MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 50, adar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nirxandin
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Kurd di navbera meraqa li azadiyê û cîhanek neheq de
  • Bayram Ayaz: Tawankarên xwînrêjiyê statûkoperest in
  • Jîr Dilovan: Tirk û bûyera Hewlêrê
  • Fûad Sîpan: Rojek xweş û bûyerek reş
  • Evdile Koçer: Hewlêr: mirina azad!
  • Serdar Bapîr: Kurdistan, Çeçenistan, Tîbet... (grafîk)
  • B. Welatevîn: Bêdengî bêhêvîtî ye
  • Bêwar Îbrahîm: Hilmek ji bihara Cigerxwîn
  • Cemal Xeznedar: Ronabîriya Mistefa Barzanî
  • Marûf Yilmaz: Navê kurd di dîrokê de
  • Fûad Sîpan: Komplo 1998 - 2004
  • Konê Reş: Çapemenî di pêşxistina gel de
  • Lokman Polat: Ez dê bo çûkan binivîsim!.
  • Fûad Sîpan: Dehap û hilbijartin
  • Fûad Sîpan: Weylê mala derewçiyan bişewite!

  • WEYLÊ! MALA DEREWÇIYAN ŞEWITÎ
    FÛAD SÎPAN (AKPINAR): [email protected]


    Almanya, 18.02.2004

    Dema li herêma Serhadê yek ji yekî re derewek mezin dike, jê re dibêjin, ”weylê mala derewçiyan şewitî”. Serokwezîrê Tirkan qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdogan di gel televîzyona Tirkan Kanal D di bernama Fatih Altaylý de di 16.02.2004an de wiha dibêje, ”Kürtler benim caným ciðerim” (Kurd can û cîgerê min in) û rojnama Hürriyet jî di 18.02.2004an de ev gotinên Recep Tayîp Erdoðan kiriye sernûçe (manşet).

    Ê baş e, madem ku Kurd can û cîgerê Recep Tayîp Erdoðan in, ew çima di her derfetê de kîna xwe li dijî Kurdan direşîne û Kurdan tehdît dike?.

    Ka binêrin qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdoðan ji vir demek berê di der mafên Kurdan de di rojnameya ereban de, ya bi navê ”Havadîs”, ku li Beyrûtê têye weşandin, di meha yekem a sala 2004an de çi? Dibêje, ew derbarê mafên Kurdan de wiha dibêje, “Eger li Arjantînê jî dewletek Kurdan bêye damezirandin, emê li dijî wê jî şer bikin”.

    Ev ne cara yekem e, ku qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdoðan derbarê mafên Kurdan de wisa kîna xwe direşîne. Ewî berê jî rûçikê xwe rayê Kurdan dabû û di roja 24.12.2002an de li Moskovayê bi karkerê Kurd ê ji Qersê yê bi navê Zülfikar Boran re li ser kêşeya Kurd kete nava niqasan û got: ”Ez dibêjim kêşeyake wiha tune ye.”

    Bê guman ev gotinên serokwezîrê Tirkan qubedeyî (kabadayý) yê Kasim Paşa Recep Tayip Erdoðan ne ji dil de ye, ev gotinên sexte ne û Recep Tayîp Erdoðan ji ber ku hilbijartina herêman nêzîk maye, loma dixweze bi van gotinan, bi hest û hisên Kurdan bilîze û Kurdan bixapîne, ku Kurdên Bakur partiya wî hilbijêrin û rayên Kurdan ji DEHAPê re neçin.

    Hêviya min jî ew e, ku Kurd rayên xwe nedin partiya Recep Tayîp Erdoðan, bidin namzetên xwe yanê DEHAP ê û dîsa neyên lîstikên Osmaniyan.

    Gotineke Tirka heye, dibêjin, ”Yalancýnýn mumu yatsýya kadar yanar” (Mûma derewçînan heta razanê vêdikeve.)

    Ez jî dibêjim, derewên Tirkan dê di demeke kurt de vemirin.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1