-1-
Demekê ji wan demên jibîrkirinê
bi laşekî..
mişt ji xewnên rojê avis,
da bû pêşiya min.
Pencera min vekir.
Hindek li dijî şevê bûn.
Di kolanên bêdengiya min de,
Bi maçeke li ser
dêmên welatê min î birîndar, windabû.
Hûrbarana spêdê,
mîna deşteke vala,
hevpara dengê giyanê min bû di işqê de.
Bayê viyanê konê xwe
li ser bêhna laşê te, veda,
cîranê rojê bû.
-2-
Asîman wek xwe nemaye,
textê serêşiyeke lihevhatî ye,
derewa xwe belav dike.
Bêhinçikîna belgên şevê di singa wan de,
sernameya xecxecokên kelkela dilê te,
gopîtkên tirsê,
tîqe-tîqa matmayînê şil û pil dikirin.
-3-
Belengaz e bajar.
Nivistî ye bajar.
Ji dengê şevê re, pehniya gulekê,
li kenarê taristanê difroşe.
Term e,
di goristana vedenga bêdengiya min de,
tariya xwe li ber bayê hînik vedihûne.
Tu qîrîna xunafa pişta pencerê
bi rengê şevê dişopînî.
Mîna te leylan e ev giyan.
Asîman hêla xwe bi dengekî mişt valabûn,
li ser cegera barana min radide.
Şev xwe bêvirî dike
Û ez çavên xwe ber bi bilindahiyê ve dihinêrim.
-4-
Balinde li wir in
„ta hayî ji wan heye“?
Bi elendê re
an jî şefaqê
dengekî derdixin,
dil diwestênin.
-5-
Bêdengiyê dest danîn ser hev
Jibîrkirina min di gavên te de
roja xwe hiştiye.
Kes nanere,
Aso mişt e ji tariyê.
Ez nexwesh im.
Bireve
-6-
rut î tu
peyv î,
xewna me,
biryara sêrojên şînê ne, nifirên te.
-7-
Li/
jor
jêr
serma amade ye
abrûyên te bêdengiyê distirênin.
Bajar
li ser palgeha tirsê, helbesta min li sêdare da.
-8-
Ditirsim
Ji xwe
Ji te
Ji nivîsînê
Li rêka din digerim.
-9-
"Weyla li min xerîbo
Bi teli’i û nesîbo
Xwedê neke kes bê xwedî be"
***