MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • NAVÊ KURD DI DÎROKÊ DE
    Maruf Yilmaz: [email protected]


    Tirkan digot, Kurd tune ne, lê Tirkên çiyayî hene. Navê Kurd jî, bi lêkirina berfê ve afirîye. Yanê gava ku Tirkan pê li berfê kirine, dengê”kart”ango”Kurt”derketiye, paşê rengê xwe guhartîye bûye Kurd. Ev dîtin, karê etnolojîyeke zanîstî nîn e; etnolojîya fermî ya dewleta Tirk bi xwe ye. Heger mîna lêkolnêrên Tirkan be, hingê xwedîyên vê bawerîyê, dibêjin hemû gelên cîhanê Tirk in. Ji ber ku, tu neteweyekî tune ye ku pê li berfê nekiribe, dengê ”kart” ango”Kurt” dernexistibe. Lêkolenêrên Tirk, dixwazin, Kurdan ji nîjada Tirk nîşan bidin. Ev dîtin, bi du hawayan çewt e.

    1. Netewebûn bi nîjadê re hevbeş dikin. 2. Di nav nîjada Tirkan de nîjada Mongolî di piranîyê de ye.

    Ji xwe neteweyek ji nîjadên cuda pêkdihê. Çimkî netewe, ji nîjadê bêhtir, ji wekhevîya çandê(kulturê) pêkdihê. Tersê wê, ferqa me ji zadegana nîjadperestan tune ye. Dîtinên wisan ketine nav xwîn û laşên Kurdên Bakur, ji lewra jî dibêjin: ”

    Kurdên Kaşî, Hurrî ûhw. Ma bapîrên hemû Kurd in? Bapîrên me yên pêşîn ne cêwî bûn û pênc –şeş navên wan tune bûn, tenê navekî wan hebû, dibe ku ev nav Gutî be, dibe ku ev nav Med be, dibe ev nav Kardux be... Navê Med di belga Şahpûrî de derdikeve, dibe ku navê kesekî be. Em dê şaş bibin, ku em bawer bikin ku Med an karduh bapîrên Kurd in. Çimkî navê Kurd berîya navê Med/Mad hebûye, nabe ku Med bapîrên Kurd bin.

    Peyva Kurdistan

    Peyva Kurdistan, ji du peyvan pêkhatîye; Kurd û sitan. Paşpirtika”sitan” an ”istan” dihê wateya ”asîtan”(hewş). Di zimanê Sumerî de ”tan” heye ku dihê wateya ”dana êvarê”. Dibe ku pêywendîya xwe digel peyva ”Stan” ango”sitan” (hewş) hebe. Li gorî dîtinekê , peyva”Sitan” ango ”asîtan” erebî ye, lê ne erebî ye. Bi alîkarîya paşpirtika“Stan“ navên kurdî dihên avakirin, wek: Çolistan, Goristan, Loristan...

    Peyva Kurdistanê di dema Osmanî û Seçûqîyan de hatîye navandin. Di wê demê de, Siltanê Selçuqîyan, Siltan Sancar(1117-1157), di rojavayê Hemedana û Îsfahan de, bi navê Kurdistan parêzgeheke damezrand. Navenda vê parêzgehê, kela Biharê bû. Di vê demê de, beşeke ji çiyayên Kermanşahê dan Selcoqîyan navê wê hindamê danîn Kurdistan û Suleyman Şah bûbû fermandarê wê.

    Peyva Kurd

    Noldeke di wergera xwe ya Karnamekê de gotina ”Kurd” wisan werdigerine: Şivanê Kurd” Nyberg ev ergerandin nepejirandîye, peyvê rast dike, dike ”Kurtikan”. Di derheqa navê Kurd Bîlge Umar wisan dibêje: ”Koka navê Kurd dibe ku ji, Gord ango Gort(welatê Luwî) hatibe û hêdî hêdî rengê xwe guhartibe”.

