MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest
  • Nezîr Melle: Ewrê xwe berdide
  • Haşim D. Aslan: Hêsirên te veşartî ne di bin kulên min ve
  • Yêxîsê Çarênts: Gotinên oxirkirinê
  • Azer Osî: Lihevhatin
  • Jîr Dilovan: Kur-diya min
  • Welat Kaljîn: Bi kuliyên berfê xemilandiye serê xwe
  • Guillaume Appolinaire: "Pira Mirabeau" û "Şev li Rhein"
  • Jiyan Alpîranî: Nostaljîk
  • Tengezarê Marînî: Seredana tariyê
  • Dr Zerdeşt Haco: Kengî em û hûn dibin bira?
  • K. Amêdî: Sîpelên xwînê
  • Rondik Amêdî: Bendewar im
  • Abdallah Osman: Çi biharem
  • Zara Delibro: Dîlana zordariyê
  • Jiyan Alpîranî: Spî
  • Mirkka Rekola: Stiran


  • KUR-DIYA MIN

    Kurdiya min 
    Zarê zêrîn
    Şana devê min
    Derya bêbinî
    Rêya min a bêdawî
    
    Tu
    Lorîka diya min
    Jîn û jiyana bav û kalên min
    Xwîna laşê min
    Çav û gav
    Mêjî
    Hizr û ramana min
    Bi te radizim
    Radibim bi te
    Bi te ye girî û şîna min
    Û şahiya min bi te ye
    
    Kurdiya min
    Zarê min 
    Şana hingivîn
    Bi te ye strana min
    Dîlok û govenda min
    Qîr û hawara min
    Bi te ye bi te
    
    Bi te ye sond û peymana min
    Hêrs û berza min
    Gula baxçeyê min
    Bihar bi te ye
    Bihara min
    Bi te şîn tên 
    Nêrgiz
    Şîlan
    Berfîn û beybûn
    Bi te reng didin
    Kesk û sor û zer
    
    Bi te dihile roja min
    Heyva min bi te
    Û bi te diçirisînin
    Stêrên ezmanê min
    
    Tu nebûyayî
    Kî bû Ehmedê Xanî
    Çi bû Mem Zîn çibû
    Kê nas dikir Meleyê Cizîrî
    Feqiyê Teyran
    Elî Herîrî
    Nalî û Qedrîcan
    
    Îro jî
    Bi te diherike Dîcle
    Ferad bi te pêlan dide 
    Û bi te dijwar e Xabûr
    
    Bi te bilind in Cûdî û Gabar
    Bi te geş in
    Amed
    Dêrsim
    Amêdî û Mehabad
    Bi te ye navê Kurd
    Kurdistan bi te
    
    Îro 
    Windaya axa min
    Xaliye dîrok
    Bin lingan de ye 
    Çanda min
    Tu tenê mayî
    Kurdiya min
    Diya min
    Evîna min
    
    Çêbûm bi te
    Bi te dimirim
    

    ÇAR PERÇEYÊN WELAT

    Dilo
    Dilê bixem
    Ez te bikim çend perçe
    Te li kû bigerinim
    Perçek ji te li Amed
    Yê din li Hemrîn
    Perçek li Mehabad
    Û yek li Efrîn
    Lê wiha nabe 
    Dilê bi êş
    Dilê dilodîn
    Tu destek goştî
    Te nakim perçe
    Te nagerînim
    Ezê çar perçeyên axa zêrîn
    Li te bicivînim
    

    KURD Û DAGIRKER

    Çi bibêjim 
    Fêm nakin ew
    Xwe nenas û nezanin
    Ketine xew
    Dibêjin
    Axxx dibêjin
    Em bi qijikan nikarin
    Tewww tew!
    Qijik ji kû karin bi kew
    Kew bi kew...
    

    AGIRÊ DIL

    Pêt û agir têdeye
    Agirdan e
    Hêtûne Kurdistan
    Di şewite
    Di şewite
    Lê di dilê min deye Kurdistan
    Axxx 
    Dil di şewite
    

    KURDÊ RAKETÎ

    Ma tu denga nakî
    Qêrîna dayîkan
    Û nalîna zarokên Kurd
    Qey çima tu dengan nakî
    Bûne bombe teqiyan
    Û bûne agir şewitîn
    Qîz û xortên bedew
    Hê tu dengan nakî
    Kurdê raketî
    Xewxweşê xemsar
    Cîhan hilçenî
    Rabû ji piyan
    Biguman im tu kerr î
    Tu ne kerr bî
    Tu ker î
    

    DÎSA AGIR E SONDA MEZIN

    Agir...
    Agir barandin hovan
    Çiya
    Gund
    Û mal şewitîn
    Agir...
    Agir barandin egîdan
    Dil
    Bejin
    Û bal şewitîn
    
    Lê dîsa bi agir e
    Bi agirdanên Zerdeşt
    Bi agirê kûra Kawa
    Û bi ronahiya Hurmiz e
    Sonda min
    
    Dîsa agir e
    Sonda min a mezin
    

    JÎR DILOVAN: [email protected]

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1