MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • ROLA ÇAPEMENÎ Û MEDYA KURDÎ YA SIRGÛNÊ DI PARASTIN Û PÊşXISTINA GELÊ KURD DE

    Konê Reş

    Gelo qedera 30-40 melyon Kurde ku ta roja îro bê dewlet maye ? an qedera wî ye ku piraniya wêje û çapemenîya wî di sirgûnê de avis bibe û di sirgûnê de bizê ? wek ku diyare destpêka rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya ( Kurdistan / 1898 ) destpê dike.

    Ev rojname jî, li Stenbolê di sirgûnîyê de avis bûye û di sirgûnîyê de li Misrê bajarê Qahîre zaye.

    Weha çapxane Kurdî, ewa ku rehmetî Hisîn Hiznî Mukeryanî di sala 1915 an de ji Almanya anî û li bajarê Helebê danî û pê kovar çapkirin, ew ji sirgûnê hat dîtin.

    Doza çapemeniya Kurdî (kovar, rojname, pirtûk, radyo...) hişyarkirin û belavkirina zanînê bû di nav gelê Kurd de, û rizgarkirina Kurdistanê bû

    Roja îro bi dehan kovar û rojnameyên Kurdan li dervî sînorê Kurdistanê, di sirgûniyê de têne weşandin ji bo wê armancê; hişyarkirin, zanîn û azadiya gelê Kurd.

    Gava em li dîroka Kurdan ya kevin û nû mêze bikin emê bibînin ku ew kesên ku doza mafê gelê Kurd kirine û dikin, ji neçarî dûrî welatê xwe ketine.

    Di welatê biyanîyan de jiyane û di wê biyanîyê de kar û xebat kirine;

    Rojname, kovar û pirtûk weşandine, ji ber ku di welat de ew delîve nedîtine ku bi zimanê dê û bavê xwe kovar û rojnameyan biweşînin. Gava ku em başûrî Kurdistanê ji vê mijara xwe bidin alîkî, ji ber ku dewletên ku welatê me dagirkirine tu carî ew delîve nedane me ku em bi rengekî berfireh û azad bi zimanê xwe bi axifin û çapemeniya xwe biweşînin.

    Ji ber vê yekê jî çapemeniya Kurdî di welat de maye paşketî û ya heyî jî di sirgûnê de bişkivîye û mezin bûye.

    Di vir de,wek nimûne,ez dixwazim navê çend kovaran ku di sirgûnê de derketine û derdikevin raxînim:

    - Kurdistan a mak / Qahîre.
    - Rojî Kurd, Jîn / Stenbol.
    - Hawar, Ronahî / şam.
    - Stêr, Roja Nû / Beyrût.

    Ji sala 1990 ê û bi vir de, wek heyamê meşrûtiyetê 1908 ê, çapkirina kovar,, rojname û pirtûkan li Stenbolê dest pê kiriye.

    Ji wan weşanan:

    - Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Dengê Azadî, Ronahî, Medya Guneşî, Newroz, Deng, Rewşen, Zend, Nûbihar,Vesta..

    Belê, li ewrûpa jî bi taybetî piştî derbeya 1980 ê, çapemeniya Kurdî li wê hêlê gelekî geş bûye, ji wê çapemeniyê:

    - Kurdistan Press, Armanc, Hêlîn, Wan, Berbang, Nûdem, Çira, Dugir, Roja nû, Bîrnebûn.. li Swêdê.

    - Hêvî û Kurmancî, li Fransa.

    - Axîna Welat, li Rûsya.

    - Riya Taze, li Ermenistanê.

    - Havîbûn, Hîwa, Avesta, Pêl...

    Di gel çend malperên înternêtî wek: malpera Amûdê, Kobanî, Efrîn, Tirbespî, Avestakurd, Tîrêj.. di gel malpera PENa kurdî li Almanya û vê paşiyê Medya TV û mezopotamya TV

    - Ala, li Holenda.

    Her weha gelek kovar û rojnameyên Kurdî yên din li seranserî ewrûpa û Amerîka derdikevin.

