MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • RAYEDARÊN TIRK Û BÛYERA HEWLÊRÊ
    Jîr DILOVAN ([email protected])


    Siyaseta dewleta Tirk a kirêt û kereh, li hember me Kurdan bi hemû şêweyan berdewam dike. Heta weke ku DYA dest li Iraqê werda û rejima Sadamê dîktator hilweşand jî, rayedarên Tirk ji wî tîranî re diçûn sicûde. Faşîstên mîna Ecevit, ji bo ku wî li ser serê Kurdan bihêlin, ti rê û rêbaz neman ku ne ceribandin. Gih bi rojnamevanî û gih jî bi peywirdariya dewletê çû ber lingê wî. Dema ku DYA dest bi bombebarana hewayî kiribû jî, wezîrê hikûmeta AKP ê Tirk bi dused karmend û giregirên tirk ve, çûn tewafa Sadam. Lê van hewldanên wan ên genî jî, têrê nekir. Hilweşiya û dawî mîna rovîyekî bi qerpka wî girtin, ji kunê deranîn. Niha jî li hêviya darizandinê ye ku hesabê bi sedhezaran kuştinan û enfalan bide.

    Bi hilweşîna Iraqê re, kevirên bingeha Rojhilata Navîn jî serûbinî hev bûn. Êdî ne gengaze ku mîna berê, carekî din werin bicîhkirin. Bi vê rewşê, piştî hezar salî derfeteke mezin hatiye ber lingê Kurdan. Lêbelê çar dewletên dagirker ku Kurdistan dabeş kirine, bi hemû xasûkî, dek û dolab û gerênekên xwe, dixwazin ku statukoyên xwe yên nijadperest berdewam bikin. Ji ber vê yekê jî Tirkiye, Surî û Îran a ku gurikê hevin, bi carekê bûne bav û bira. Hero serokomar, serokwezir û rayedarên wan ên payebilind diçin mêvantiya hev, serdanan pêktînin. Bi hev bûne şîr û şekir.

    Ev hersê dewlet, li hember me Kurdan di nava hevgirtinekê de ne ku nayê gotinê. Ji bo ku navê Kurdan jî nebe, tewîz li ser tewîzê didin hev û di heman demê de van tewîzan didin dewletên emperyalîst jî.

    Di vî babetî de dewleta Tirkî rola sereke û ya herî bê oxir dileyîze. Ji bo ku statuyeke Kurdan pêkneyê, ti xap, ti leyîstik, ti gerênek û ti dekbazî namînin ku xwe lê naqewimîne.

    Ji leşkerên wan heta bi generalan, ji suxrevanekî heta bi wezîran, agir ji devê wan dibare. Dema ku Kurd û Kurdistan dabaşa xeberdanê ye, hewş ji devê wan re namîne. Gef û gur, çêr û sixêf, peyvên bêhnpêketî û genî ji devê wan dibarin.

    Weke ku mirov dizane li Tirkiyeyê, gotina leşker derbasdare, êdî hikûmet û desthilatdarî di peyre tên. Serokê partiya dijber rê nîşan dide, leşker diaxive û hikûmet peyva leşker erê dike. 24 Berfanbar 2003an serokê partiya dijber Deniz Baykal, ji çapameniyê re diaxive û wiha dibêje: “Tirkiye di nava rihetiyeke bêhempa de ye. Haya wê ji berjewendiyên li Iraqê tine, vê yekê nahizire. Dibe arîkar ku Iraq bibe perçe.”

    Êdî destnîşana Baykal, leşker êxiste nava çalakiyan. Roja 17 Rêbendan 2004an, Serokê duyem ê Serperiştiya Leşkerî ya Tirk, Îlker Başbug, ji çapameniyê re diaxive û dibêje: “Heger li Iraqê federasyoneke etnîk were damezrandin, ê xwîn pir birije.”

    Dor digihe Erdogan ê ku ji Turkeş zexeltir, roja 28 Rêbendan 2004an di konferansa bi navê “Pêşveçûna Aboriya Tirkiyeyê” de van peyvan tîne zimên: “Em nêzîkayiyên ji bo dewleteke Kurd a federe bi tenduristî nabînin. Federasyoneke etnîk ê Iraqê perçe perçe bike.” Erdogan di heman konferansê de, ji bo Qibrisê wiha diaxive: “Li Qibrisê danîna navê federasyonê, dê bi guftûgoyan diyar bibe. Gelo federasyon çêdibe yan jî konfederasyon...”

