MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • KOMPLO (1998 - 2004)
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 15.02.2004

    Sedem û biryara betalkirina lîsansa weşana Medya TV û reşkirina ekranên malên Kurdan çi dibe bila bibe, ez vê bûyerê bi nefret şermezar û mehkûm dikim. Her çiqas ez/em ji hin bernamên Medya TV aciz bin jî, ev nayê wê wateyê, ku mirov bi reşkirina televîzyona Medya TV şa bibe. Çumkî Medya TV bi zimanê me yê şêrîn û delal, ku bav û kalên me bi hezar salan e di bin ewqas zilm û zorê de heta roja îro anîne, diaxivî. Û Med TV û Medya TV cara yekem bû di dîrokê de bi awayekî eşkere derewên dijminên Kurdan li nav çavên wan dan û daye xuyan kirin, ku zimanê me çiqas dewlemend e. Betalkirina lîsansa weşana Medya TV jî dîsa baş rayê me dide, ku Ewropî di pirsa Kurdan de berjewendiyên xwe di ser her tişî re digirin. Lê yên netewa xwe û berjewendiyên xwe nizanin û an jî nikarin baş biparêzin Kurdên Bakur, yên xwe di nava siyaseta PKKê de fetisandine ne.

    Hingiya Abdullah Öcalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û bi rencîdekirina Kurdan hate teslîmkirin, ji wê demê vir de, çapemeniya PKK/KADEK û an jî KGK her roj qala koployê dike û heta niha bi dehan û sedan senaryo li ser nivîsîne. Lê tiştekî pir eşkere heye, ku ew naxwazin vî bibînin. Çumkî hefsar ji zû de di destê Kurda de nîne, loma Apocî bi zanehî (yên bi desthilat kêm zêde 20 kes in) hemû siyaseta Bakur anîne di şexsê Abdullah Öcalan de xeniqandine û naxwazin, ku derfet peyda bibe, gelê Kurd rastiyê bibîne.

    Ev rastî jî ew e, ku lingê koployê yê yek jî Abdullah Öacalan bi xwe ye. Belê Abdullah Öcalan li dijî gelê Kurd di nav komployê de ye. Çumkî ger ew di nav koployê de neba ewê;

    1. Dema ji Sûriyê derket, dê nehata Ewropayê, dê biçûya serê çiyan cem gerîla. Çumkî wî bi destê hin kesan li Ewropa teror kiribû.

    2. Dema çû Yûnanistan, Rûsya û Îtalya, dê li Îtalya bima û ji wê derê derneketa.

    3. Dema ji Îtalya derket û dîsa çû Yûnanîstan û ji wê derê jî revandin Kênyayê û paşê bi destê zorê hate teslîm kirin, dê rola xwe di zîndanên Tirkan de bilîsta.

    4. Dema nikaribû di zîndan û dadigehên Tirkan de rola xwe bilîze, diviyabû destê xwe ji siyaseta Kurdan bikişanda.

    5. Dema nikarîbû van xalên li jorê bîne cih, divet nehata lîstikên serleşkeriya Tirkan û Kemalîzim neparêsta.

    Belê Medya TV jî ji sibê heta êvarê propoganda vî mirovî dike, loma ket vî halî. Medya TV bûye qurbana siyaseta kêmaqilan. Kurdên li pê Abdullah Öcalan diçin, ew xwe ji bo wî biqelişînin jî, Abdulah Öcalan li ber çavê cîhanê, cudahiya wî, ji Misto Kemalê bê bav, Saddam Husên, Hîtler, Mosolînî û dîktatorên din nîne. Yan Apocî vê rastiyê dibînin û yan jî ewê têk herin. Û Ji Abdullah Öcalan re azadî têye xwestin, ger ew îro ji zîndanên dijminan derê, dê bi hemû quweta xwe ji Tirkan, ji Kemalîzimê re kar bike û tevgera Kurd û Kurdistanê tar û mar bike.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1