    Mirov dikare bibêje, ku ji 80-90 % ji çapemeniya Kurd li dervî welat derdikeve - gava em başûrî Kurdistanê ji vê mijara xwe derînin - ew jî bi saya ronakbîr, rewşenbîr û siyasetvanên Kurdan; ewên ku ji neçarî ji welatê xwe derketine – wek ku me li jor jî nîşan kir – û di welatê biyanîyan de bi cî û war bûne, lê tu carî pêwendiyên wan ji welat û welatiyên wan nehatine birîn; û weha wan lehengan di mercên çetîn û dijwar de çapemeniya xwe gihandine hundirê welat, xelkên welat jî xwendiye û dixwîne, hem jî beşdarî tê de kiriye ji rojnameya ( Kurdistan ) a dayik bigre û ta roja îro.

    Lê li ser rola wê çapemeniyê, di hişyarbûna gelê Kurd de û pêşketina wêjeya kurdî de mirov dikare van xalan raxîne:

    1- Bi saya rojnameya ( Kurdistan / 1898 ) ê, zimanê Kurdî bû zimanê xwendin û nivîsandinê, tevî ku Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran helbestên xwe bi zimanê Kurdî danîbûn, lê ta wê hingê zimanê Kurdî nebibû zimanê nivîsandina pexşanê wek ku tê xwestin.

    2- Bi saya kovara ( Hawar / 1932 )ê, alifbêya Kurdî ya latînî ji zimanê Kurdî re hat berhevkirin, roja îro piraniya Kurdan pê dinivîsînin.û roja îro yê ku li dîroka wêjeya kurdî bigere nikare di ser kovara Hawarê re bi qevêze..

    3- Bi saya kovara ( Rojî Kurd / 1913 ) ê, pexşana Kurdî serê xwe hilda û yekemîn çîroka Kurdî di vê kovarê de hat weşadin, ew jî ya rehmetî Fûat Temo bû.

    4- Çapemeniya sirgûnê wek çirayeke geş bû, Kurdan xwe li dor danhev û bi rêka wê, gelê Kurd ji gelek nexweşî û nezanîyan rizgarbû.

    5- Çapemeniya sirgûnê, beşekî mezin ji zargotin û dîroka Kurdan parast, ku ew çapemenî nebûya, dibe ku gelek bûyerên dîrokî û zargotina gelêrî winda bûba û şaş bihata nivîsandin.

    Bi wateyeke din çapemeniya Kurdî gelek belge û dukoment ji windabûnê parastin.

    6- Bi saya çapemeniya Kurdî û kesên ku xwe di ber de westandin, dengê gelê Kurd û bindestiya gelê Kurd di Ewrûpa û Emerîka de belav bû.

    7- Çapemeniya sirgûnê gaziyek bû ji gelê Kurd re, ku çavê xwe li cîhana zanyarî,hunerî û wêjeyî veke, li dûv zanînên nû di cîhanê de bilive û serwext be. Ne xasim ji aliyê teknolojî ve û dawî ku gelê Kurd jî tevî karwanê gelan bibe, di şaristanîya mirovahîyê de.

    8- Bi saya çapemeniya sirgûnê gelê Kurd di welat de li ber xwe da û ji desthilanîn neket.

    Tevî ku dagirkeran divîbûn Kurdan asîmîlesyon bikin û wan di nav xwe de nema bikin.. Her û her wê çapemeniyê hewil dida ku gelê Kurd dostaniyê bi gelên cîran re bike, nemaze yên bindest û azadîxwaz.

    9- Çapemeniya sirgûnê dijî rêjîmên paşverû sekinî, çi Ereb, çi Faris û çi Tirk,û doza biratiyê bi gelên van netewan re kir dijî desthilatderên stemka û rêjîmên xwînmij û kedxwar.

    10- Çapemeniya sirgûnê roleke giring dilîze di eşkerkirina zilm, zor û hovîtiya ku li ser gelê Kurd tête meşandin...

    Di dawiya vê kurtegotarê de dixwazim bibêjim ku kovar û rojnameyên Kurdî yên sirgûnê roleke mezin lîstine di hişyarkirina hestên netewî de, ne tenê li dervî welat belê di hundirê welat de jî, ji ber ku rojnamevan û nivîskarê Kurd ta bi siyasetvanên Kurd nikarîbûn û nikarin xwe ji welat bi dûr bixin.

    Tevî ku li dervî welat dijîn jî, lê huş û ramanên wan bi ser welat û welatiyên wan ve ye, ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku ew ji welatê xwe nehatine cudakirin û ji ber ku nehatine cudakirin, tev nivîsandin û afirandinên wan li ser welat û welatiyên wan in.

    Ma wê çilo bandora wan di hişyarkirina gelê wan de ne berz û mezin be û karê wan ne cihê pesin û sipasîyê be...

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1