MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • BÊDENGÎ BÊHÊVÎTÎ YE
    B. Welatevîn: [email protected]


    "Bi kurdî dijîm, bi kurdî dimirim,
    Bi kurdî dîsa zêndî dibim,
    Li vî dinê bi kurdî hel diçim."
    HEJAR

    Belê, Apê Hejar di helbesta xwe ya Her Kurd im de weha dinivîse. Helbestek bi navarok tije û hîsen kurdeyatiyê jê dinisile. Her ku ez helbesta wî dixwînim gotinên bav û diya min tên bîra min. Nivisînên hevalên ku hê jî bi tirkî dinivîsin tên berçavên min. Ew dilên safên kûbar, ew keda wan a hêja, ew wextên wan ên giranbiha û zimanê tirkî! Na! Bi navê xwedê kêmasiyek livir heye. Ew gotinên wan ku hîs û xewnên wan dixwazin bigîhînin me sar in. Germahiya gotinên dilên wan bi zimanê tirkî dicemidin. Divê em wek bira li ser van tiştan bihizirin. Li ser gotinên bav û diya min jî.

    Berya ku ez dest bi dibistanê bikim hen pirs û daxwazên bav û diya min wek îro tên bira min. Gelo çewtî di van daxwazan de jî tunene?

    -Kurê min dê tu herî dibistanê?

    Belê dayê ez dê herim dibistanê.

    -Kurê min dê tu bixwînê ne wisa? Dê tu zû fêrî xwendin û nivisînê bibî.

    Belê bavo, ez dê baş û zû fêrî xwendin û nivisînê bibim. Ez ji xwendinê hez dikim.

    -Bixwîne kurê min. Xwendin baş e. Tu dizanî Hezretî Muhemmed ji bo xwendinê gotiye çî?

    Na!

    -”Yê ku min fêrî tîpêk bike ez dê bibim koleyê wî”

    Hiimm! Bêdengî bê hêvîti ye ne ûsa? Ji bo ku bêhêvî nebim, niha ez ê bi deng bihizirim. Li ser van gotinan bisekinim.

    Ez bawerim xeberdanên weha navbera we û malbata we de jî derbas bûne.

    Bi serê we Muhemmed rast gotiye. Di zarokatiya me de dersdaran xwestine mejiyê me bihelînin û me bikin koleyên xwe.

    Belê, me fêrî xwendinê û nivisînê kirin. Mala wan ava nebe! Û em bûne koleyên wan! Bi vî jîrekiya xwe jî ji me re riya “buhuştê” vekirine. Ma riya buhuştê di sertewandinê de derbas nabe? Gelo di beşa pedagojiyê de sertewandin, teslîm bûyîna asîmîlasyon /bandirola zimanê tirkî /erebî/farisî bi xwe nîne? Ka em piçek binêrin wan bi me çikirin e.

    Zimanê ku em ji wî û ew jî ji me bawer bûn bi me dan ji bîrvekirin. Bi vî riyê pêşî li serkaniya şexsiyet girtina me girtin. Gulên ku av didan jîyana me çilmisandin. Çanda ku nasnameya me pê çê dibe ji me veşartin. Evîn, meraqdarî û pirsan bi me dan birvekirin. Evîn, pirs û meraqdarî! Na! ev gotin bi xeter in. Li ber çavên me `wan` reşûreş kirin.

    Ha hûn hûn bin hîç pirs neyînin ser zimanê xwe. Çimkî di dibistanan de wan hîç fersend neda ku em pirsan bikin. Pirs, xebitandina mejî û her tiştan di ber çav de bihûrandine. Evîn jî ji civata xwe hez kirine. Evîn `gunehê` herî mezin e. Pirs û pirskirin `gunehên` mezintirînin. Wan çi got `rast` e. Wek wan got: nehizirin, meraq nekin û pirsan nekin. Hûn dizanin ji bo pirsan çi anîn serê Galilo û Sokrates ha! Çi tînin serê me jî!

    Çimkî meraqdarî û pirs gemariyê, newekheviyê, neheqiyê, û rastiyan tînin holê û pêşeroja mirovatiyê ronî dikin. Ji ber vê yekê jî; ji pirs û meraqdariyê, ol, serdest, koledar, dagirker û sistemên zorker hez nakin.

