Heta yek top û leşkerekî we
hebin li ser xaka me û çiya
Heta sor bin destên we
ji xwîna kurên me û keça
Heta li welatê me hûn xwedî bin
û me bihejimêrin ji rêncbera
Heta hûn mêrkujan xwedî bikin û
nemirovan berdine pêsîra jina
Heta kirinên we yên hovane
li bîra xuşkên me bin û diya
Kengî em û hûn dibine bira?
Heta hûn bi wekheviyê bawer nekin
û negihine şaristaniya mirova
Heta hûn bi ber gunehên xwe neyên
ji bo xatirê gorî û cangoriya
Û hûn nebêjin:
Ala we jî li ser sera
Kengî em û hûn dibine bira?