Ji bo bîranîna Mehdî Xoşnaw û şehîdên dî...
Heyla li min jaro
Heyla li te jaro
Me rezikik cando
Hemû şiv û gûz û hinaro
Hey jaro ezo, talano ezo...
(Ji folklora Kurdî)
Erê jaro...
Mirin, wekî pirpirokên biharê dîsa xwe noqî newala jiyana me kir. Em û mirin, ev dused sal in em li ser siya hev dimeşin.
Mirin, êdî ji me re baqek qaxizên reşeşîn ên serpêhatiyan e!
Ji Helebçeyê bigire heta Newala Qesaban, em di nav hêlekana mirinê de hêsirên xwe distewînin...
Erê jaro...
Mirin û azadî çiqas nêzî hev in. Hêsirên ku di hêlekanên mirinê de distewin, vêga çiqas azad in...
Erê jaro...
Belkî qederek e, an jî tişteke din; lê em kurd çavên xwe di nav şibakên êş û cangoriyên xwe de li çirûskên azadiyê vedikin...
Hewlêr êdî azadtir e...
Hewlêr êdî ji bo kurdan şibaka azadiyê ye...
***
Kurdên Bakur, divê qetlîyama Hewlêrê çawa bixwînin?
Neyarên Kurdan, êdî qetlîyam û dijminatiya xwe bi awayeke henekane dimeşînin. Ji bo ku em ‘xwe’ ava nekin, ji bo ku em ji hêsirên xwe ji xwe re starekê ava nekin, bi hemû rê û rêbazên xwe ve têne ser me.
Berî her tiştî em di nav fikrên xirikandî de, em di nav niqaşên kopîkirî de mey û havêna qedera xwe dihêlin ji zirbavên xwe re. Ji bo ku em tovê ken û giriyên xwe nereşînin, em bi her awayî têne manûpilekirin. Êdî li ser hîvê jî koxikeke kurdan çêbe, dê neyarên kurdan çi bikin her kes dizane!!!
Lê gelo emê çi bikin?
Em kurdên Bakur ji zû de ye, di nav ezmûnekê de ne. Helbet dilê her kurdî li Başûr li Hewlêrê lê dixe... Lê divê Başûr, bibe kêla me ya siyasî û entellektuelî. Nexwe, jixwe her kes dizane ku, cîranên (Tirkiye, Suriye, Îran...) me kêlên me hazir kirine jî...
Min navê ez çîrokên “xwirînî, taştê, firavîn, şîv...” ên ermeniyan bînim bîra we... Min navê ez zilamê ku li ber sêdarê gotî, ‘Bila ev jî ji min re bibe ders!’ bînim bîra we...
Divê em wekî du serî pîvazan nefikirin û paşê destê xwe li kaboka xwe nexin. Her tişt eşkere û vekirî ye: Heger em çareseriya pirsgirêka kurdan, wekî lîstina “pazil”ê ya leyîstoka zarokan jî bifikirin, fotografê vê leyîstikê BAŞÛR e... De vêca kerem bikin...
***
Min berê jî nivîsandibû lê ez xwe mecbûr dibînim ku dîsa bi kurt û kurmancî dubare bikim: Divê mirov zêde qelebalixiyê neke û hişê xwe di nav hin teorî û kitêban de nekuje. Ji hin tiştên berbiçav re tu gotinên qerase û qelew ne lazim in!
An emê fêm bikin ku bombeyên Hewlêrê di saziyên me yî Amed, Sêrt û Batmanê de teqîyane; an jî emê kefenê teoriyan li xwe bikin û xwe berdin newalên binkeftinan...
An emê rih û beden û siyaseta xwe ji Başûr re bikin sinc û mertal; an jî emê pala xwe bidin simbêlê hev û ji hev re çîrokên xwe yî berê vebêjin...
An emê ava awir û hişê xwe berdin ser şitlên Başûr; an jî emê di nav perspektîfên çilmisî de bimînin li benda bextê felekeke din...
An emê bi berçavka BAŞÛR li pêşeroja xwe binêrin; an jî... an jî...
Evdile Koçer
[email protected]