MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • Tawanbarên xwînrêjiya Hewlêra Paytext, statûkoperestên Rojhilata Naverast in!
    Bayram Ayaz: [email protected]


    Köln: 04.02.2004

    Îro, sê rojiya şîna miletê kurd e.

    Xelkê me şehîdên xwe, egîd û mêrxasên azadiya Kurdistanê, şehîdên Hewlêra paytext, bi gul û kulîlkan, yek bi yek rêwî dike bo xaka pîroz li Kurdistana azad.

    Hejmara şehîdên me gîhaşt sedan. Sed can… sed giyanê pîroz… sed cengawer... sed aşitixwaz û xebatkarê demokratiyê... sed caran ziyan û ziyaneka mezin. Zîyaneka ko şûna wê zû bi zû nayê dagirtin.Cinazên şervanên azadiya welat, di ala rengîn da xemilandî, ew ala rengîn ko şehîd Kadî Muhemed berî 57 salan teslîmê Barzaniyê nemir kiribû û ew nuha li seranserê başurê Kurdistanê wekî remza azadiyê, aşitiyê, demokratiyê û mirovayetiyê pêl dide û, şewq û ronahiya xwe dide ser bakur, rojhilat û rojavayê welat û her deverekî ko Kurd û Kurdistanî lê dijîn.

    Belê… Ev e, tirs û xofa ko ketiye dilê xwînrêjan. Tişta ko xewa wan direvîne, ev tişt e.

    Ev e sedema esasî ko hêzên tarî û qirêj û namerd careka din fermana me dan! Du xwefiroşên aware bi TNTê dagirtin û bi ser me da şandin.

    Belê… Em, pêşmergeyê qehreman û siyasetvan û dîplomatê zana û dûrdîtî û xwedî serpêhatiyeke çil û yek salan Kak Samîyê xweşevîst, rûken û rûnerm, xweşmirov kak Şewket, xweşmêr û zana mamosta Saad, kak Şaxwan, kak Xesro, kak Mahmud, birêz kak Ekrem, kak Ahmed, kak Nerîman û yek ji xezneya ronakbirîya kurdewariyê û niştîmanperweriyê kak Mehdî Xoşnav û noht şehîdên xwe bi rê dikin.

    Belê... Em wan jî dişînin cem şehîdên Halabça, şehîdên Enfal, şehîdên Mahabadê, Bedlîsê, Diyarbekirê, Agiriyê û Dersimê. Wan dişînin cem şehîdên zindana Diyarbekirê, şehîdên çiyayê Cudî, çiyayê Gabarê, çiyayê Herekolê; cem hemî egîd û xweşmirovên ko ji bo doza Kurd û Kurdistanê têkoşiyan û di vê rê da giyanê xwe pak ji dest dan.

    Belê... Şehîdên Hewlêra paytext jî tevê karwanên şehîdên azadiya Kurdistanê bûn.

    Û gotina dawî ji kesera dilan... wekî her Kurd û Kurdistaniyekê dilsoz, em jî dibêjin: ev ne şehîdên me yên ewil in û wekî em li hawirdorên xwe dinêrin û qirêjî û nemiroviya dijminên azadiyê û demokratiyê û federaliyê li rojhilata naverast dinirxînin, em ditirsin ko ev şehîdên me yên dawî jî nebin.

    Lê, hîç hêzek nikare miletê kurd ji rêya rast û ji doza rewa vegerîne û careka din rojên reş bi ser xelkê me ra bîne.

    Belê, em gelek dilêş û dilkeser in. Şewata nav dilê me dikare bîr û hizrên me yên xwînî bi dehan rûpelan li du hev bi rêz bike.

    Lê, divê em li xwestina şehîdên xwe vegerin. Ew ji me dixwazin ko em di demeke herî zutirîn de vê bûyera diltezîn analîz bikin, ji xwe û ji miletê xwe ra zelal bikin. Da ko netewa, van kujer û tawanbaran nas bike, tedbîrên xwe bigre. Rê û rêçûna xwe rast û durist bike.

    Her karesat û rojên reş du alîyên xwe hene. Aliyên negatîv û aliyên pozîtîv. Gotineka pêşiya yê Kurdan heye û nimûneyên wisan di zargotin û zaniyariya medeniyetên din da jî hene, dibêje: ‚li paş tariyê ronahî ye’ an jî ‚li pişt her şev û şevereşê roj û ronahî ye’.

