Wa mêze neke li min
Bê raman, bê armanc
Li kedera min, wate ne xuya ye
Lê hêsirên te veşartî ne
di bin awîrê min de
di bin kulên min…
mendî/pêşeroj ne muhîm e
cîhan ne lazim
wan her dû çem
yên ji çavên te diherikin
mîna berfa ji dilê dîroka min
ji navbera qerejdax û sipan
dihelin
dihelînin
ser kulên min de
mîna îndoyan gulle heta guhan
wa mêze neke
bê raman, bê armanc
dest kişand, min bi şiur,
ji jîyana derew
ne evîn ne dil
ne soz ne gul
li dû mane
naxwazim ew çem
ew çav
ew kil
xeber bidin biharê
av di çiyan de mehpus hiştîne
kanîyan ber bend girêdane
haya te jê tune lebelê
loma wa dinhêre tu li min
vala, masûm, canik
çawa mehzûn e
dîjle
wexta jinên paqij xwe ji zinaran tê werdikirin
bi çavên fêdîyê
namûsa di bin potînan de
ferat
wexta zana ji zîndanê lê dinerî
xwîna aliman li nav belav dibû
ji qehra û xema dihejîya
nîl
wexta wehşet li dorê diqewimî
darbest dihat girêdan
mazlûm dinaliyan
tûna
wexta pîrek û qîzên çardeh-salî diherimîn
zarok û kal diheciqandin bê ûjdan
meytên gelê jar rodikirinê
û volga
şihad dima ji ceribandina tev-kujinê
ceribandina kîmyewîyan li ser mazlûman
û berxwedana egîtan
gelê heri "mexdûr lê mexrûr"
û hêdi hêdi qirrkirin qelihandina neteweki li ber çavê dinê
di qampan de mezin bûne
multecî
tî û birçî
wa nefahmkirî nenihêre
guh bidê
çi qîrîn çi nalîn
bê sekin didomîn li ber pozê me
xew nakeve çav
ne mirovanî ye di sedsala bist û yekan
sedsala fezayê
ya demokrasî û mafên mirov
hewar li alîyekî
hewarî li alîyekî
bo bindestî
haya te jê tune ye
ko hêsirên te veşartîne di bin kulên min de
wek barana payizê
wek adarokê li caxarqele