1
çiqas agir
di çavê min de sarbûn
çiqas sitêrên bê hêvî
di giyanê min de vemirîn
û... jiyana min
vegeriya bîrhatin
min kambax neke bi nifretan
er ez çûm û sar bûm
û tiştek ji min nema
bilî helbestên min
2
jiyana min diçe.... û
hildiweşe
wekû agirê
ku di golan devemire
bê nîşan û akam
bê şîn û bê hêvî
tu dizanî??
ku ti kes min nas nake heta bi van helbestên min
bilî...
biyanekî, ku di hinavê min de
bi hewes distirê
3
di himbêza bêdawiyê de
ez mame lal...
û sergerdanekî bêdeng
gelo?? kes dizane rewşa min
gelo dizanin...
bê bi çi jiyanê
min helbestên xwe nivîsandine
û ku ez çiqasî ji te hezdikim
4
min giyanê te stira...
kenê te yî ronak
çavên te... û
rûyê te yî xemgîn û pîroz
min jiyana xwe ya bê dawî hişt
û kûraniya evîna te stira
le baskên hewesan
qet min negihandin te
5
êvara min a mijgirtî nêzîk dibe xuşka min...
ez çi bikim...??
da ez zarîna hewesan
ji giyanê xwe dûrxînim
çawa... cawa...
ezê piyala jiyana xwe daqurtînim
bêyî ku destê min bilerizin
û... rojên min
bêne pexşandin
6
belkû
ji nişka ve ez ji gumanan bawer nekim
ku hewesa giyane te yî pîroz
derew û sawîreke
ger çi bibe xûşka min
xuşkê...
çaxê oxir kirinê kambax neke bi nifretan
ku hewesdariya baskên min yên perîşan
qet min negihandin te.