    Belê ev êrîşa li Hewlêra paytext rûda, rojeke gelek reş e. Lê divê em seda sed bizanin li duyê vê bûyera reş roj dibiriqe û gelek jî ronahî ye. Helbet, eger tevgera welatperwer û yek bi yek siyasetvan xwe şaş nekin û bûyer û rûdanên hatine holê karibin rast analîz bikin.

    Vêca şewq û ronahiya ko li pişta bûyera Hewlêra paytext bû, zû xwe nîşan da. Hêj berî ko xwîna şehîdên me sar bibe.

    Ev ronahî çi ye û çawa ye ?

    Xwîna şehîdên Hewlêra paytext, yekîtiya siyasî ya Kurdan xurttir kir!

    Du encamên bûyera Hewlêra paytext gelek girîng in.

    Yek jê, serkirdayetiya siyasî li başurê Kurdistanê zêdetir nêzîkî hev bû. Doza bi destxistina mafê desthilatdariya siyasî li seranserê Kurdistanê bi şêweyê federalîyeke terîtoryal (neteweyî cografî) bû armanceka esasî, ko tevgera kurdî nema jê dadikeve. Wekî pêşiyên me Kurdan gotine: bi bûyera Hewlêra paytext, li ser vê armancê hestî hatin şikestin û xwîn hat rêtin. Karesata Hewlêrê taybetiyeke xwe wisan heye.

    Heta nuha me ji bo azadiya Kurdistanê şehîd dane, li her deverekê Kurdistanê. Vêca şêhîdên Hewlêra paytext, bi taybetî ji bo têkdana doz û armanca federaliyê hatin kuştin. Em dikarin bêjin ev şehîdên me yên doza Kurdistana federe û bajarê Kerkûkê ne. Ko federalîzm û Kerkûk îro çarçeweya esasî ya miletê kurd e.

    Cihê dilxweşîyê û şanaziyê ye ko îro li başurê welatê me tevgera kurd û Kurdistanî serkirdayetiyeke serwext, dûrdîtî û bi hêz heye. Pirsên navxweyî li paş xwe hêştine û serpireştiyeke hevbeş danîne. Parlemana me, îradeya miletê me heye.

    Ev tecrûbeyên donzdeh salan di serîda her du partiyên sereke Partiyê û Yekîtîyê û her wisan rêxistinên din kemilandiye, xurt kiriye, di alî rêzanî da zana û jîr kiriye. Dema mirov daxuyaniyên birêz kak Mesûd û birêz Mam Celal û birêzan siyasetvanên din derbarê bûyera Hewlêra paytext dibîse, dibîne ko ev noqteya me li jorî îşaret kirî bi cîh hatiye. Partî û Yekîtî mil dane hevdu, biheve zeliqîne, bûne wekî yek partiyek.

    Ev encam, ev rûdan me gelek keyfxweş û dilgeş dike. Ji ber ko îro barê doza kurd û Kurdistanê li ser milê birayên me yên başûr e û bi taybetî jî li ser milê her du partiyên sereke ye. Serketina wan, serketina miletê kurd e. Têkçûn û şikestina wan jî, şikestina hêviyên miletê me ye. Ji bo vê yekê jî „terora nevdewletî“ berê xwe daye PDKê û YNKê.

    Helbet ji bo ko mirov xaniyek xira bike divê mirov sitûnên wê biroxîne. Dijminên miletê kurd yên zikreş û namerd jî vê yekê baş dizanin. Tecrûbeyên xwe yên dewletî ya çend sed salan ne di rêya pêşxistina mirovayetiyê, aramî û aşitiyê li rojhilata navîn bi kar tînin. Berovajî vê, êrîşê miletekî azadîxwaz, aşitîxwaz û demokrat dikin. Ji azadîya Kurdan û rojhilateka navîn ya demokrat ditirsin. Tirsa wan di cîh da ye.

    Vêca divê miletê kurd, li çi deverê Kurdistanê û dinyayê dibe bila bibe, li dora Kurdistana azad, li dora Parlemana Neteweyî, li dora Hukumeta Kurdistanê, li dora tevkariya PDKê û Yekîtîyê û rêxistinên Kurdistanê yên ko konsepta Dewleta Kurdistanê ya Federe qebûl dikin, cîhê xwe bigrin, mil bidin hevdu û van destkeftiyên xwe yên dîrokî biparêzin.

