MEHNAME - dengê çande, wêje û zimanê kurdî
Serrûpel Hejmar 49, reşemeh 2004

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest
  • Nezîr Melle: Ewrê xwe berdide
  • Haşim D. Aslan: Hêsirên te veşartî ne di bin kulên min ve
  • Yêxîsê Çarênts: Gotinên oxirkirinê
  • Azer Osî: Lihevhatin
  • Jîr Dilovan: Kur-diya min
  • Welat Kaljîn: Bi kuliyên berfê xemilandiye serê xwe
  • Guillaume Appolinaire: "Pira Mirabeau" û "Şev li Rhein"
  • Jiyan Alpîranî: Nostaljîk
  • Tengezarê Marînî: Seredana tariyê
  • Dr Zerdeşt Haco: Kengî em û hûn dibin bira?
  • K. Amêdî: Sîpelên xwînê
  • Rondik Amêdî: Bendewar im
  • Abdallah Osman: Çi biharem
  • Zara Delibro: Dîlana zordariyê
  • Jiyan Alpîranî: Spî
  • Mirkka Rekola: Stiran


  • Pira Mirabeau

    Çemê Seine di bin pira Mirabeau re diherrike
    û evîna me
    ma divê di hişê min de be
    kêf herdem piştî janê dihat
    
    bila şev bêt bila zengil lê bide
    bila roj biçin roj ez dê bimînim
    
    dest di dest de em radiwestin rû bi rû
    û her gavê
    di bin pira destan re
    ava bi awirên herheriyê kerrixî diherrike
    
    bila şev bêt bila zengil lê bide
    bila roj biçin roj ez dê bimînim
    
    dûr dikeve evîn wek ava çemê han
    dûr dikeve evîn
    çendî hêdî ye evîn
    çendî dijwar û coşdar e hêvî
    
    bila şev bêt bila zengil lê bide
    bila roj biçin roj ez dê bimînim
    
    bila biçin roj û biçin hefte
    neçû dem
    evîn qet venagerre
    Çemê Seine di bi pira Mirabeau re diherrike
    
    bila şev bêt bila zengil lê bide
    bila roj biçin roj ez dê bimînim
    

    Şev li Rhein

    Di şûşeyê meya bi çirûskî dilerize
    wey guh bidinê çawan hêdîka distire keştîvan
    wî dîtiye li ber tavheyvê çawan heft zeriyan
    vedihûnandin keziyên kesk yên digihan gozekan
    
    Û rabin bibin çember û bi dengbilindî bistirin
    daku stirana yê keştîvan ji dûrtir nebîzim
    û danin rex min hemû keçên kezîzer
    yên awir lê pirçek vehûnandî yê bêliv e
    
    Rhein dimeste Rhein mey tê re li xwe dinere
    hemû zêrrê şevê bi lerizokî diteyise çemî
    mirov dikare bi wê stiranê bimire çendî dinifirînin havînê
    ev periyên pirçkesk
    
    Şûşe şkestiye destê min mîna pirqînek kenî.
    

    Guillaume Appolinaire 1880 - 1918)

    Wergerandin: Husein Muhammed

    Berdest
    Hejmara nû
    Hemû hejmar
    Hemû pirtûk
    Hemû nivîskar
    Nûdem


    [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: [email protected]
    Contact us: [email protected]

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.
    Hosted by www.Geocities.ws

    Hosted by www.Geocities.ws

    1