    Li gorî dîtinekê, Karda bingeha peyva kurdî ye, ku ev peyv di tabloyekê Sumerî de derbas bûye. Heta lêkolenêrên bîyanî giranîya xwe didin ser vê peyvê. Dibe ku Karda li Kalde hatibe, divê piralî lêkolîn werin çêkirin. Sîr John Chardin, di sala 1686ê de pirtûkekê diweşîne tê de qala peyva ”Gord” dike, dibêje, her nivîskarekî v’ peyvê li gorî zimanê xwe lêvandîye. Di dîrokê de navên ku dişibin hev pir in. Ji bo nimûnê, navê baprên Gurcîyan yên mîtolojîk Karlos e, ji ber vê yekê, ji xwe re dibêjin Kartvel/Karvelî. Navê Karvel, navê welatê Gurcîyan yê pêşîn e û dibe ku pêywendîyê xwe digel ”Kardu” hebe. Em vegerin ser peyva Gutî. Navê Gutî, zimanê Sumerî dihê wateya ”gernas”. Dibe ku orjînala vê peyvê ”Gutu” be. Gengaz e ku di eynî wateyê de peyva ”Qurtî” ketibe şuna ”Gutî”.

    Bareston wisan dibêje: ”Gu” ga(boxe) û ”tî” paşpirtik e. Li gorî dîtina Waddelleyî, Gutî û Sumer ji nîjadekê ne. Waddell, dibêje Sumer ji nîjada Arjan(Arî) ne. Heta li gorî wî, birêvebir û fermandarên împeratorîya Sumerî, ji xwe re digotin”Got(Gutî)”. Heta T.G. Pînchet, dibêje peyva Kura/kur, bi zimanê Sumerî dihê wateya ”çîyayî”, hem jî ”welat”. Lê divê em dev ji koka peyva Kurd bernedin. Bi zimanê sumerî Gutu dihê wateya xwort(gernas). Li gorî lêkolîna me jî, peyva Gutî dihê wateya xwort(gernas). Ji xwe Gutî, xwînrêj û şervan bûn.

    Li gorî Cegerxwîn, dîroknasê amator, gotina Kurd bi daxwaza ”gernas” hatîye û navê neteweyekî kevn e. Divê mirov li koka peyva Kurd bigere. Bi ya min, koka peyva Kurd ji ”Gut”, an ”Kur” an ”Kurte” (Kur- te: Kurte) yan jî, ji peyva Kirm dihê. Peyva Gutî dihê wateya gernas ne ku peyva Kurd. Peyveke din ku nêzîkî kurd e , Gorde ye. Peyva Gorde ji grdya hatîye û wateya malê dide. Prof. E. A. Speîser dibêje, Kurd û Gutî ji neteweyekî ne. Yanê Gutî bapîrên me ne. Em tevî vê dîtinê dibin. Gutî bapîrên Kurdan in û hevdemê Sumerîyan in, ku ew 4000 sal BZ. li Kurdistanê jîyane. Piştî vê demê, em rastî van navan dihên: Hurrî, Med, Lolo, Kasî, Subarî, Mîtanî, Naîrî, Mananî, Urartu, Karduch...

    Kok û binyata navên jêrîn hê jî baş ne hatîye zanîn. Ji lewra jî,, em dikarin bibêjin, fantazî û rastî tevî dîroka Kurdan bûye.

    Betlîsî dîbêji: Zimanê kurdî çar perçÇ ne: kurmancî, lorî, kêlhorî, Dîbe ku zazaki ji birvekîrîbe, çîmekê lori u gorî ji weke , zazakî durî kurmancî ne, Li gorî me, dîtina Bedlîsî dîhê wateya ku kurd ji çar- pênc saxan perçeyan pêkdîhên, Zarava dîbin zîman, jî hev cuda dibin, ji ber ku dengdar u dengdêrên wan ji hevcuda ne, ev ji dîhêle ku çêkirina peyvan, ji hev cuda bibe, Afganî zîmanek e.kurdî ji zîmanek Ç, sanskridî ji zîmanek Ç, peyva zîmên peyveke mak Ç:

    Zarava li gorî we çêdibe, afganî zaravayeki îranî ye, farisi ji zaravayekî îranî ye, kurdî ji zaravayekî îranî ye. Heger em vebîgerîn ser zîmanê kurdî her zaravayekî wî bî qasî zîmanekî dewlemend Ç, yanê kurdî di kîjan warî de bibe ziman e. Ziman di nav dîrokê de dihş guhartin. Gava kurdîya kevn li Bakurê Kurdistanê belav dibe, li gorî deveran dihş guhartin. Nivîskarş Tirk, Osman Nedim wisan nivîsîye: ” Tirk berî 3500, li rojhilatê Tirkîyê dimînin û zimanê wan, bi yê Sumerîyan ve tevî hev bûye, ketîye nav hev. Xwedê Tirkan têr bike. Ew di nav neçarîyê de xwedî bûn, cîh û warên wan tune bû, berê xwe dan welatê Kurdan û têde bi cîh bûn, paşê, bûn bela li serê Kurdan...