    Daxwaza miletê û daxwaza her Kurdekî ew e ko gavekî zutirîn, her du îdareyên Kurdistanê bibe yek, Hukumeteka merkezî, yekgirtî teşkîl bibe.

    Em hêvîdar in, Dewleta Kurdistanê ya federe, bi Parleman û Hukumeta neteweyî û bi îdareyên parezgêran (Duhok, Sulêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Xaneqîn û Nînova -Sincar-Şêxan- ) zutirîn demê da bête rêkxistin û îsal di çarcoveya Ýraqeka demokrat, federal, yekgirtî da înternasyonalî were naskirin.

    Miletê kurd li benda mujde û mizgînîya yekkirina her du îdareyan e. Şehîd kak Samî Ebdurrahman, di daxuyaniyekî da gotibû „emê di nêzîk da mizgînîyê bighînin miletê xwe“. Em li benda mizgîniya wî ne. Miletê kurd jî divê bikeve duyê vî karî, dozê ji Partiyê û Yekîtîyê bike ko rojek zutir ev mizgînî dilê miletî şa bike û ruhê kak Samî û şehîdên Hewlêra paytext jî şad bibe.

    Dijmînên Kurd û Kurdistanê yekîtiya miletê me „pêk anîn“, Kurdan kirin yek parçe

    Em werin ser nokteya duwemîn encama bûyera Hewlêra paytext. Ev bûyera diltezîn û xemgînî, ne tenê partiyên kurdan, her wisan miletê kurd li hemî parçeyên Kurdistanê û li dinyayê kire yek parçe.

    Bîr û hizrên miletê kurd xurt bûn. Miletê kurd careka din ji nuve bû milet!

    Eger şerteke miletbûnê yê rûhî (nefsî), di rojên dilêş da peydabûna bîr û hizrên dilêş û xemgînî yên hevbeş e û parvekirina êşa bûyerên diltezîn ji bal hemwelatiyan ve be, dikarim bêjim, ev haletê nefsî ko piştî bûyera Hewlêra paytext di nav Kurdan de peyda bû, delîl û emareteke gelek mezin e, ko KURD BÛNE MILET!

    Di teoriyên pêkhatina netewayan de diyar e. Pispor û zanyar dibêjin carna hin karesat (krîz û bûyerên mezin) dibin sedem ko di nav civatekî ko bi zimanek diaxifin û çandeka wan ya hevbeş heye, lerzeke kurr peyda dibe, ev jî bi xwe ra bîr û hizrên hevbeş peyda dike ko mirov dikare wê rewşê û helwista civatê wekî „helwisteka neteweyî“ bi nav bike. Ev karesatên wisan prosesa miletbûnê kurr dikin û bi pêşda didin.

    Wekî mirov vê bûyerê û bîr û hizr û rewşa ko di nav Kurdan da peyda bûye baş binirxîne, dikare bêje ev bûyera Hewlêra paytext di nav Kurdan da wekî şokekî neteweyî tesîrê li Kurdan kir.

    Mahabadê, Saqiz û Sinandacê, Diyarbekirê, Wan û Bedlîsê, Qamişloyê û Ciyayê Kurd, dîasporeya kurd li seranserê dinyayê, ji Avustralyayê heta Amerîkayê, Kanadayê, ji Kazaxistanê heta Rusyayê, Ewropayê, ji Sudanê heta Yemenê û Israilê miletê Kurd bi Hewlêra paytext ra şîn daniye, digirî û histirên çavan dirijîne... Bi Hewlêra paytext ra li dijî dijminên Kurd û Kurdistanê diqîre, van dijmînên namerd rûreş dike. Hewlêra paytext bi taybetî di van rojan da bûye qîbleya Kurdan, bûye „kevira haceruleswed“ Kurd destê xwe dirêjî wê dikin, dixwazin pê tewaf bibin. Belê, ev nîşanan hemî nîşanên miletbûnê ne.

