Li ber bayê pîrbûna roj û salên buhirî, dîmenên jiyanê bi dîwarên bîrdankên ciwanîyê ve hatin daliqandin, yek ji wan dîmenan jiyana helbestvanê fedekar seydayê Cegerxwîn e yê ku her tişt fedayî rêka azadî û aştîyê kir ; roj, meh û sal dimirin lê daholên nejbîrîyê di her gav û kêlîkê de di guhên me de dikin dim dim, şînîyên reş, bobelatên bi xwîn, xwezîyên beravêtî û hêvîyên kuştî... di hola jiyana me de şiyar dikin ; dengê Seydayê Cegerxwîn daholeke di guhê her kurd_perwrekî dilsoz û ziman_hez de dike dim dim ; dîlana bûk û zavayên mîna Cêm û Gulperî, Stêr û Şepal, Salar û Mîdya.. di hola yadîyên jibîrbûyî de têne gerandin.
Di nav her miletî de dengê azadîyê bi qêrîna pênûsan bilind dibe, li nav gelê Kurd qêrîna pênûsa Seydayê Cegerxwîn jî bû dengekî bilind ji azdîyê re ew jî bi deyax û berxwedana wî çi di warê polotîkî de çi di warê rewşenbîrî de, azadî serkêşê xwen û hêvîyên wî bû, welat derdê wî yê pêşî û dawî bû Ji mêj ve şevên me bêrîya şevbuhêrkên vejandina dîmenên jibîrbûyî kiribûn, ji mêj ve dixwest xetîrên vemirandî vêkevin û hêvîyên kelogirî bigirnijin ; îsal rewşenbîrên Kurd li her çar alîyên dinyayê çalakî û bizavên xwe li bin dara Seydayê Cegerxwîn li dardixînin û ev sal kirine sala Cegerxwîn, ev pêngav bêguman cihê şanazî û serbilindîyê ye, vî Seydayê ku bi helbestên xwe em serxwş kirine û hiştiye ku yê meyger şeraba xwe li her xwendevanî bigerîne dema dibêje:
Meyger tu were em qedehek mey bifirinin
Serxoşî bibin em kul û derdan birevînin
.....
Mestane bibn em ji xiyalên xwe xeber din
Da kul di dilê kuştiyê Goran de nemînin
....
Xêzên me nivîsîne bi xwe ayetê Kurd in
Dê piştî me re ew di civatan de bixwînin..
Bê guman Seydayê Cegerxwîn ne hewcedarî nirxandinê Ye, çiko wî jiyana xwe di ber azadîya gelê Xwe û parastina zimanê xwe de mizaxtibû.. û hêjaye ku{ Mîr Celadet Alî Bedir_Xan } di pêşgotina dîwana 1ê de wiha nivîsandîye: “Seyda şûrê xwe ji kalên kişandi bû, bera pût û latên Itiqadên batil xurafeyan dida ; şerê neyarê hundir, li kurmên darê, li kurmên ko dar dixwarin digerîya. ew kurmên ko Seydayê Xanî berî sê Sed salî pêş me kirine...“; şûrê Seyda jî pênûsa wî bû, dixwest bi wî şûrî azdîyê di kembera mêran de biparêze û evînê di peyalên evîndarên bê guneh de serxweş bike, şev jê re bibûn şaneşînên evînê, kenê evîndaran mûm û şemalên wan şevan bûn, ew bi xwe evîndarekî mest û serxweşbû, nikarîbû dûrî baxê evînê jiyaba, dixwest ku evîna azadîyê û azadîya evînê bike buhareke zindî, yan kevokên sipî, yan berbangên mizgînîyan û li nav gelê Kurd belav bike, evîn jê re helbesteke nazik bû li ber derîyê yarê danî û meşîya, lê wê helbestê Ji her yarekê Ku li pişt derî dimîne bendewar got û dibêje:
Ebro şevê
Şêrîn devê
Lêv hingivê
Xanim !
Ez nexweşim
Ne serxweşim
Derî veke
Canim
Bi wî serî
Ji ber derî
Maçek nedî
Narim
Ji awirên
çavên belek
Zanî birîn
Darim
Wî li ber bîna evîn û azadîyê xewn û xeyalên xwe kirin kulîlkên xunav girtî, azadî jê re esmanekî bê stûn bû û erdekî bê binî bû, bi mêranîya xwe di bin darê zor, lêdan û aşkencê de, di nav pencên zindan, perîşanî û alozîyê de hawar kir û got: “Kurdê Kurdistan, tev şoreş û volkan…” Wî di nav 40 milyon Kurd de, volkan peqandin û çiya hejandin, bi dengê xwe her çar kinarên Kurdistanê kirin yek, kirasê Salên wêranîyê çirand, ew sal ji nûve hatin lêkirin, hêvî di nav duwa sar û cemidî de geşbûn, giyanên birîndar di nav parsiwên şikestî de hatin dermankirin.
Li ber bîna helbestên wî nasnama Kurdî bû sirûdeke jîndar li ser lêvên doh, îro û sibe, bû kanîyek av li ber karwanekî tî, bû şeqameke germ li ser dêmê dîrokê...
Di sedsalîya bûna vî Seydayê Welatperwer û ziman hez de bi tenê hêvîyeke me heye ku ziman bizava me ya pêşî û dawî be, heger ziman bê bişaftin wê bi hesanî navê gelê Kurd ji jiyanê bê hilanîn, li vir ez nikarim ti gotinan piştî gotinên seydayê Cegexwîn bibêjim û hêjaye ku bi ser bilindî em dengê xwe tev li dengê wî bikin, hawar bikin û bêjin:
Ma ne hêjaye, em herdem ba kin
Ax û xewliyê Bi ser xwe dakin
Yan bibne dewlet, yan bêne kuştin,
Yan dilxweş bimrin, yan dil bi matem.
Dermanê Me ye xwendin û zanîn,
Xortên xwendevan, tev bûn Cegerxwîn
Her bijîn, bijîn xortên nûhatî
Her bijî, bijî Kurdistan herdem