    Xenephon qala Karduxîyan dike. Peyva grêkî ya ku dişibe vê peyvê ”Karda”e

    Peyva grêkî ya ku dişibe vê peyvê”Kard” e. Peyva Kard(dil) cara pêşîn ji alîyê Xenephon ve hate lêvandin. Wateya Kard ”dil” e. Ermenî ji bo peyva dil „sirt” bikardihînim. Gelekî caran peyva dil bi mêrxasîyê ve dihê hevbeşkirin. Dibe ku Xenephon di şuna navê Gutî xwort, (gernas) Kard bi karhanîbe. Ev lî guman li ser heye. Hommel nêzîkî du sed peyvên Sumerî û Tirkî dide ber hev, dibêje di navbera wan de gengaz Ç ku, pêywenyîyeke hebe. Me, vê pêywendîyê raçav kir û em bawerin ku, dîtina Hommelî ne rast e. Ji sedî bîst tirkî ne û ji sedî 80 jî farisî-kurdî ne.

    
    Sumerî      Tirkî           Kurmancî       Zazakî
    Dar/dara    karanlik        Tarî           Tari
    Gu/gud     Boxa/Şkûz        ga             ga
    Ab            Su            Av             aw, ab
    Pap           baba          bav            ba
    Mar          erkek          mêr            merdim
    Aşşa       alti              şeş          şeş
    Bar        kardeş            bira           bira
    Da         vermek           da (dayîn)     da
    Maş         koyun/keçî       mîh           mêşin
    Zib        dil              ziman          zibmon                    
    

    Peyvên ku Hommelî dibêje tirkî ne, ne tirkî ne. Gengaz e ku çend peyv jê tirkî bin.

    Bi rastî zimanê sumerî dûrî tirkî ye û tu pêywendîya xwe digel zimanê tirkî-oralî tune ye. Ew kesên ku dibêjin, sumerî tirkî ye ew peyv û gotinên Îndoewropî wekî peyvên tirkî nîşan dane û derewan kirine. Ev çewtî bala zimanzanên Ewropî kişandîye û bûye sedemên lêkolînan. Ne bi tenê Tirk, gelek neteweyên din jî, Sumeran ji nîjada xwe nîşan didin. Ji ber ku Sumerîyan sîstema nivîsê avakirine û hîkarîya xwe li ser gelên cîhanê kirine. Wan bazirganî, wênenivîs, kulnivîs û bajarvanî ûhw pêşxistin.

    Di litteraturê de ARYAN de dihê wateya ”asilzade” Lê li ser vê mijarê, dîtinên cuda hene. Nimûne, dîroknasê şarehvanîyê Wîll Durant, dibêje peyva ”Aryan dihê wateya”rêberîya beyanî(meşa sibê) Waddell jî, dibêje wateya Aryan ya rast”rêberîya beyanî” ye û ev peyv jî, ji peyva ”ar”(kotan) ya sumerî dihê. Li gorî dîtina Waddelî, Sumer bapîrên Arîyan in. Dîsan di vî warî de, xebateka hêja ji alîyê C. Autranî ve hatin kirin., Autran di berhema xwe de li ser zimanê sumerî radiweste û nêzikbûna wî zimanî û bi zimanên Îndoewropî ve girêdide. Êdî bes, divê zimanê sumerî cihê xwe di nava komeka Îndoewropî de bigire. Gelên Îndoewropî, berê hatina Îsa(BZ) hezar 3000 sal ji Mezopotamyayê bar kirin û li cîhanê belav bûn. Lê hin kes tersê vê dibêjin. Li gorî dîroknasên Ewropî, cîh û warê Îndoewropîyan, li Rojhilata Ewropayê bûn, lê ne wisan e. Gelên Îndoewrop ji Mezopotamyayê ne, ji wê derê derketin û bi sê beşan li cîhanê belav bûn.

    Beşa yekemîn ya Arîyan, berê xwe da Îtalyayê û Yûnanistanê û li wan deveran man.

    Beşa duhemîn berê xwe da Skandinavîyê û li wê ma û beşa sêhemîn (beşa sisêyan) li derûdora xwe belav bûn. Beşa li Irana îroyîn man, ji xwe re digotin “Airja (Aryan) ango Arî, yanî yên asilzade. Zimanên gelên Îndoewrop ango Zimanê Îndo-ewropî di nav xwe de dibe du kom (beş):

    Koma Kentumî û koma Satemî (zimanê Satemî).

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1