    Dijminên Kurd û Kurdistanê dixwestin, miletê çavtirsayî bikin, parçe bikin, lê berevajî encam peyda bûn: yekîtiya milet û tevgera welatparêz perçîn bû. Ez vê mizgînîyê dixwazim bighînim şehîdên Hewlêra paytext ko hê gelek hocreyên canê wanê pak jîndar in û xwîna wan jî sar nebûye.

    Bi nîspetê bakurê welatê me, cihê keyfxweşiyê ye ko tevgera Kongreya Gel û Dehap jî bi dilêşiyekî kurr tevlî şîna neteweyî dibin.

    Kemalîstên şovenîst bila keyfa xwe neynin. Rahên kurdewarîyê di nav miletê me da pir kurr e û şaxên wê jî gihane ezmanan. Eger çend şax û gulîyan bi kurmî kiribin jî ew nikarin dara azadiyê hişk bikin. Ji ber ko dara azadiyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan; bi xwîna şehîdên zindana Diyarbekirê, şehîdên Gabarê û Cudî. Roja yekê sibatê jî bi xwîna şehîdên Hewlêra paytext hat avdan, ev dara azadiyê. Em hêvîdar in, hêzên şovenîst aqilê xwe bigrin serê xwe û dest ji xerabiyê berdin.

    Bila ew bizanin: Em demokrat in. Em parezgerê fereh netewetiyê ne, fereh partiyetiyê ne, fereh ol û mezhebtiyê ne. Miletê me şervanê azadîyê, aşitîyê û demokratiyê ye. Em dixwazin bibin pireya medeniyetê li rojhilata navîn.

    Vêca ew klîka şovenîst û statukoperest li Tirkiyeyê li ser birayên Turkmen çi provakasyonan dike bila bike û her çiqas hinek ji Turkmenan xwe bi wan dixapînin û xwe difroşin jî, miletê kurd dê mafê çend hezar Turkmenan biparêze yên ko ji mêj va li herêma Kurdistanê binecîh in û dê tevgera kurd nehêle ko li Kurdistana azad „terora navdewletî“ destkeftiyên miletê me, ev azmuna heye pûç bike. Bi rastî miletê me piştî bûyera Hewlêra paytext bersiva dilreşan jî da.

    Em dixwazin li dawî bi çend noqteyan vê bûyera diltezîn ji aliyê xwe ve tarif bikin.

  • Qetlîama Hewlêra paytext, 11 Eylula Kurdan e.

  • Ev karesateka neteweyî ye. Tesîra wê jî tesîreke neteweyî bû.

  • Dijminên Kurdan dixwestin serokatiya tevgera kurd lîkîde bikin û tevgera kurd bêserî bihêlin. Helbet ziyaneka mezin giha tevgerê lê armanca dijminen namerd bi cîh nehat.

  • Armanca vê bûyerê ya sereke têkdana projekta federalîzma ser bingehê neteweyî û cografî ye.

  • Ev bûyer parçeyek ji êrîşên terorîstî internasyonalî û herêmî ye. Armanca van êrîşên terorî pêşîlêgirtina prosesa demokratizekirina rojhilata naverast e.

  • Berpirsiyarên vê buyerê, di warê siyasî da hêzên statukoperest in, yên ko naxwazin li rojhilata navîn sîstemeka demokratîk saz bibe. Civatên medenî xurt bibin. Li rojhlata navîn prosesa globalîzmê bi pêşde here. Di nav dîn û medeniyetan da, bi taybetî di nabeyna dînê Îslamê û medeniyeta demokrat da dîyalog peyda bibe. Bûyerên van rojan li îranê diqewimin balkêş in. Tirkîye dikele. Ordiya tirk û hevkarên wê ketina tirsa desthilatdariyê. Tevgera azadiya miletê kurd bûye tirsek mezin ketiye nav dilê wan. Li Suriyeyê kurê Hafiz Esad, Beşar Esad ditirse ko seltanat ji dest derkeve, kontrolê wenda bike. Ji ber vê yekê çû xwe gîhand tirkan. Hêviya Beşar Esad nuha generalên tirkan in. Piştî ko li Iraqê û Kurdistanê muneqeşeyên ser şêweyê federalîzmê dest pê kirin, bi serkêşiya dewleta tirk, di nabeyna Tirkîyeyê, Îranê û Suriyeyê da tefaqa dijberiya danîna Kurdistaneka federal pêkhat. Ev tevkariya statukoparêziyê ye. Ev tefaq di eslê xwe da dijê siyaseta Amerîkayê ye jî.

