonalîst, kul û kurider dibînin, loma siyaseteke bi duristî ji Kurdan re derneketiye holê. Kemalîstan Kurd baş kifş kirine û dizanin, ku Kurdên reben ji siyasetê fêhm nakin. Loma bi destên qaşo çepên xwe tevgera Kurd û Kurdistanê kirine nava depresyonê.

    Kemalîstên Tirkan, him li Tirkiyê, him di cîhanê de û bi taybetî li Ewropa bi siyaseta xwe ya hov li dijî Kurdan serketî ne. Bê guman, serketina Tirkan serketineke xapandozî û derew e. Lê dewleta Tirk ji bo ku pirsa Kurd û Kurdistanê çareser neke, dubendî dilîze. Dewleta Tirk ji alîkî ve siyaseta Kurdan li Kurdistanê û li Tirkiyê kiriye cihokeke şaş û bi destên Kurdan xerabiyan dike, çalakiyên şaş bi destên Kurdan dide kirin û li aliyê din jî, bi taybetî ji Ewropiyan re dibêje, ka binêrin, ew Kurdên ku hûn mafên wan diparêzin hemû çep in û ekstremîst in, vana ji dewleta me re û ji Ewropayê re tahlûke ne. Tirk hîn bûne, ku emrê siyaseta xwe ya bi qirêj bi vî awayî, derew, dek û dolaban dirêj bikin.

    Tirkan bi derewên xwe yên qaşo bi navê laysîzmê Kurdistan û Tirkiye di Rojhilata Navîn de kiriye zîndan. Ew bi gotina laysîzmê him Tirkan û him jî Ewropiyan dixwapînin.

    Va gotina laysîzmê layîqî Tirkiyê ye? Bê guman Na. Dewletên Ewropa jî baş dizanin, ku Tirk xwe bi derewan diparêzin û dewleteke layîk û demokrat nîne. Lê Ewropî ji bo berjewendiyên xwe ji Tirkan re dengên xwe nakin.

    Hewceyê gotinê ye, ku li ser derewên dewleta Tirk ji faşîstên Almanan, ji Adolf Hitler mînakekî bidim. Adolf Hitler ê faşîst li ser derew û hovîtiyên xwe wiha dibêje, ”Je größer die Lüge, desto mehr Menschen folgen ihr”. (Tu çiqas derewên mezin bikî, mirov dê ewqas li pê te werin)

    Ev gotina Adolf Hitler layîqî dewleta Tirk e. Tirk çiqas derewan dikin, gelê wan jî ewqas li pê wan diçe. Ewropî jî bi gotina Tirkan dikin. Çumkî ew Kurdên bê fahm li Ewropa jî şaşiyên xwe bi îsrar berdewam dikin. Ka binêrin Kurd ji bilî çepên qirş, qal û bermayînên Ewropiyan bi kê re dan û standinên wan hene?. HEP, DEP, HADEP, DEHAP û partiyên Kurdan yên din heta niha tenê bi çepên Ewropayê re dan û standin kirine.

    Ew çepên Ewropiyan, yên qaşo ji tevgera Kurd re alîkarî dikin û mafên mirovan ji bo Kurdan diparêzin, pir mixabin, ku bêjim, kesên di nav wan rêxistinan de bi desthilat in, piraniya wan mirovên îstixbaratên Ewropa ne û tenê dixwazin siyaseta Kurdan kontirol bikin û înformasiyonan bidin dewletên xwe. Rayedarên HADEP û DEHAP jî dema têne Ewropa bi van kesan re dan û standinê çêdikin. Yanê bi kurtayî, ez dikarim bêjim, ku felaketeke wisa hatiye serê Kurdan, lê pir mixabin, ku Kurd hên jî nizanin, ev çi felaket e û ji vê felaketê re çareseriyekê nabînin, tenê xwe bi çalakiyên vala meşxûl dikin, ku bi siyaseteke erzan û rezalet li ser piyan bimînin.

    Nîşe: Ezê di gotara din de bi taybetî li ser endametiya HADEPê ya sosyalîst înternasyonal (SI) û çima? DEHAP ne bû endama SI. Herweha ezê mînakekê ji gosarmetiya (rezaleta) hilbijartina herêmî ji bajarê ku ez lê mezin bûme, ji Qereyaziyê (Gogsî) bidim û texmîna xwe li ser hilbijartinan bêjim.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1