    Ev axaftin, ev liv û lebat û ev çalakiyên rayedarên dewlete Tirkiyeyê, tiştekî nîşan didin: Dijminatî û xêrnexwaziya gelê Kurd. Ev rayedarên ku li hember me Kurdan bi kîn û rik û pir zexel, gelo bikaribin ê me di şikenîk av de nexeniqînin? Weke fermandarekî Tirk (Hasan Kundakci) ku gotibû: “Heger bi rêbaza min be, ez nahêlim giya li vî cihî şîn were.” Ango tîne ser vê yekê ku dê jahra kîmyewî bikarbîne.

    Çapemeniya Tirkiyê bixwe jî, ne kêmî van rayedarên faşîst e. Dema mijar dibe Kurd û Kurdistan sincê çapemeniyê diavêjin pişt guhên xwe. Nûçeyên ku pêwîste bêşîrove werin weşandin, bi sernivîs û şîroveyên herî kirêt tên nivîsandin. Çend sernivîs ji çapemeniya wan ê hinekî we bide hizirandin: “Waliyê Kerkurtê”, “Kurd Dîsa dixwerihin”, “Xayîntiya Barzanî”, “Ava Kurdan Germ Dibe”, “Kurd Nacirihin Xwe”, “Kurdên Bê Mejî” û bi sedan sernivîsên wiha...

    Ev hemû çi nîşanî me didin? Vê yekê nîşan didin ku Dewleta Tirkiyeyê, ji bilî çend kesên demokrat ku bi tilyên destan werin hijmartin, bi hemû partî, sazî, rêxistin û çapameniya xwe ve dijminatiya me Kurdan dike. Dijminatiyeke vekirî, diyar û li ber çavan. Pêwîst nabîne ku vê dijminatiya xwe veşarî û bi awayek polîtîk bide meşandin.

    Du herdu çalakiyên terorîstî yên li Hewlêrê de, heta weke ku ev nivîs hate amadekirin, 107 kesan jiyana xwe ji dest dane. Vê bûyerê ji nûka ve serê me li hedan xist. Em anîne hiş. Di vê dema serbirê de ku kuştina mirovan li wira ketiye asta kuştina mirîşkan, Kurd ên ku wisa xwe mişemir û bê parastin dihêlin, qet nayê bexşandin. Vê bûyerê dilê gelê me tevan sot û birînên xedar di giyana me de vekirin. Gelê me ku bi dijminên xedar hatî dorpêçkirin, di bin gef û gurên van nekesên faşîst de, çawa wiha bê pêşgirî û ne hişyar be?

    Gelo kê ev çalakî pêkanî? Li gor nûçeyeke ku di Înternetê de hatî weşandin, Rêxistina El-Ensar a bi El-Kaîde ve girêdayî, çalakî girtiye ser xwe.

    Ez jî dibêjim ev çalakî ji aliyê koalisyonekê ve hatiye pêkanîn. Plansazî, îstîxbaret, alavên teqînê û pêkanîn hemû, ji aliyê vê koalisyonê ve hatiye birêvebirin. Dema ku mirovek were kuştin, dozger û dozdar ji birhanan dikevin rê ku mêrkuj derînin holê. Pêşî li vê yekê dipirsin, ka gelo kesekî gef li vî yê kuştî kirine. Heger hineke ku gef lê dikirin hebin, şik û guman diçin ser wan û wê gavê wan digirin tînin, lêpirsînê dikin. Em dinêrin, gef û gurên dewleta Tirkî mîna tavên baranê ne. Herwiha Endamekî koalisyonê Dewleta Tirk e. Dewleta Tirk bi MIT a ku li Kurdistanê li serê her kuçe û qorzîkê ye, îstixbarat girtiye ser xwe. Terorîstên ku çalakî bikaranîne, li Îranê hatine perwerdekirin û derbasî Kurdistanê kirine. Alavên teqînê jî mîna yên çalakvanên Filîstîniyan e. Ew jî ji aliyê Surî ve hatine amadekirin. Heger senaryo ne bi vî rengî be jî, tilya van hersê dewletan ji sedî sed di vê bûyerê de heye.

    Piştî vê teqînê bi rojekê, çapamenî û televizyonên Tirkî nûçeyeke bi rojnameyeke Îtalî ve girêdayî weşandin. Qaşo KONGRA-GEL bi El-Qaîde re hevgirtin pêkaniye û Mesûd Barzanî jî milîtanên PKK li Kurdistanê bicîh dike. Armanca vê nûçeya ku dewleta Tirk milyar rijandine û bi rojnameya Îtalî daye weşandin, çibû? Xwestin ku vê bûyerê bi termisînin. Ji aliyê din ve KONGRA-GEL û Kurdistana Başûr bêxin hedefa DYA.

    Tişta dikeve aliyê Kurdan eve ku hişyar bin, êdî xwe ji karesatên bi vî rengî biparêzin. Li her derî lêgerîn û şopandinan pêkbînin.

    Bila serê gelê me sax be...

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1