  • Êrîşkeriya Hewlêra paytext piştî daxuyaniya cigirê serleşkerê tirk general Îlker Başbug qewimî, ev yek balkêş e. Ko bi aşkere got: Eger Kurd ji daxwaza xwe ya federaliyê neyên xwar, dê xwîn birêje.” Kurdan nexwestin ji daxwaza xwe ya rewa dakevin û xwîn rijiya. Li aliyê din ordiya tirk di pirsa kurd da hukumeta Erdoganî ko xwe “demokrat û musilman” bi nav dike, teslîm girtîye û kirîye şirîkê xwe. Ji xwe li Tirkiyeyê di pirsa kurd da hemî hêz dikarin li dijî Kurdan bi lez yek bin û bikevin bin emrê ordiyê. Generalan nuha hukumeta tirk kirine berdevkên xwe û mesajên xwe siyasî bi riya hukumetê belav dikin.

  • Li Tirkiyeyê pirsa kurd karê ordiyê ye. Ordî û îstixbarat gelek tiştan dikin ko agahiya sivîlan, siyasetvan û burokratan jê nabe. Dema kiryarên qirêj bûn sedem ko Amerîkîyan çewalan di serê sûbayên tirk da kirin, di hin medya tirk da hat nivîsîn ko “hêzên taybet yê ordiya tirk” li “bakurê Iraqê” tiştên bi serê xwe dikin. Li Tirkiyeyê kes nikare li van pirsan bikole. Otoriteyeke sivîl di ser ordiyê da tune. Hîç şik tune, ko hin serwîs û hêzên taybetî di nav ordiya tirk da bi hin karên qirêj hatine bi wezîfe kirin. Karên wisan û pêleyistikên bi hin Turkmenan va, serkaniya şik û gumanan e. Bûyerên li Kerkûkê rûdan pêwist nîne em zêde li ser binivîsin. Belî ye kî kir! Divê dewleta tirk ordiya xwe ji axa Kurdistanê bikşîne. Heta leşkerên tirk di Kurdistanê da bimînin hin serêşî û provakasyonên ji hin grupên Turkmenan dê berdewam be. Serkirdeyatiya Kurdistanê û hêzên hevpeyman divê ser vê pirsê aktîv bibin. Divê biryara Parlemana Kurdistanê bi cîh were. Peywendiyên Tirkîyeyê û Kurdistanê tenê ser bingehê ticarî û sivîl be.

  • Ev karê terorîstî ko li Hewlêra paytext rûdaye, ne karê terorîstekî aware ye. Ev karê serwîsên ko teknolojîya leşkerî baş dizanin, serwextê karên sabotaj û teqînan in. Rêxistinên dînî an yên din ko navên wan li piyaseyê digerin wek kirdar û kujerê vê bûyerê pirseke ne girîng e. Ev rêxistin û kesên ko xwe diteqînin maşeyên hin dewletan in, an jî yên hin hêzan in di nav hin dewletan da. Helbet naskirina qatil girîng e. Belku hin agahdarî bikarin rêçê bighînin ser çavkaniyê. Ev kar divê bê kirin, lê miletê me divê mucrîmên vê bûyerê baş nas bike. Tawanbar ew hêz in, yên ko naxwazin di çarçoveya Iraqekî federal û demokrat da jî Dewleteka Kurdistanê bête danîn. Pirsa Dewleta Kurdistanê ji bo wan, sedemê şer e.

  • Gelek işaret hene ko suikastên bi dehan kesayetên welatparêz li Turkiyeyê û li Îranê tîne bîra mirov. Ev jî pirsek e: Serokwezîrê Turkiyeyê dema xwest çavên Kurdên başurê welatê me bitirsîne, got: “Ez ser navê Îranê û Suriyeyê ji diaxivim.”. Vêca nizanim ev hersî dewlet derheqê êrîşa Hewlêra paytext bi hevra çi difikirin?!

    Li dawî careka din şehîdên Hewlêra paytext bi hurmeteka mezin bi bîr tînim û dibêjim bila ruhê wan şad be. Divê em ew rewşa ko peyda bûye, nêzîkbûna nav Kurdan xurttir bikin. Ev fersend divê vala neçe.

  • Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1