govenda dadmendiyê
ji nişka ve rawestiya
çavê xwe dirût...
zimanê xwe bada...
û... di kezeba
kangeheke nependî de...
hestên xwe hewirandin
hemû firiştên asîmanan
li hev civiyan
û... jê re gotin:
tu bi xwedê kî bêje
çima tu rawestiyayî??
dadmendî
bi dilekî melûl
serê xwe rakir... û
got:
bila dîlana zordariya we
sax be.