    Lê carna şeytan dikeve nava heşê min. Tirsa pirs û meraqdariyê ji ser dilê min ra dike. Ew demê ez nikarim xwe bigrim û dest bi pirsan dikim. ş Di wî demê de gotinek Albert Camus tê bîra min; ”BÊDENGÎ BÊ HÊVÎTÎ YE” Ev gotina wî di dilê min de jan dide. Ez jî ji xwe re dibêjim `nepirsîn û nemeraq kirin` bê hêvîtî`ye. Bi vî halê xwe dikenim. Gelo ji bo nivisîn, xwendin û fêrbûna zimanê xwe bê hewildan jî bê hêvîtî nîne?

    Lê dîsa jî tirs lerz dixin nava laş û mejiyê min. Li dij tirsê pêwistiya xwe parastinê didînim. Li der û dora xwe dinêrim. Hiş û hizrê min diçin ser biçûkatiya min. Gotin û hêviyên bav û dîya xwe di berçav de derbas dikim. Li vir jî çewtiyek heye! Gelo ev çewtiya bav û dîya min e? Bi meraqek mezin pelên zarokatiya xwe di berçav de derbas dikim. Ji çend sal berê ronîtir zarokatiya min tê bîra min.

    Ev baweriya min a di derheqê lêkolînvanan de hen jî xurt dike. Wan çi gotibû? ”Meriv her ku pîr dibin serpihatiyên xweyên salên dawî ji bîr dikin. Yên kevn, yên zarokatiya wan hen jî baş, zelal û vekirî tên bîra wan”. Niha destpêka min a dibistanê pir vekirî tê berçavên min. Ka hûn jî bixwînin. Ez bawer dikim kêm zêde zarokatiya min û we wek hev derbas bû ye.

    Dema min dest bi dibistanê kir ez şeş salî bûm. Di riya dibistanan de wek we bi salan çûm û hatim. Bav û dîya min pir dixwestin ez fêrî xwendin û nivisînê bibim. Xwenda bibim ku bibim xwedî karek baş. Di extiyariya wan de bi wan re alîkarî bikim. Bi xwendinê bibim xwedî jîyanek xweş. Ew jî di nava civatê de bi serketina min bextiyar, serbilind û dilşa bibin.

    Min xwend! 13 sal nehêştin ku ez hîs û daxwazên xwe bi zimanê xwe binim zimên. Ka hûn jî binêrin di van 13 salan de deng û sewt, hizir û heyal kirin, xeberdan û xwendina min a xwezayî çawan tevlîhev kirin.

    Di destpêkê de min ji mamoste hîç fêm nedikir. Lê min hez dikir fêrî xwendin û nivisînê bibim. Wî bi tîpan dest pê kir. Lê hen dengên tîpên ku wî digot ji qirika min der nediket. (ð-ş ) Hen dengên ku ji qirika min jî der diketin wî nav li wan nedikir û wan tîpan jî fêrî min nedikir. (q,x,ê,w) Wî bi vî riyê deng û sewtên min ên xwezayî tevlî hev kir.

    Paşê dest bi bêjeyan kir. Min ji tu bêjeyê ku wî digot fêm nedikir. Bi wan bêjeyan hevokan fêrî me dikir. Ez maneya bêjeyan nizanibûm ku maneya hevokan fêm bikim.

    Ez ziman zanibûm lê wan min kerr û lal kirin. Bi vê ”perwerde”yê cîhana min serobin bû. Ji xwe bêbawerî bû xwarina min a rojane. Ez bawer dikim ev jî armanca wî `perwerde` yê bûn!

    Roj bi roj zimanê min ê xwezayî, di bin bandirola zimanê tirkî de qels û teng bû. Zimanê dibistanê bû zimanê xwendin û nivisînê. Ev jî gav bi gav li ser çêbûna mejî, hereket û hizrê min tesîrek mezin a nebaş kir. Ez `perwerde` kirim! Ji wan rojan û şûn de cîhana min serobin, aştî di mejiyê min de nema.

    Niha tê bîra min li cîhekî Paolo Freier weha nivîsîbû. Ku tu ji zimanê kû ez pê xeber didim re hurmet nekî, ev tê wî maneyê ku tu ji şexsiyeta min re hurmet nakî. Çi gotinek rast. Wan ne ji zimanê min re, ne jî ji nasnameya min re hurmet nekirin, ne jî dikin. Ev metoda asimîlasyonê ya sereke ye. Niha jî ez bi dengê bilind ji xwe dipirsim. Gelo li dij vî metodê em çi dikin? Ez çi dikim? An jî di vî babetê de em çi bikin? Ez çi bikim? Dîsa pirsan min gunehkar kir ne ûsa? Herî baş ez bi xwe bersîvên pirsên xwe bi dengek bilind bidim.

