Hindî xelk min dibînin, dibêjine min: “Tu bo çi nagirnijî.
Tu wek guleka şkestî dinalî û rondikan dirêjî.
Hindî em te dibînin, çi hiş serê te nînin û wek bilbileka gêj î.
Tu xwînê ji cerg û mêlakan wek sîpelên avê dimêjî.
Erê, tu bo çi ewan kul û kovanan bo kesekî nabêji?
Tu zarok î, tu biçûk î, tu hinde kul û kovanan bihewinî.
Tu dê bi destên xwe, xwe kujî.”
Ez dibêjim: “Çinke Xwedê girnijîn bi risqê min nekiriye.
Min hêlîneka dilî bo xwe çêkiribû, ew jî ji dest min biriye.
Ew bilbilê min bo dilê xwe bijartî û xudankirî, ew jî felekê ji ber van
çava berze kiriye.
Hizreta dilê min ji erd û esmanan belav kiriye.
Xem û kesera hêlînê dilê reben kuştiye.
Erê jiyana hosa ma bo çi ye!?”
Ez diçim keyf û şahiya hindî ez çavên xwe li waran digerînim,
Ez delalê li ber vî dilî nabînim.
Ez diçim çikê hêlîna bilbilê xwe.
Ji xema di vî dilî da ez hozanan vedilorînim.
Diçim li nav nêrgizan,
Rondikan bo vî dilî dibarînin.
Diçime ser rûbarî û dibêjimê: ”Bibe qasidê min û yarî.”
Dibêje min: “Evîn derdek gelek giran e, ez neşêm dilê xwe bihelînim.”
Ez dibêjim çi bikim sala ev sal eve nesibê min e,
Eve kesera dilê min e,
Eve rondikên çavên min e,
Eve girnijîna li ser lêvên min e,
Eve dîlana dilê min e û
Sed hezar caran axînk û peşîmana min e.