Ji du ahînan
erd û ezman
ne mîna me
yar diman.
Tev tu hişk î,
yan jî zivir î,
ji min nizane..
lê dilê min
wê hişkiyê
bê tu bişkê
wek lavlavkan hêwî dike.
Min ji şina te
bi sîmavê
çar tîpên xwe
yên pêçayî bi çar tîpên te
tim dişûştin
û min ji te re
ji nav ewrê xwe
bi lêbarîna baraneke hûr
tev dişand.
Lê bê tu bêjî
yan bipirsî
te ji xwe re
bi ser hin kesan diweşand.
Tîpên me
bi rêdan li ser hev siwar dibûn
Ji wan tîpan
dara gerdûnê ya keskeşîn
kat dida.
Wê darê ji kenê me
û ji lihevhatina tîpên me
erd û ezman digihandin hev.
Ji bejna darê (dara darîn)
Erd û ezman bibext dibûn
û ji wê evînê
ji wan pêmayan
car bi carna fêr dibûn.