    Ji bo ku bi zimanê xwe, hizir û heyalên xwe, şitlên çanda xwe di mejiyê xwe de geş bikim û xwe bi wan bigihînim, hewl didim bi zimanê xwe dinivîsim, dixwînim. Armanca min a vî nivisînê jî ev e. Ez ne nivîskarim, bi nivîsandinê fêrî zimanê xwe dibim. Kêmasî û çewtî di nivîsên min de hebin jî ji nenivîsin û ji nexwendinê baştir e. Çimkî mirov xwendin bi xwendinê, nivîsê jî bi nivisînê fêr dibe. Bi kurdî nivisîn kêf û evîn e. Ez weha bawer dikim. Bawer bikin evînek pir xweş e. Ka hevalên ku bi tirkî dinivîsin hewil bidin bi kurdî binivîsin.

    Ji bo ku mejî yê xwe ji bin bandirola zimanê tirkî xilas bikim min 20 salên xwe da. Binêrin wan çend salên min dizîn? Gelo dagirkeran çend sal ji jîyana we dizîn e? Heta kengê ew dê bidizin? Ka piçek bi kurdî binivîsin ku rûyê dizan reş bibe. Bi keda we ziman û şaxên çanda kurdî geş bibe. Bi nivîs û hewildanên we em jî rûken û dilxweş bibin. Diyar e ku perwerde bûna we bi zimanek biyanî ne sûcê min û we ye.

    Piştî ewqas sal ez gihîştim wî baweriyê ku `çewtî` çewtiya bav û dîya min nîne. Çewtiya me, an jî bê şansiya me bê dewlet bûna me ye. Ku dewletêk me hebûna dê wan me birê nekirana dibistanên dagirkeran. Em dê di dibistanên xwe de, di bin alaya xwe , bi ziman û çanda xwe, bi adet û toreyên xwe perwerde bibûna. Lê ev rastî heq nade me ku em xwe fêrî zimanê xwe nekin.

    Bi vî encamê dilê min wek livên pirpirikê lê dixe. Dilê mirovên azadîxwaz jî wek pirpirikan in. Ziman jî wek pirpirikan in. Bi pirrengî, kubarî, û azadîxwazî ya xwe ziman û pirpirik wek hev in.

    Pirpirik bi xweşikî, kubarî, pirrengî û bi azadîxwaziya xwe bi nav û deng e. Ziman jî weha ne. Kurdî jî weha ye. Ziman bi zaravayên xwe, pirpirik jî bi cûreyên xwe dewlemend in. Lê taybetiya pirpirikan ya herî girîng; ew bê azadî nikarin bijîn. Kubar in. Nazik in. Rengûreng in. Azadî ji bo wan wek hewa û av e. Di qefesan de nikarin bijîn. Ziman jî wisa nin. Bê azadî, teng, hişk û jar dibin. Dipişir in. Bê xebitandin, zincar digrin, bi pêş ve naçin. Nikarin xwe nu bikin.

    Wek zanyar dibêjin; ziman ne pirpirike ne jî `komilîkasyon` e. Ziman şexsiyet û nasnameya mirov û miletan e. Ew çanda miletan ya madî û manevî ye. Zimanê kurdî jî çand û nasnemeya kurda ye. Her tiştên ku bi wî tên nivisîn tama kurdeyatî yê dide. Hîsên azadîxwaziyê gurr dike. Bi kurdî jîyan zindî, pêşeroj ronî dibe. Kurdeyatiyê jîndar dike.

    Em dizanin aşa asîmîlasyonê êşên nedîtî dipekîne ser dil û mejiyên mirovan. Wan kor û korafam dike. Zilm e. Asîmîlebûyîn zilma herî mezin e. Mejîyê xwe ji asîmîlasyonê xilaskirin jî mêrxasiye, serketin e. Hewildanên li dij asîmîlasyonê bi rûmet û bi qîmet in. Sed xwezî bi gotina Apê Hejar. ....BI KURDÎ DÎSA ZINDÎ DIBIM...

    B. Welatevîn
    04/02/2004
    [email protected]

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1